Çorê ARDA
“Azadî ne li derveyî mirov e, azadî di hundirê mirovî de ye”
“Her mirovek ji gelek kesayetan pêk tê, mirovên xwerû tune ne”
Ji destpêka romanê û heta dawiya romanê mijar di navbera serleheng Gêjevang û Pisîkiyatrîst Cheko Xyan dibore. Gêjevang yekî nexweş dixuye feqet wê hesta nexweşiya derûnî tam bi mirov hîskirin nade, ji hêla derûnî ve bi pirsgirêk dixuye, loma jî dikeve gelek dirûvên rengan, rengê wî ne eşkere ye, tenê derûnîya wî eşkere ye, xwedî derûniyeke pirhêlî ye. Gêjevang li ser kursiya xwe rûniştiye, her carê ji xwe re tabloyekê diresimîne, di her resimandinê de dikeve dewsa hin kesan, di dewsa wan kesan de dixwaze rolên wan bilîze, feqet dema ku dikeve dewsa hin kesên din wê çaxê jî xwe winda dike, ji jiyana rasteqîn diqete, dikeve bîra xewn û xeyalan. Romanên wisa piranî modern e, di romanên nûjen de herrikandina şiûran pêk tê, tenê şiûr diherike, hiş windayî ye, aqil windayî ye, dem rawestiya ye, heta dem vediguherin demên borî, demên niha û kêliyên ku tê de dijîn, ango dem di kendalan de têwer dibe haya kesî jî ji demê çênabe, îcar roman modern e, an jî folklorîk e ne diyar e, car caran modern dixuye, carcaran jî folklorîk dixuye, lê pirtir nûjen dixuye, ji ber ku roman herikîna hiş û derhişê Gêjevang e, hişê Gêjevang diherike mîna çem û robaran, çi dibîne dide ber xwe û didome. Gêjevang dikeve dewsa gelek kesan, di rola gelek kesan de dilîze, geh jineke, geh zilameke, di her dirûvên mirovan de rol wergirtiye. Romanên Samûl Becket jî wisa ji yekkarekterî pirkarekter diwelidin, feqet karekterên Samûl giş ji yekî dizên, nakeve dewsa hin kesên din, jixweber ji kesekî gelek kes dizên, rasterast ji karekterekî gelek karekter diwelidin lê ên Omer Dilsoz xeyal dike, paşê dikeve dewsa wan, paşê li xwe vedigere, ên Samûl grîfît in, komplîke ne, felsefîk in, vemirî ne, vêketîne, dimrin, dijîn, bêhêvî ne, bêwate ne, windayî ne û hwd kombînasyonên karekterên wî pirmonolog û pirkarekterên yekkarekter in, karekterên Omer Dilsoz hêsan disekine li dijber karekterê-n Samul Beckett… Îcar em werin ser karekterê xwe, karekterê me Gêjevang bi awayê zayendî dukarekterî tevdilive yanê hêla wî ya jinwarî jî çalak e, ji xwe her mirov ji gelek şexsiyetan pêk tên ango di şexsiyeta her mirovî de gelek mirovên cihêreng hene û dihundirîne. Mirov di keseyeta xwe de hem mêbûnê, hem jî nêrbûnê dihebîne, mirovên xwerû tune ne. Gêjewang jî ne xwerû ye. Gelo şexsiyeteke Androjen bi Gêjevang re heye an na? Ji ber ku hin têkiliyên wî yên androjenî hene welew wisa dixuye. Heke hebe jî tiştekî asayî ye, ne derasayî ye. Ji ber ku di xwezaya her mirovî de nasnameyeke androjenî heye.
