Diyarname
Dadgeha Îzmîrê 10 meh cezaya hepsê li xebatkara Azadiya Welat Emine Kural birî.
Li navçeya Menemen a Îzmîrê xebatkara Azadiya Welat Emine Kural dema di 23.11.2008'an de rojname belav dikir hatibû binçavkirin û bi îdîaya "propagandaya rêxistinê kiriye" doz lê hatibû vekirin.
Danişîna dozê duh li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê li dad ket. Dadgehê 10 meh cezaya hepsê li Kural birî.