Diyarname
Serokê Katalonyayê Carles Puigdemont li Almanyayê hat binçavkirin. Puigdemont li ser sînorê Almanya-Danîmarkayê, li eyaleta Schleswing-Holstein ji aliyê polîsên otobanê ve hat binçavkirin. Puigdemont ji Danîmarkayê ber bi Belçîka ku niha li wir dima ve diçû.
Rojnameya spanloy El Pais got ku îstîxbarata Spanyayê agahî daye Almanyayê ku Puigdemont ji Fînlandiyayê tê û dikeve Almanyayê û ji wan xwest ew bigirin bin çavan.
Dadgeha Bilind a Madrîdê par piştî referandûmê biryara tewqîfkirina Puigdemont dabû, ji ber vê ew reviyabû Belçîkayê. Dadgehê ev biryara xwe hefteya borî nû kir.
Di vê navberê de duh li Katalonyayê 5 rêveberên herêma xweser a Katalonyayê hatibûn binçavkirin û li hemberî vê binçavkirinê bi hezaran katalan daketibûn kolanan. Li gelek bajarên Katalonyayê protesto hatibûn lidarxistin.