Di romanê de peyva “Çiçik û Memik” piranî jî “Çiçik” pir û pir hatiye şixulandin, çima ne “Pêsîr”? Çima “Çiçik” welew “Memik” bikaraniye? Gelo dibe ku “Gotina Çiçikê” bêtirîn erojeniyê di xwe de vedihewîne? Pêsîr bêtir dêtiyê tîne bîra mirov, mînak; “Çima divê ez ê di çiçikên ca te nim, çima nabêjin ez ê di pêsîrên ca tenim” ji vê sixêfê jî diyar e ku gotina çiçikê bêtirîn erojen e welew wilo dihîsîne. Loma jî der-bin-hişiya Gêjevang ya zayendiyê bi saya gotina çiçikê derketiye holê… ji xwe di gelek cihê romanê de gotin û peyvên werê erojenîk hene. Gotin û peyvên zayendî di romanê de hinekî fantazîk in, ango bi gotinên fantazîk û erojenîk tevliviyaye, yanê hinekî erotîk tevgeriyaye bin-hiş û der-hişê Gêjevang, ji xwe di mijarên dinê de jî Gêjevang fantazîk û romantîk dixuye. Talî Gêjevang lixwegerandinê de pir caran dikeve dewsa gelek karekteran, dikeve dewsa Askê, Amîdayê, Pelşînê, Astêrayê, Gulîzarê, Çeko, Kovî, Gwara, mîro, Cewer û hwd, bi hinekan re eşqek romantîk dijî, bi hinekan re jî dikeve nava rûpelên dîrokê ên Aryaniyan, Arîyan, Amîdayan hwd… li ser kursiya xwe rûniştiye çaya xwe vedixwe dikeve xeyalan, û diafirîne, feqet carna çaya xwe ji bîr dike, xwe winda dike, diherike nav karekterên xwe… Gêjevang piranî bi Amîdayê re û Pelşînê re dikeve têkiliyên eşqî, îcar carinan mirov dibêje qey wan têkiliyan rastî ye, carinan jî mirov dibêje qey tenê xewn û xeyal in, jixwe xewn, xeyal û rastî di romanê de cih diguherîne, carinan jî li bin guhê hev dikeve û mirov gêj dibe. Amîda li ser qonaxa Amîdayê li kemanê dixîne, kemanjeneke jin dixuye, Pelşîn jî carinan jineke carinan jî peleke darê ye. Yanê rolên gişan carinan diguhere, tenê rola Gêjevang naguhere ew timî dikeve dewsa wan û jiyana wan dijî, îcar dema ku ji jiyana hundirê serê xwe derdikeve û tê jiyana rasteqîn, wê çaxê jî Gêjevang diçe cem pisîkîyatrîstê xwe Cheko Xyan û derd û kulê xwe jê re vedibêje. Feqet têkilên di navbera pisîkîyatrî û Gêjevang jî giş xewn û xeyal in. Gêjevang kesayetekî derûnî ye, rola derûniyê û hevdilinîyê dilîze, şanoya hundirê serê wî, derûniya wî, xeyalên wî tim û tim diguherin, dadigerin. Gêjevang vediguhere ên dîtir, dadigere ên din, rewşa ên din, derûniya ên din, dinyaya ên din de dilîze, rewş û dinya ên dinê meraq dike, di navbera min û ên din de çi heye, çi ferq heye, çi cudahî heye gelo? Dema ku Gêjevang rola xwe diguherîne, rola mêbûn û nêrbûnê herduyan jî dilîze, rewşa mêbûnê welew rewşa jinbûnê çawa ye li gor nêrtiyê, hesta nêrbûn û mêbûnê dilîze bi saya hevdiliniyê, loma jî rewş û jiyana ên din de dilîze, îcar rewşa ên din fêm dike an na? Rewşa jinê û jinbûnê fêm dike gelo? Ji hêlkê ve jî Gêjevang jinên ku xwe femînal nîşan dide, dinirxîne û rexne dike, li gor Gêjevang gotin û kiryarên wan ne wekhev in, loma jî bi awayekî trajîk û îronîk li jinên xwe femînal dinimîne dinêre û dinirxîne, van hestên xwe li cem pisikîyatrîstê xwe vedibêje. Ji ber ku hemû tiştên ku di hundirê wî de mane encax li cem pîsîkologê xwe dikare verişe. Cihê verişê cem pîsîkologê wî ye.
“Berî ku ez bêm Amedê ez li Serhedê dijiyam”(rp, 98)
Dema ku Gêjevang bi dixtorê xwe re diaxive, em fêm dikin ku romanivîskar bi xwe diaxive, xwe radestî me dike, romanivîskar berê niştecihê Serhedê bûye, paşê hatiye li Amedê niştecihbûye. Çiqas Gêjevang xweser be jî, heman demê de romanivîskar bixwe ye. Romanivîskar Gêjevang axaftin û lîstinkirin dide, carinan jî Gêjevang romanivîskar axaftinkirin dide û lîstinkirin dide. Loma jî Gêjevang ne karekterekî homojen e, beravajî karekterekî heterojenîk e.
“Em bi gotinan dijîn”(rp, 105)
Di romanê de gelek û gelek gilî û gazin hene, di romanekê de gilî û gazin divê hebin an na? Roman cihê gilî û gazinan e yan na? Feqet ev gotina li jor balkêş e, gotinek monologî ya Gêjevang e, lê heman demê îhtîmal e ku a nivîskêr be jî… taliya talî Gêjevang divê pir tişt bûnin gotin, tenê em bi xweşgotinan, bi xweşhevokên delal desthilatdariyê dikin, feqet gotin bi serê xwe tenê desthilatdariyeke vala ye, êdî gotin mirovî têr nake, gotin heta û heta valahiyê jî danagire, li ber bê dikeve, pûç e û diçe, lê kirin-kiryarî tim û tim zîndî ne û zindî dimîne, loma jî romanivîskar esil di vir de rexneyekê li ber çavên me radixe, divê em tenê bi gotinan dijîn, yanê kiryarî û çalakî hema hema mirî ne. Feqet gotinên di cî de û di wextê xwe de û ne vala bandora wan jî hene. Bi gotinan mirov dikare xwe bike Xweda feqet bi kiryarên xwe mirov dikare, ji xweda jî wêdetirîn be, talî bê gotin jî nabe, bê kiryar jî, her du jî kana wan ji ramanê dizên, raman tune be ne gotin, ne jî kiryarî tu wateya wan tune ne.
“Min ji xwe re dost û hevalên xeyalî çêkirin” (rp, 122)
Dixuye ku Gêjevang ji xwe re gelek dost û hevalên xeyalî afirandiye, jixwe hewceyî vê gotinê jî nake, diyar e Gêjevang bi xeyalan dijî, disêwirîne, diafirîne, ji bêhişê xwe diafirîne, mîna yekî ji serhişê xwe ve çûbe. Gêjevang çiqasî derhişî diaxive ew qasî jî rastiyê diderîne, çimkî rastaxaftin encax ji derhişiyê biweşe, ji ber ku li gorî Freûd rastiya heqîqî di binê derhişiyê de veşartiye. Îcar Gêjevag çiqas derhiş diaxive ne diyar e û ne teqez e. Ji ber ku Gêjevang di navbera gêjbûn û negêjbûnekê de ye. Ne karekterekî tam derhiş e, nîvderhiş e. Em werin ser karektera me ya jin Amîda, hem welat e, hem jî jin e, di her du rolan de dilîze. Amîda ku li kemanê dixe di serê Gêjevang de bajarê Amedê ye an na? Dîroka welêt e an na? Hem eşq e, hem jî eşqa welêt e an na? Du taswîran di xwe de xwedî dike an na? Feqet efsûnek e, tenê xeyalek e, Gêjevang bi Amîdayê re diaxive, Gêjevang Amîda di serê xwe de kiriye Îdeayek, li dû şopa Îdeaya xwe ketiye. Feqet Gêjevang di van xeyalên xwe de bi gelek kesan re danûstandinê dike. Lê Gêjevang tenê ye, di tenêbûna xwe de qelebalixiyekê dijî, tenêbûneke pirkes e, di pirkesan de tenêbûnekê dijî, di xwebûnekê de kesên din dijî, di kesên din de ne-xwe ye, talî li xwegerandinekê de gêj dibe, ji keleste dikeve.
“Cheko Xyan tim ji min re digot dermanê te tu bi xwe yî”(rp-152)
Dixuye Gêjevang lixwe digere feqet di cihekî şaş de li xwe digere, halbûkî çareserî mirov bi xwe ye, hertiş bi mirovî dest pê dike û her tişt di wî de diqede, loma jî pîsikiyatrîst rêya rast li ber çavên wî radixîne. Gêjevang gelek kirasan li bejna xwe difesilîne, dikeve gelek rengên jiyanê, rengên kesan, li çi digere, li xwe digere, winda dibe, dibe kesê-n din, di kesê-n din de winda dibe, ne dibe kesê-n din, ne jî dibe xwe, şexsiyeteke duhêlî, tevlîhev û hevnegirtî dijî. Loma jî Pîsikiyatrîst divê “dermanê te tu bi xwe yî” Gêjevang di vê ger û gêrê de digîje…
Em werin ser mijareke din a romanê
Mîro, Gulîzer, Cewer Axa û hwd ji derdora Hekariyê ne, li gorî êlan tevdigerin, yanê çanda êlbûnê dipêlînin, feqet têkiliyên Gêjevang û êl, êlbûn û mijara êlê di heman dîmena tabloyê de nabe, divê mijara Gêjevang û ên din ji hev du cuda bin, welew divê şêwaz û mijara Gêjevang di heman rîtmê de bidomiya, dîmena tabloya me dirûxe, halbûkî di hundirê tabloyekê de divê hemû alav, kirde, bireser, reng û hwd di armoniyekê de bin, di ahengekê de bin, loma jî mijar û şêwaza êl û êlbûnê kompozîsyona Gêjevang dirûxîne. Welhasil Gêjevang li ser kursiya xwe rûniştiye, dikeve dewsa mîr û axayên eşîrê, Gêjevang di dewsa Mîr de ye û pirsgirêka di navbera êl û Eceman çareser dike, Mîr jî ji bo çareseriyê hemû êlan li hev dikomîne ji bo ku çareyekê ava bike. Bi vê şêwazê û teknîkê Gêjevang di rûpelên dîrokê de digere diwarqile, di navbera pira dîrokê û dema niha de asê dibe, geh dikeve dewsa Mîran û bi Eceman re rêya aştiyê digere, geh jî di dema nûjeniyê de dileyze. Loma jî Gêjevang modern e an na? Gêjevang di navbera êl û nûjentiyê de avjeniyê dike, îcar gelo gerek di kîja quntêlê de avjeniyê bike? Quntêla nûjeniyê de an jî ya êlbûnê de? Gelo Gêjevang karekterekî qlasîk e, karekterekî folklorîk e, karekterekî nûjen e, welew karekterekî post modern e? Gelo kîjan e? Gelo bêbiryar e? Welhasil Gêjevang gelek caran dadigere romanîskarê xwe, romanivîskar diçe welatê xwe, ji Amîdayê/Amedê diçe Serhedê, yanê Hekariyê, diçe li çiyayê Serhedê, çiyayên êlên xwe, di nav êlên xwe de tevdîr û tifaqiyê digere, li ser kursiya xwe rûniştiye û li zozanan dinêre, xeyal dike, di her xeyalên xwe de mijarekê li xwe zêde dike.
Em werin ser mijareke din di romanê de:
Di romanê de enstrumana kemanê pir hatiye bikaranîn, keman enstrumaneke romantîk û estetîk e, kibar e, heman demê de dengê wê hem romantîk e, hem jî melankolîk e, hem jî nûjen e. Ji xwe der-hiş û bin-hişê Gêjevang jî melankolîk û romantîk e. Di romanê de dengê enstrumana bilûrê jî tên guhên me, bilûr bêtirîn folklorîk radiweste, keman jî bêtirîn nûjen radiweste, loma jî karakterê me, hem nûjen, hem folklorîk û hem jî qlasîk e gelo? Çimkî mijar jî wilo dixuye…Romana me bi xwezayê re gelekî têkildar e, loma jî hem pastoral dixuye, hem jî natûral dixuye, şayesandin gelekî bikaraniye, helbet romanivîskar li ku jiya be, bandora wê derê li ser pênûsa wî dê hebe, romanivîskarê me serhedî ye, loma jî bandora pastoralîzmê, desthilatdarî li qelema wî kiriye, heta pastoralîzm û natûralîzmê hikmê xwe li ser zimanê wî jî kiriye, zimanê romanûs hema hema zimanekî xwezayî ye. Îcar pastoralîzm, natûralîzm û nûjentî li hev dike gelo? Welew di heman hemêzê de dikarin bilîzin û razên gelo?
