Diyarname
Lîga Super a Tirkiyeyê dest pê kir. Şampiyonê par Beşîktaş di maça yekemîn a lîgê de bi 2-0 li mala xwe li hemberî Antalya Sporê bi ser ket. Golên Beşîktaşê Pepe (45+4) û Cenk (dq 64 ji penaltî) avêt.
Di maçên din ên îro de Evkur Malatya Bi 3-1 Osmanli, Trabzonê jî bi 2-1 Konya têk bir.
Di maçên duh Akhisarê Sivas bi 1-0, Kasimpaya Alanya bi 3-1 têk biribû. Fenerbahçe û Goztepe (2-2), Gençlerbirligi û Karabuk (1-1) wek hev mabûn. Berî van jî Başakşehirê Bursa bi 1-0 têk biribû.
Hefteya yekemîn a Lîga Super a Tirkiyeyê ya serdema 2017-2018'an sibê dê bi maça Galatasaray û Kayserî temam bibe.