Cemil Oguz
Rojên Belgefîlman a Stenbolê "Documentarist" dest pê kir. Di festîvalê de gelek belgefîlmên derhênerên kurd jî hene.
3'yemîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist li Balyozxaneya Hollanda bi lidarxistina kokteyleke dest pê kir.
Documanterista ku kordînatoriya wê belgefîlmkar Emine Çelebi û Necati Sonmez dikin wê heta 27'ê mehê bidome.
Ji Tirkiye û ji welatên derveyê Tirkiyeyê zêdetirî 120 belgefîlm têne pêşkêş kirin. DYA, Lubnan, Swîsre, Hindistan, Arjantîn, Îzlanda, Îranê, Kore, Danîmarka, Fransa jî têde ji 35 welatan belgefîlmên li ser mijarên cur bi cur têne pêşkêş kirin.
Belgefîlm li Muzeya Perayê, Navenda Çanda Fransiz, Akbank Sanat, Dutch Chapel, Tutun Deposu û Sismanoglio Megaro (Avahiya Balyozgeriya Yewnanistanê ya li ser Kolana) têne nîşandayîn û bilêtên belgefîlman bi 4 TL’yî ne.
Mijarên belgefîlman
Di bin beşên bi navê 'Bajar û sînema', 'Balkêşî: Welatên Balkanan', 'Erdê bi adan ê belgefîlman: Polonya', 'Pirsgirêka Kapîtalîzmê', 'Yên herî nû yên Swîsreyê', 'Xeta Fayê ya Rojhilata Navîn: Filistîn-Îsraîl', 'Rewşa Jinane', 'Panoramaya Navneteweyî', 'Hilbijêra 2010'an a SİYAD'ê', 'Panoramaya Tirkiyeyê', 'Nîşandayîna Giştî: Mazhar Şevket Îpşîroglu', 'Fatih Pinar: Multimedya' de belgefîlm têne nîşandayîn.
Belgefîlmên derhênerên kurd
Di bin beşa 'Hilbijêra 2010'an a SİYAD'ê' hin belgefîlmên derhênerên kurd jî têne nîşandayîn. Vane hin ji wan:
- Bavê min dîrokê dinivîse - Babam Tarih Yaziyor
Derhêner: Haydar Demirtaş
Ziman: Tirkî, erebî, kurdî, suryanî
Mijar: Hosteyê avahiyan Mehmet tevî malbata xwe li Mêrdînê dijî. Mehmet Hoste ku misilman e, di gundekî dîrokî ya Mezopotamyayê de dêra suryaniyan tamîr dike. Kurê wî yê mezin Haydar ku beşa sînemayê dixwîne biryarê dide ku belgefîlmê bavê xwe bikişîne. Li derdora Mehmet Hoste zimanê tirkî, kurdî, erebî û suryanî tê bikaranîn. Belgefîlm temaşevanan dibe wê derê.
- Miraz
Derhêner: Rodî Yuzbaşi
Ziman: Kurdî
Mijar: Li gundekî kurdan ku şerê Rusan, sirgûna ermenan, Geliyê Zîlan, Berxwedana Agirî dîtiye ji bo vî belgefîlmî bûye mijar. Niha ji gund gelek kes rabûne çûne Ewropayê. Ji ser çîrokak ciwanek ku ew jî dixwaze Ewropayê lê bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimîne, meseleya gund, bêriya dê û bavên li gund û zarêkên wan li xerîbiyê derdikeve pêş.
- Ez ne nexweş im dayê! - Ben Hasta Degilim Anne
Derhêner: Hatice Kamer
Ziman: Kurdî, tirkî
Mijar: Li Batmanê ciwanekî nêremok, ji aliyê civakê ve ji nav civakê tê dûrxistin, ew li welatekî ku têde bijî û wî ji nav civakê dûr nexin digere.
- Ez û Nûrî Bala - Ben ve Nuri Bala
Derhêner: Melisa Onel
Ziman: Tirkî, kurdî
Mijar: Belgefîlm li ser jiyana aktîvîsta femînîst Emseray e. Fîlm ji kuçeyan Stenbolê heta gundê Eşmeyazi ya Qersê çîroka Esmerayê pêşkêş dike.
