Diyarname
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê ji bo di civîna "Konseya Hevkariya Stratejîk a di asta bilind" de cih bigire vexwendin ji bo DTP'ê jî şand.
Civîn dê roja sêşema pêşiya me dê li Helebê li dar bikeve. Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu DTP jî vexwend vê civînê. Davutoglu xwest mebûsên bajarên cîranê Suriyê beşdarî civînê bibin û ji bo vê yekê jî dê mebûsa DTP'ê ya Şirnexê Sevahir Bayindir û mebûsê Rihayê Îbrahîm Bînîcî beşdar bibe.


