Diyarname
60 saziyên çapemeniyê li ser rojnamegeran daxuyanî da. Wekîla Koma Meclisê ya DEM Partî Koçgiyit jî li ser rojnamegerên kurdan û yên li ser Gazz, Ûkraynay^eaxivî.
KOÇYIGIT: EMÊ VÊ ÇAWA BÎNIN ÇIMAN
Wekîla Koma DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyigit îro daxuyanî da çapemeniyê û li ser kuştina du rojnamegerên kurd Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ku li Silêmaniyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatibûn kuştin sekinî. Koçyigit wisa got, "Li vir, li meclisê tiştê Îsraîlê li hemberî rojnamegerên TRT'ê kir hat şermezarkirin. Lê tiştê ÎSraîlê kiriye hûn şermezar dikin, wekî gavek sûcê dibînin, lê heman tiştî hûn diçin li Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê dikin û du rojnamegeran dikujin. Emê vê çawa bînin ziman? Ma ev polîtîkaya dirû nin e? Em dipirsin hûn çima cihên sivîlan digirin bin bombekirinê, hûn çima rojnamegeran dikujin? Li Ukraynayê jî êrîşê otela rojnameger lêne kirin, yek mir. Em van êrîşên li hemberî rojnamegeran şermezar dikin. Em li vir carek din ji bo malbata Hêro Bahadin û Gulistan Tara sersaxiyê dixwazin."
60 SAZIYAN BANG LI YE'YÊ KIR
Saziyên wekî Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (EFJ), Basin-Îş a DÎSK'ê j3i di nav de 60 saziyên ku piranî yên rojnameger in bang li Yekîtiya Ewropayê (YE) kirin. Saziyan got ku pêşî li zordariya Îsraîlê ya li ser rojnamegeran bigirin.