Diyarname
Şîrketa Lêkolînê KONDA ji bo hilbijartina pêşiya me anketa xwe ya meha rezberê weşand. Li gor anketê piştî 1'ê rezberê dîsa koalîsyon dixuye.
KONDA'yê encama anketa xwe bi kirînerên xwe re parve kiriye. Ji çavkaniyan hinan ji bo Business HT encama anketê vegotiye. Li gor wê di anketê de ev encam derketiye:
- AKP: Sedî 41,7
- CHPB Sedî 24,8
- MHP: Serî 16,4
- HDP: Sedî 12,3
- Yên din: Sedî 4,9
Di hilbijartina 7'ê pûşpedê de AKP'ê sedî 40,6; CHP'ê sedî 25,1; MHP'ê sedî 16,4; HDP'ê jî sedî 12,9 deng girtibû.