Diyarname
Roja 5'ê pûşperê di mîtînga HDP'ê ya Amedê de ku li Stasyonê li dar dikeve bombe teqiya û 5 kesî jiyana xwe ji dest da. Stasyona ku her car ji bo mîtînga mazûvanî dikir vê carê bû hedefa kezebreşan.
Niha li wê derê her şîn heye û li cihê bûyerê tiştin hatine daliqandin. Yek ji wan jî lewheyek e û li ser wisa hatiye nivîsîn: "Navê vê meydanê Meydana 5'ê Pûşperê ye."
Guhartina navên qadan di destê şaredariyan de ye. Wisa diyar e ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî dê dest bavêje vê qadê û "Meydana Stasyonê" bike "Meydana 5'ê Pûşperê".
Em jî vê fotoyên wekî fotoyê rojê pêşkêşî we dikin.