Diyarname
Rêveberiya Formula 1 biryar da ku Pêşbaziya GP (Grand Prix) ya ku îsal dê li Tirkiyeyê li dar bikeve betal bike. Bi vî awayî îsal GP Tirkiye li dar nakeve.
Li gor bernameyê gere GP Tirkiye 13'ê meha pûşperê li Îstanbul Parkê li dar biketa. Ji ber pandemiyê rêveberiya formûla ev biryar da: "Ji ber astengiyên rêwîtiyê mixabin ne mimkûn e em pêşbaziya ku di meha pûşperê de li Tirkiyeyê dê li dar bikeve li dar bixin."
Li gor bernameya Formulayê dê li Fransayê di navbera 18-20'ê pûşperê de; li Avusturyayê jî du caran, di navbera 25-27 pûşper û 2-4'ê tîrmehê de li dar bikeve.
Maça Fînala Lîga Şampiyonan jî betal bûbû
Duh jî UEFA'yê biryar dabû ku maça fînalê ya Lîga Şampiyonan ku dê li Stenbolê li dar biketa betal bike. Maça ku dê roja 29'ê vê mehê li Stenbolê li dar biketa ji ber pandemiyê birin Portoyê. Wê rojê li Portoyê dê Manchester City û Chelsea ji bo kûpayê bilîzin