- Bertîj
Derhêner: Caner Canerik
Ziman: Tirkî, kurdî
Mijar: Belgefîlm li ser jiyana koçerên Perteka Dêrsimê hatiye kişandin. Di zozanan de jiyana zarokên kurd derdikeve pêş.
- İki Tutam Saç: Dersim'in Kayip Kizlari - Du qevd por: Keçikên Winda yên Dêrsimê
Derhêner: Nezahat Gundogan
Ziman: Tirkî
Mijar: Di sala 1937-38'an de li Dêrsimê dewlet tevgereke 'aşkirina wê derê' dide dest pê kirin. Di vir de çiqas mirov hatin kuştin, çiqas hatin koçkirin nayê zanîn. Lê tiştek tê zanîn ku piştî vê tevgerê bi sedan keç ji aliyê malbatên leşkeran ve hatin birin, hin hatin xweyîkirin. Belgefîlm ketiye dû şopa van keçikên winda. Ji wan du heb dîtiye û li ser jiyana wan disekine.
- Kahpe Devran
Derhêner: Cahit Çeçen
Ziman: Tirkî
Mijar: Belgefîlm yek kurd, du tirk, çîroka sê mirovên ji rêzê derdixe ber çavan. Ew hatine Stenbolê, li wê derê kar kirine, hinek navdar bûne, lê niha rewşa her sêyan jî xirab e û di derdê debara xwe de ne.
- Wijdanên Dilkevir - Taşlaşan Vicdanlar
Derhêner: Cent Ortulu, Zeynel Koç
Ziman: Tirkî, kurdî
Mijar: Di çarçoveya Zagoan Têkoşîna bi Terorê re bi sedan zarok têne girtin, nêzî çar hezarî têne darizandin. Belgefîlm balê dikişîne ser vê mijarê.
Çalakiyên din
Her wiha ji bilî nîşandayîna belgefîlman li ser belgefîlm û mijarên bi sînemayê re eleqedar hin panel, gotûbêj jî li dar dikevin. "Li Balkanan Hilberîna Belgefîlman" (25, În, Aksanat, 12.00-14.00), "Stenbol: Belgekirina Guherînê" (23,Çarşem,Avahiya Odeya Mîmaran a Karakoy, 14.00-17.00), "Atolye" (24,Pêncşem, Aksanat, 18.00), "Pirsgirêkê Cih ên Foto Belgefîlmê" (26, Şemî, Tutun Deposu, 17.00-19.30), "Dersa Sînemayê: Eyal Sivan" (26, Şemî, Tutun Deposu, 11.00-14.00) hin çalakiyên Documanterîstê ne.
Dîsa di çarçoveya Documanteristê de roja 18'ê mehê li Tutun Deposu pêşangeheke bi navê "Guleyên ku bera azadiya çapeminiyê û ramanê dane" vebû. Pêşangeh rojnamegerên ku di navbera 1980-2010'an de li Stenbolê hatine kuştin careke din bibîr tîne. Pêşangeh heta 27'ê mehê deriyên wê vekiriye.
Ji bo kesên eleqedar navnîşanên salonan:
Muzeya PERA'yê
Meşrutiyet Cad. No: 65, Tepebaşi, Beyoglu
Navenda Çanda FRANSIZ
Îstîklal Cad. No: 4 Taksim, Beyoglu
DUTCH CHAPEL (Serbalyozxaneya HOLLANDA)
Îstiklal Caddesi, Postacilar Yokuşu, Beyoglu
AKBANK SANAT
Îstîklal Cad. No: 8 Beyoglu
SISMANOGLIO MEGARO (Konsolosxaneya Yewnanistanê)
Îstîklal Cad No: 60, Beyoglu
Tutun DEPOSU
Luleci Hendek Cad. No: 12, Tophane
***
Nûçeya eleqedar:
- Şahiya belgefîlman Documentarist dest pê dike
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.