Diyarname
Lîstika şanoye "Araf" ku ji aliyê Cihan Şan ve hatiye nivîsandin ji Weşanên Do derket.
Teksta şanoyê bi navê "Araf" ji aliyê derhênerê şanoyê Cihan Şan ve hatiye nivîsandin. Araf li ser jiyana rewşenbîrê kurd Musa Anter e. Lîstek li Nisêbînê di salvegera kuştina Anter de hate lîstin û dûre dê li Konaka Îzmîrê hatibe lîstin lê hate qedexekirin.
Lîstika navborî çawa ku bi lîstikvaniya Aydin Orak derkete ser dikê di heman demê de wekî teksta şanoyê bû pirtûk jî. Pirtûk niha ji Weşanên Do derket. Di lîstikê de 9 Epîzot hene û di her yekê de qala beşeke jiyana Musa Anter tê kirin. Pirtûk di heman demê de wekî xebateke Teatra Avestayê hatiye pêşkêşkirin.