Berlin
Tarkan jî têde yên ku dijberê çêkirina Bendava Ilisuyê ne li Almanyayê civîneke li dar xistinb
Hunermend Tarkan tîşorta li ser "Bila Heskîf têk neçe" nivîsî bû li xwe kiribû û bi vî awayî derket pêşberî çapemeniyê.
Tarkan li vê derê axaftineke kir û xwest ku hikumeta Almanyayê piştgiriya krediyê ya ji bo projeyê betal bike.
Beşdarekî civînê daxwaza "ji bo rizgariya herêma Heskîfê li Berlinê konsereke bide" Tarkan da zanîn ku bi dilxweşî dikare konsereke wisa bike.
Axifgeran gotin ku bi çêkirina bendavê re dê tevna dîrokî, hevkêşeya ekolojîk a herêmê xira bibe û bi hezaran mirov dê bê mal bimînin.
Li ser navê hikumeta Almanyayê Mişteşarê Wezirê Aboriyê Hans Heckel beşdarî civînê bû û îdîa kir ku Tirkiye projeyê bi awayekî zelal dimeşîne.
Serokê Komeleya Xwezayê Guven Eken jî got ku bi çêkirina bendavê re dê hawir tesîreke xirab jê bigire û dîrokeke bi hezaran salan a herêmê winda bibe.
Eken dûre ji tîşortên Heskîfê yek jê diyarî Heckel kir û dûre 170 hezar îmzeyên ku berhev kiribûn pêşkêşî wî kir.
Şaredarê Batmanê Nejdet Atalay jî xwest ku hikumeta alman dest ji projeyê bikişîne