Têkiliya jin û mêrtiyê:
Gêjevang dikeve dewsa jinan, çima jin nakeve dewsa mêr, mêr dikeve dewsa jinê, ev bi xwe ne desthilatdarbûna zilêm e. Mîna çîroka Adem û Hewayê, çima Hewa ji parsûyên Adem welidî, çima ne beravajî wê ango bila Adem ji parsûyên Hewayê biwelidiya, desthilatdarî ji afirandinê de diyar bûye, Xweda-ê jî herdu afirandiye, welhasil mijara desthilatdariyê dawîdirêj e. Em dîsa werin ser karekterê-n xwe, di karekterê-n xwe de jî zilam desthilatdariyê li karekterê-n jinê dike, ev heman demê nîşana jiyana rastî jî li ber çavên me radixîne. Hîna jî bi her awayî desthilatdariya zilêm didome. Karekterê-n me bi xwe desthilatdar in, halbûkî divê hevpar û demoqrat bûya, em dinêrin karekterên nêr bêtir li berbiçav in yanê desthilatdar in. Talî di bingeha der-bin-hişê me de desthilatdarî didome, halbûkî divê mirov desthilatdarbûna hundirê mejiyê xwe û karekterê-n xwe bikujin. Ji xwe bi kuştina desthilatdariyê Humanîzmê biafire… Desthilatdarî bi xwe nêr e, nêrbûnê dihebîne. Em dîsa werin ser Gêjevangê xwe: Dem, di hundirê serê Gêjevang de sekiniye, hemû bûyerên ku ew ê di salan de biqewimin, di serê Gêjevang de bi qasî kêliyekê diqewime û diqedin, dem tê rûxandin, dem kêliya hundirê serê Gêjevang e, dem herikandina şiûra Gêjevang e, ev jî nîşaneya romana modern e. Îcar roman modern e an na?
Em werin ser dîmeneke din a romanê:
Dîmenên ku têkiliya Gêjevang û pisîkiyatrîst li ber çavên me hatiye raxistin, ango hevdîtinên herduyan dişibe dîmenên romana bi navê “Dema ku Nietzsche Giriya” a nivîskar IRVIN D. YALOM, çimkî di vê romanê de yê nexweş Nietsche ye û bi awayekî dizî Salome, Nietsche dişîne cem psîkîyatrîst, lê haya Nietzsche jê tuneye Salome ev hevdîtin lidarxistiye. Welhasil hevdîtinên pîsîkîyatrîst û Nietsche didomin, wekî yê aniha Gêjevang û psîkîyatrîst feqet tenê bi awayê dirûvî dişibin hev, mijar jî hinekî bi awayê derûnî dişibin hev, lê yê IRVIN bêtirîn felsefîk e û kurahiya wê gelekî heye. Şêwaza wan naşibin hev, tenê hevdîtinên Psîkîyatrîst û Gêjevang hinekî dişibin hev,…
Îcar Cheko Xyan kî ye? Di dawiya romanê de mirov dibêje qey bavê Gêjevang e? Welew wisa dide hîskirin. Di hevdîtina herî dawiyê de wisa vedibêje: “Çima ne Çeko lê Cheko? Li rûyê min keniya, got; Heyran, ez çekdarê XYa te me, te ez afirandime û a rast, ez û tu… erê erê ez û tu ser û sebeba hebûna hevdu ne.”(rp,335)
Ji ber ku Kromozoma XY’yê kromozoma bavî ye, heger ew çekdarê XY’a wî be wê çaxê bavê wî ye. An jî berevajiyê wê ye?
Di dawiya romanê de navê Gêjevang Hekar e, yê bavê wî jî Mahmûd e, di carekê de navê Hekar bûye Gêjevang…
Gêjevang ji xwe re dinyak, îdeyek afirandiye û di dinya xwe de gelek tiştan ava dike…
14.01.2019
Nivîsên Çorê Arda yên ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:
- WEHŞÊ-N KEDÎKİRÎ
- LI XWEGERÎNEK
- Êl, Feodalîzm û Leqat
- Kûçikistana Mirovan
- BÎREK MONOLOGWARÎ
- ŞEVÊN NIXUMANDÎ
- SINDOQA HANDA’YÊ
- RIHEKÎ PERDEKIRÎ
- BÊDENGIYEKE QELS