logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Ji Hewldana Jiyandina Heskîfê bangeke nû

Qewlê welatên kredî didin Bendava Ilisûyê 6'ê tîrmehê temam dibe. Hewldana Jiyandina Heskîfê bang li her kesî kir.

  • Dîrok: 15/06/2009
  • Beş: Nûçe

ÊLIH
Endama Jiyandina Hewildana Heskîfê Dîren Ozkan diyar kir ku ligel noqavkirina Heskîfê ne tenê dîrok di heman demê de pûnpiyên şaristaniyên li ser vê axê jî dê winda bibin. Ozkan xwest ku her kes ji bo parastina bajar xwedî dîroka 12 hezar salî bi hîstiyar tevbigere. Ozkan diyar kir ku qewlê welatên krediyê didin projeyê di 6'ê tîrmehê de bi dawî dibe û xwest ku bi tevahî piştgiriya xwe paşve bikişînin.

Hewldana Jiyandina Heskîfê ku di sala 2006'an de ji hêla sazî û dezgehên civakî, şaredarî û sendîqayan bi tevahî beşdariya 80 saziyan hate avakirin. Endama vê hewldanê Dîren Ozkan diyar kir ku di 6'ê tîrmehê de qewlê welatên krediyê didin Bendava Ilisûyê temam dibe.
Hewildan bi salan e ji bo parastina Heksîfê çalakiyên cur bi cur li dar dixe, xebatên der barê Heskîfê de jî dike. Hewildan ji bo gel li hemberî bendava 289 hoyûkan di bin avê de dihêle, 55 hezar kesî koçber dike, dibe sedema encamên civakî, aborî û psîkolojîk û xirabkirina ekosîstema Newala Dîcleyê xwedî agahî û hestiyar be xebatên xwe dimeşîne.
Ozkan li ser rewşa dawî ya Bendava Ilisûyê û Heskîfê agahî dan me. Dîren bang li hemû kesî kir ku li hemberî mijarê hîstiyar bin û hem bang li welatên krediyê dikin bikin ku piştgiriya xwe paşve bikişînin û hem jî li Tirkiyeyê hewildanên xwe zêde bikin.

'Xebatên me yên li dijî bendavê hatin îlegalîzekirin'

Ozkan diyar kir ku li gundên dê di bin avê de bimînin xebat meşandine û wiha axivî: "Me panel û mitîng li dar xistin. Me bi gundiyan û bi welatên dê krediyê bidin re hevdîtin pêk anîn. Me gelek dijwarî kişandin. Yên li hemberî çêkirina bendavê derdikevin wekî endamên rêxistina terorê nîşan didin û tên sûcdarkirin. Xwedî lêderketina dîrok, çand û xweza li Tirkiyeyê sûc e. Di dema lêkolînan de gelek caran em asteng kirin. Ketina me ya gundan hate astengkirin. Heskîf jêderka yekemîn a dîrokê ye. Heskîf cihek dîrok û xwezaya di nav hev de ya bêhempa ye. Wekî cihên din ên kevn ên cîhanê tenê bi avahiyan dernakeve pêş. 12 hezar sal in her tim bûye cihê jiyanê. Sedema vê yekê jî ew e ku heskêfî heta sala 1960'an di nav dîrokê de jiyane."

'Li Mezopotamyayê tekane cihê li ser piyan maye'

Li ser mijarê Ozkan diyar kir ku Heskîf li Mezopotamyayê tekane cihê bi dîroka xwe re li ser piyan maye û ev tişt got: "Heskîf muzeyek servekirî ye. Zêdeyî 20 şaristaniyên rojava û rojhilat li vir derbas bûne. Hurrî-mîtanî, Asur, Urartu, Med, Pers, Romayî, Bizansî, Emevî, Abbasî, Selçûkî, Artukî, Eyyubî û Osmanî li Heskîfê jiyan e. Her tim li vir şaristaniyên cuda û jiyanek zindî meşiya ye. Ji bilî Pira Heskîfê, Mizgefta El Rîzk, Tirba Zeynel Bey, nêzîk 6 hezar şikeft û bi taybetî keleha li ser. Heskîf nayê barkirin. Gotinên barkirina Heskîfê bê wate ne. Yên vê yekê dibêjin tiştek ji dîrokê, çandê û kevnareyan fam nakin. Bi hezaran salan gelê vir li Newala Dîcleyê bi avê ji xwe re jiyanek çandî çêkiriye. Ev çand tenê dikare li vir bijî. Li cihek din ne mimkûn e bijî. Ev di heman demê de hişmendiya mirovahiyê ye. Ji bilî vê 199 cihên jiyanê bandorê ji bendavê digirin. 55 hezar kes koçber dibin. Bi hezaran koçerên li vir bicihnebûne jî dê bandorê bibînin. Dê ekosîstema Newala Dîcleyê bê xirab kirin. Ji ber vê yekê em dest ji têkoşîna xwe bernadin."

Ozkan bang li hemû derdorên xweza û dîrokparêz kir û wiha domand: "Di 6'ê tîrmehê de qewlê welatên krediyê didin Tirkiyeyê bi dawî dibe. Heta vê demê çalakiyên me dê li Heskîfê çê bibin. Em dê ji welatên krediyê didin bi nameyan bixwazin piştgiriya xwe paşve bikişînin. Heta vê demê çalakiyên me dê bênavber bidomin. Piştgiriya me zêde dibe. Ji bo parastina dîroka 12 hezar salan lazim e herkes hîstiyar be."

Ji DÎHA'yê hatiye girtin

 

Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news
  • 20 10 2026

5 hezar xwendekaran serî li Zanîngeha Rojava daye

news
  • 19 10 2026

Ji bo kurdî ferman da şaredariyan

news
  • 19 10 2026

FîlmAmed carek din hat taloqkirin

news
  • 18 10 2026

Beşdarî konsera ‘Unreal x Jeton’ bûn: Kesek miriye, du birîndar hene

news
  • 18 10 2026

Ji bo jinan qursa xwendin-nivîsandinê ya bi kurdî dan dest pê kirin

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
Ev jî hene
ad

Saziyên sivîl ji Nisêbînê bang kirin

ad

Berhemeke navneteweyî ‘Kaspar’ êdî bi kurdî ye

ad

Festîvaley Sydney reyna hamî taloqderkişî

ad

Panelek li ser wergera ji bo kurdî

ad

Du tîmên kurdan: Amed Spor û Van Spor têk çûn

ad

Belgefîlm bê pere têne nîşandayîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname