Diyarname
Îro du nûçeyên nexweş hatin ku wekî mînaka Derbeya 12'yê Rezberê bûn. Ya yekem ji Girtîgeha Jinan a Bakirkoya Stenbolê tên. Mafê girtiyan ku bi telefonê ligel malbata xwe biaxivin heye. Girtiyeke bi navê B. ligel diya xwe bi telefonê bi kurdî dixaive, gardiyan di cih de hişyar dikin û dibêjin "Bi tirkî biaxive, tu bi kurdî biaxivî dê mafê te yê bikaranîna telefonê têk here."
Nûçeya duyem ji Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandereya Rîzeyê hat. Hevserokê DBP'e Mehmet Aslan 7'ê meha reşemî hat tewqîfkirin, 19'ê ew ji girtîgeha Amedê şandin Rîzeyê. Parêzerên ji Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) çûn serdana Aslan. Aslan ji wan re gotiye ku dema anîne vir xwestine wî tazî bikin û wisa ser wî bigerin, ew dij derketiye, li ser vê yekê 10 gardiyanan heta ku ji hişê xwe biçe lêxistine.