Cemil Oguz
Stand-upkar Murat Batgi û nivîskar Abidin Parilti bi Wezîrê Çandê yê Tirkiyeyê Ertugrul Gunay re hevdîtineke pêk anîn û xwestin lîstikên kurdî jî bikevin nav repertuara şanoya dewletê. Wezîr bi awayekî erênî li meseleyê dinêre.
Stand-upkar Murat Batgi û nivîskar Abidin Parilti çend meh berê li ser lîstikeke ku naveroka wê vedişêrin xebitîn. Piştî ku Wezîrê Çandê yê Tirkiyeyê Ertugrul Gunay got "Şanoyên Dewletê dikarin lîstika kurdî pêşkêş bikin" bi alîkariya mebûsê DTP'ê Osman Ozçelik ji Wezîr Gunay civan xwestin û pêre hevdîtin pêk anîn.
Li ser mijarê Batgi û Parilti agahî dan û gotin ku Wezîr Gunay ji wan re gotiye di her warî de ew amadeye alîkariya wan bike. Ew dibêjin wezîr gotiye, "Em deriyên dikên xwe ji bo we vedikin, em her alîkariyê didin we, hûn dikarin lîstikên xwe pêşkêş bikin" lê ew tişteke wisa naxwazin. Batgi û Parilti wisa dibêjin: "Em ji bikaranîna dikê wêdetir dixwazin lîstikek bi kurdî di nav repertuara şanoya dewletê de cih bigire. Me li ser vê yekê xeber da. Wezîr erênî li meseleyê nêrî. Zehmetiyên wê hene lê ne ew tişt e ku nebe. Tê zanîn ku di rêziknameya şanoyên dewletê de pêşxistina tirkî heye û destûr neda tu lîstikek ji bilî tirkî. Lê tê zanîn ji bo kurdî di TRT'ê de destûr nîn bûn lê zagon guherandin û TRT'ê dest bi weşana bi kurdî kir. Di vê mijarê de jî ger bixwazin her tişt mimkûn e."
Wan li ser projeya xwe bi wezîr re axivîne û ev yek lê zêde kirine: "Em nabêjin bila teqez lîstika me di nav repertuara şanoya dewletê de cih bigire. Gelek komên ku bi kurdî şanoyê dikin hene. Ger bê xwestin lijneya ji vê berpirsiyar dikare ji wan koman jî dosyayên wan bigire, binirxîne û ji navê kîjan guncav e wê bide lîstin."
Ew dibêjin ku heta niha bi Wezîrên Çandî yên Tirkiyeyê re têkiliyeke wisa çenebûbû û ew dixwazin di vî warî de bibin pêşeng. Wan ji Wezîr Gunay re wisa gotiye. "Me heta niha ne wekî Wezîrê Çandê yê Tirkiyeyê, me wekî Wezîrê Çandê yê Tirk li wezîrên berê nêriye. Em dixwazin we wekî Wezîrê Çandê yê Tirkiyeyê bibînin. Ger hûn xwedî li çanda kurdî derên wê kurd we bi vî awayî bihesibînin." Li ser vê yekê Wezîr Gunay jî gotiye ku ew li vî welatî wezîrê her kesî ye, her kes bila bikaribe dîtinên xwe bîne ziman, xebata xwe ya çandî bike û pêş bixe
Batgi û Parilti gotina, "Ji her derê dinyayê gelek metnên bi zimanên cihê têne wergerandin û wekî lîstikê şanoyê têne lîstin, çima metnên kurdî li tirkî nayên wergerandin û nakin lîstik" anîne ziman, Wezîr Gunay jî ji vê gotinê hez kiriye.
Di hevdîtinê de wan xwestiye ku Weşanên Wezareta Çandê klasîkên kurdî bi zimanê orjînal û bi tirkî biweşînin, lê wezîr gotiye ku di vî warî de amahiyên wan hene, ew dê di demeke kurt de klasîkeke bi vî rengî biweşînin.
Sala 2010'an Stenbolê Wezî Paytexa Çandê ya Ewropayê hatiye hilbijartin û di vî warî de xebat têne kirin. Batgî û Parilti ji Wezîr Xwestiye ku di vî warî de muzîkalek kurdî bê amadekirin, şanoya kurdî bê lîstin, li ser wêjeyê axaftin bêne kirin. Wezîr Gunay diyar kiriye ku ev fikrek baş e lê di vî warî de tiştek di destê wî de nîn e, ew tenê dikare vê daxwazê ragihîne Ajansa 2010'an û di vî warî de ew dê alîkariyê bike.
Di dawiyê de Batgi û Parilti bi awayekî erênî derbasbûna hevdîtina xwe bi hêvî ne. Ew li bendê ne ku di serdema nû ya şanoyê de ku di meha kewçêrê de dest pê dike tiştên bi kurdî çêbibin. Wan digel hevdîtina xwe ya serketî dosyaya xwe jî pêşkêş kirin û li benda bersiveke erênî ne.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


