logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)
  2. Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!
  3. Arjantîn 'duble'yê dixwaze!
  4. Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd
  5. Çarîk fînal bi maça Fransa-Spanyayê dest pê dike
news-details

Kêmasî ya me ye

Yek ji stûna neteweyê çand û ziman e. Tişta ku neteweyê dike netewe ziman e, çand e. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn û Ro

  • Dîrok: 20/02/2015
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Osman Baydemîr


Yek ji stûna neteweyê çand û ziman e. Tişta ku neteweyê dike netewe ziman e, çand e. Li erdnîgariya Rojhilata Navîn û Rojhilata Nêz gelek ziman û netewe hinek bi jenosîdên reş, ango bi kuştinê hinek jî bi jenosîda spî ango asîmîlasyonê ji holê hatin rakirin. Fikra me çi be, partiya me çi be bila bibe, berî her tiştî divê hişmendiya me ya dîrokî hebe. Werîn em bi hev re li berxwedana gelê kurd binêrin.

Ji Şêx Seîdê kal, heta Qadî Mihemed, heta Seyîd Riza, ji Başûr heta destpêka berxwedana Bakur û heta destana Kobanê, asta herî jor a hemû berxwedana gelê kurd ji bo parastina ziman e. *** Gava ziman ji holê rabe stûna zêrîn a çandê qels dibe û netewe jî bê stûn û bê star dimîne, têk diçe. Çawa ku mêrxasên vî gelî sînga xwe dan ber dagirkeran û welat parastin divê ronakbîr, siyasetmedar û nivîskarên vî gelî jî wisa sînga xwe bidin ber jenosîda spî û ziman biparêzin.

Gelek rê û rêbazên parastina çand û ziman hene. Yek jê ew e ku di jiyana xwe de em ji xwe dest pê bikin. Em xwe mesûl bibînin û bikaranîna ziman ku divê di nava malê de axaftina bi wî, di nav zar û zêçan de axaftina bi wî, li bazarê, di nav hevalan de, di nava siyasetê de axaftina bi wî em wekî şerekî li dijî asîmîlasyona spî pêk bînin. Kûrahiya zimanê kurdî, kûrahiya çanda kurdî beramberî hemû zimanên dewlemend e.

Di wêjeya îngilîzan de Wîllîam Shakespeare nivîskarekî bi nav û deng e, wekî nivîskarekî ku paye daye zimanê îngilîzî tê dîtin… Îro ger em bikaribin lîstoka Hamlet bi kurdî derxin ser sehneyê, ev tê wê wateyê ku zimanê kurdî; hema tenê zaravayê kurmancî beramberî/di tengala Îngilîzî ye. Zimanê kurdî bi hemû zaravayên xwe zimanê medeniyetê ye. Wer bifikirin, zimanek sed sal li ser warekî qedexe be û nebe zimanê perwerdeyê ew ziman dê têk biçe. Lê li hemberî vê zext û zora sedsalî jî zimanê kurdî ewqas dewlemend e ku hêj zimanê wêjeyê ye, hêj zimanê çand û siyasetê ye. Ne ku zimanê kurdî têra siyasetê nake, Ji ber ku asîmîlasyona spî tesîr li ser siyasetmedaran kiriye, kurdiya me têra siyasetmedaran nake.

Ew ne kêmasiya zimanê kurdî ye, kêmasiya me şexsan e. Gava şexs hewl bidin xwe û dest bi siyasetê bikin, çi bi nivîskî çi bi axaftinê dest bi kurdî bikin, wekî erkekê vî karî bînin cih, her wiha bikaranîna ziman wekî têkoşîn û berxwedanekê bibînin ez dibêjim qey di nava 6 mehan de dê zimanê siyaseta me jî vegere ser kurdî. Her wiha Ronakbîr û hunermendên ku karê xwe bi tirkî dikin wekî tekoşînê bi karanîna zimanê kurdî bidin pêşiya xwe wê di xizmeta herî mezin a parastina ziman de karibin cîhê xwe bigirin. Ya girîng ew e ku em kêmaniya xwe nekin stûyê zimanê kurdî. Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê lî hemû xebatkar û dildarên zimanê kurdî pîroz be…

20.02.2015, Azadiya Welat

Parve Bike

Youtube Me

Nanê Gel li benda gel e

news

Rewşa dawî ya Birca Belek

news

Keçikek û xapandina civakê

news

Dîroka Edebiyata Kurdî (Serdema Berî Îslamê, Serdema Xanedanan)

news

Ji bo kêfa dide me, 3 deqe bo wî

news

Dema ku dinya kêfê dike

news

Jinên kurd ên navdar

news

'Bavê Min ê Mitirb', Çiya Mazî qal dike

news

'Kêzxatûn'a Delalê

news

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li pey Heyatê: Here ku tu naçî

  • Dilşêr Bêwar
news

Qadek malwêranî ya nivîskar, rewşenbîr û hunermendên kurd

  • Hogir Berbir
news

Qirdiktî

  • yeqîn h.
news

Tifaqî = Hezkirin

  • Çorê ARDA
news

Şîrket çawa tê birêve birin, DEM Partî çawa?

  • Cemil Oguz
news

Ev resim ji ku nizilîn?

  • Dilşêr Bêwar
news

Konferansa Diyasporaya Kurdan

  • Zekî OZMEN
news

Însan hê nebûne însan li taxên paragrafên qetiyayî

  • H. Kovan Baqî
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
Ev jî hene
ad

Dîroka erdhejên li Wanê pêk hatine

ad

Îsraîlê bi awayekî fermî dewleta Somalilandê nas kir

ad

Ji ber kurdî 400 hezar pere ceza li komeleya Arsîsayê birîn

ad

Parka Fîdel Castro vekirin

ad

ÎHD'ê kovara xwe bi kurdî xemiland

ad

Ji girtîgehê oteleke luks çêkirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Bandora lêborînê li ser tendirustiya laşî û derûnî (bi nêrîneke derûnkolerî)

  • 15 07 2026
news

Li Dêrikê qeydên heta 1924'an û windakirin, talankirin!

  • 14 07 2026
news

Arjantîn 'duble'yê dixwaze!

  • 15 07 2026
news

Gayanê Spanya serê dîkanê Fransa tera kerd

  • 14 07 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname