Diyarname
Îro bajarê Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ'ê hat azadkirin. Li ser vê Ajansa Anadolu (AA) ya dewlata Tirkiyeyê nûçeya "Konseya Leşkerî ya Sûriyê û PYD derbasî rojavayê Firatê bû û dest danîn ser Minbijê" weşand.
Hevserokê HDP'ê Selahattin Demirtaş ev nûçeya AA'yê parve kir, bi gotina Ahmet Davutoglu a ku dema Serokwezîrê Tirkiyeyê bû gotibû, "Aliyê rojavayê Firatê xeta me ya sor e" henekê xwe kir, twitt avêt ku Davutoglu jî pêve kir. Demîrtaş di twitterê de ji Davutoglu re wisa got: "Xoceyê min gelo ev rast e?" û Demîrtaş di twitta duyem a piştî vê de jî wisa got "Wey Xwedê rast e! Wê çaxê dema reqsê ye" û pêre vîdyoyek kurdên direqisin weşand.
(Ji bo temaşekirina vîdyoya ku Demîrtaş weşandiye twitterê bitikînin)
Hay Allah doğruymuş!
— Selahattin Demirtaş (@hdpdemirtas) 12 Ağustos 2016
O zaman dans