Diyarname
Yek ji nivîskarên kurd Adar Jiyan ku xwedî kedek mezin e di warê kurdî de berhemdariya xwe didomîne. Herî dawî çar pirtûkên wî "Fêrnabe", "Hebûn", "Hêwisîn" û "Mewlûd" derketin.
Adar Jiyan ji gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ye hatiye dinê. Dibistana seretayî li gund, dibistana navîn li Stewrê xwendiye. Dûre Amadeyiya Îmam-Xetîbê Mecanî ya Mêrdînê qezenc kiriye. Piştî xwendina çar salan wekî mele bi awayekî fermî hatiye peywirdarkirin; heman salê Zangokay Perwerdehiyê qezenc kiriye û çûye zankoyê. Wî zanko temam kiriye û bûye mamosteyê polê û tayîna wî derketiye. Lê Adar Jiyan nesekiniye ligel mamostetî di Zanîngeha Enqereyê Zankoya Ziman, Dîrok û Erdnîgarî de beşa Wêjeya Zimanê Fransî û Wêjeya Wê xwendiye.
Jiyan ku mamostetiya xwe ya polê dom dikin di vî warî de her ku çû bû pispor û bi vî warî de lêkolîn kirin û berhem afirandin.
Nivîskar Adar Jiyan li Xarpêt, Sêwaz û Dîlokê mamostetî kir, di sala 1990'î de hat girtin, piştî girtinê sê salan kar nedît loma betal geriya û paşê ew sirgûnê Yozgatê kirin. Ji wir jî sirgûnê Konyayê kirin. Jiyan ji wê demê ve hê li Konyayê ye û hem mamostetiya xwe dike, hem jî dinivîse. Heta niha gelek nivîsên wî di gelek weşanan de hatine weşandin ku piranî wî ji bo Azadiya Welat quncik nivîsandiye.
Heta niha bi navê "Seyran" (Destan, Weşanên Mîr, Gulan 2030), "Raveya Peyvan (Ceribîn, Weşanên Pêrî, 2005), "Ziman û Jiyan (Ceribîn, Weşanên Pêrî, 2005), "Şevên Koçber" (Çîrok, Weşanên Pêrî, 2005), "Serkeftina Morîstanan" (Fabl/rist,Weşanên Pêrî, 2005), "Kurdiya Hêsa" (Lilgel Komîsyona Ziman a Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, 2003), "Gav bi gav kurdî"...
Niha me çima ew qas qal kir? Adar Jiyan ku ji nivîsê dûr nakeve, her tiştinan dinivîse bi 4 pirtûkên nû li Fûara Pirtûkan a Amedê bû ku pirtûk par ji Weşanên J&J'yê derketibûn.
Ji wan pirtûkan yek jê "Mewlûd" e ku ji qesîdeyan pêk tê. Ya din "Hêwisîn" e. Ew "Hêwisîn"ê wisa bi navê dike, "Hêwisîn hînê hîndekariyê, hîndekarî jî hîmê perwerdehiyê ye. Hêwisîn, di malzarokê de, bi hînbûna zimanê dayikê dest pê dike." Û di vê pirtûkê de li ser azîneyên hêwisînê, bi taybetî li ser rê û rêbazên hîndekariya ku hêwisîneke baş bingeh digire radiweste.
Pirtûkek dir "Fêrname" ye. Adar Jiyan dibêje "Jiyan bi fêrbûnê dest pê dike û fêrbûn di 'fêrgeh'a jiyanê de bi qedr û qîmet û watedar dibe. Ji bo wê, her mirov heta dawiya umrê xwe, hem mamoste û hem jî şagirtê zanînê û civaka xwe ye." Ev nivîsên li ser fêrbûnê hatine nivîsîn piranî berê di quncikê wî yê Azadiya Welat "Fêrgeh"ê de hatine weşandin.
Pirtûka dawî ku em qal bikin jî "Hebûn" e. Li ser hebûna li gor hin kesan û hebûna li gor her kesî xwe dide pêş lê nivîskar zêdetir li ser hebûna berbiçav disekine. Ew dibêje, "Rastî û heqîqet bi hebûnê ve girêdayî ye. Tiştê ku tê nîqaşkirin hebûn e. Tunebûn, bawerî ye. Pêdiviya hebûnê bi baweriyê nîn e. Tunebûn nayê nîqaşkirin. Heke were nîqaşkirin jî nîqaşeke bêsûd û bêencam e" û dûre hêvî dike ku xwendevan bi vê pirtûkê ber bi fikar û fikirînên nû bibe.
- Mewlûd / Adar Jiyan / Qesîde/wêje, Weşanên J&J, 2015
- Hêwisin / Adar Jiyan / Pedagojî/Perwerdehî / Weşanên J&J, 136 rûpel, 2015
- Fêrname / Adar Jiyan / Ceribîn-perwerde / Weşanên J&J, 455 rûpel, 2015
- Hebûn / Adar Jiyan / Raman-Felsefe / Weşanên J&J, 183 rûpel, 2015