Diyarname
Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Abdurrahman Yalçinkaya bi îdîaya 'Tevgerên wê li hemberî laîqiyê ne' li hemberî Ak Partî li Dadgeha Makezgonê doza girtinê vekir.
Li ser biryara girtina Ak Partiyê, sazûmankarên partiyê bi awayekî awarte li hev civiyan.
Piştî civîna li Navenda Giştî ya Ak Partiyê, li ser navê Ak Partî Dengîr Mîr Mehmet Firat daxuyaniyeke da çapemeniyê û got; "Divê hemû sazî di hesteke berpirsiyar tevbigerin. Li Tirkiyeyê ev neheqiya herî mezin a li hemû bi destxistinên demokrasiya me, hizûr û îstîkrara me ye."
Firat got ku di demokrasiyan de rayeya temsîlkirinê yê milet e û wiha domand: "Divê demokrasî û hiqêqê neynin pêşberî hev. Di vê dema xesas a Tirkiyeyê de divê xirakirina îstîkrarê baş bê hesabkirin. Ak Partî di rêya xizmetê de her tiştî dide ber çavên xwe. Li hemberî teşebuseke bi vî rengî dê qet neveke nava diduliyê."
Uskulê AKP'î: Çalakiya ku bibe sedema girtinê nîn e
Parlamenterê AKP'ê yê Mêrsînê Zafer Uskul ku doza girtinê Ak Partî d nirxand, got; "Ev biryar tişteke ku mirov pir şaş dike ye. Çalakiyek ku bibe sedema girtina Ak Partî nîn e. Ak Partî partiyek ku di her şertekî de girêdana xwe ya bi laîktiyê ve tîne ziman e."
Gul: Bila her kes baş bifikire
Serokomar Abdullah Gul li ser mijarê nexwest biavixe lê li ser israra rojnamegeran wisa got: "Hewldanek li hemberî partiyek ku li meclisê ew qas serdestiya wê heye, dê çi bide Tirkiyeyê û çi bide windakirin. Bila her kes baş bifikire."