Diyarname
Îsal 20”emîn Xelata Azadiya Fikir û Ramanê ya Ayşenur Zarakolu tê belavkirin. Komîteyê ragihanrd ku dê îsal xelatê bidin siyasetmedara girtî Aysel Tugluk û Însiyatîfa Piştgiriya Taksîmê.
Ayşenur Zarakolu yek ji avakarên Weşanxaneya Belgeyê ye. Loma jî Belge ev 20 sal in li ser navê wê vê xelatê dide. Îsal ji bo vê xelatê navê Tugluk ku niha li girtîgeha Kandirayê ye û rewşa wê nebaş e, û navê Piştgiriya Taksîmê eşkere kir. Roja 9’ê gulanê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê dê xelat bê dayîn.