logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Pirtûka li ser jiyana Mesut Ozîl derket

Jiyana lîstikvanê tîma neteweyî ya Almanyayê û lîstikvanê Arsenalê Mesut Ozîl bû pirtûk. Pirtûka ku berê bi almanî û îngilîzî derketibû niha bi tirkî derket.

  • Dîrok: 02/03/2018
  • Beş: Berhem

Diyarname
Jiyana lîstikvanê tîma neteweyî ya Almanyayê û lîstikvanê Arsenalê Mesut Ozîl bû pirtûk. Pirtûka ku berê bi almanî û îngilîzî derketibû niha bi tirkî derket. Pirtûk bi navê "Mesut Ozil Futbolun Buyusu ve Gerçekleşen Hayaller (Mesut Ozîl Efsûna Fûtbolê û Xeyalên Hatine Cih) ji aliyê Dogan Kîtap ve li Tirkiyeyê hat weşandin. Pirtûka ku ji aliyê nivîskar Psotta ve hatiye nivîsin, Semih Uçar ji bo tirkî wergerandiye.
Ozîl di sala 1988'an de li Gelsenkirchen a Almanyayê hatiye dinê. Di sala 2006'an de li Schalke 04 bi awayekî profesyonel dest bi fûtbolê kiriye. Piştî Werder Bremen û Real Madrid ji sala 2013'an ve li nav tîma îngilîz Arsenalê dilîze. Ozil li Tirkiyeyê bi nîqaşa di nav tîma neteweyî ya Tirkiyeyê yan a Almanyayê de bilîze ket rojevê û wisa hat nasîn. Di rewşeke wisa de Ozîl tîma neteweyî ya Almanyayê tercih kir û hê jî di nav tîmê de dilîze. Dema di sala 2014'an de Almanyayê li Brezîlyayê Kûpaya Cîhanê bi dest xist Ozîl jî yek ji lîstikvanên vî tîmî bû.
Tîma alman an a tirkan?
Li ser beşdariya tîma neteweyî ya Almanyayê Ozîl wisa dibêje: "Ev biryar ne bêyî nîqaşê hat girtin. Ev dê bandor li hemû kariyera min bikira. Diya min Gulîzar dixwest ez ji bo Tirkiyeyê bilîzim, apê min Erdogan jî wisa difikirî. Bavê min dij derket û got 'Mesut li Almanyayê hatiye dinê, li Almanyayê çû dibistanê. Li dibistamên alman hînê fûtbolê bû. Ji ber vê yekê divê ji bo Almanyayê bilîze.' Kekê min Mutlu jî digot 'Mesut mecbûr e ji bo Almanyayê bilîze.' Min guh da hemû gotinên malbate û min fikra xwe saz kir. A rast ez ji serî de her wekî bavê xwe difikiriyam."
Mourinho jêre dibêje dostê min
Di pirtûkê de li ser jiyana Ozil, pêjajoya pêşketin û kemilîna wî ya li nav fûtbolê, her wiha bîranînên wî cih digirin. Her wiha dîtinên teknîk dîrektorê tîma Almanyayê Joachim Low, û teknîk dîrektor Jose Maurinho (Di real Madrîdê de bi hev de xebitîbûn) jî hatine pêşkêşkirin. Low gotiye ew heyranê Ozîl e û Mourinho jî gotiye ku ew dostê min e û ew bêriya wî dike.
Çûyîna Barselonayê
Berî Ozîl ji Werder Bremenê transferê Real Madrîdê bibe meseleya dê here Arsenal, Manchester United, Bayern Munih û Barcelonayê jî ketibû rojê. Ozîl li ser Barselonayê wisa dibêje: "Ez çûm serdana Barselonayê lê min fêm nekir teknîk dîrektorê wê demê Pep Guardiola min dixwaze yan na, ji ber vê yekê coşa ku ji bo Barselonayê li cem min bû kêm bû."

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

'Dilop' wêjeya zarokan dide nîqaşkirin

ad

Bîranîna Şevket Epozdemîr

ad

Pirtûka sala 1830'yî hatiye nivîsandin wekî sûc nîşan dan

ad

Li ser Kongreya Neteweyî agahiyên nû

ad

Li Bakur pirsgirêka av û çopê

ad

Gultan Kişanak û Firat Anli ligel parêzeran silav şandin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname