HEWLÊR
Ev demek dirêj e li başûrê Kurdistanê reklama şîrketa Îbrahîm Tatlises ya bi navê ‘Deştî Buheşt’ tê kirin. Lê ev pênc meh in pereyên nêzî 150 karkerên di avahiya şîrketê de dixebitin nehatine dayîn. Karkerên piraniya wan di bin şert û mercên zor de kar dikin, gotin: “Êdî Deşta Biheşt li me bûye deşta dojehê”.
Ev demeke dirêj e li Başûrê Kurdistanê reklama Şîrketa Îbrahîm Tatlises ya bi navê Deşta Buheşt têkirin. Pankartên reklama li her derê Hewlêrê hatine daliqandin û her wiha piraniya televîzyonên başûrê Kurdistanê her roj reklama wê dikin. Di reklamê de Îbrahîm Tatlises bi xwe bi kurdî diaxive.
Avahiya vê şîrketa Deştî Buheşt li navçeya Hewlêr Kesnezanê tê çêkirin. Piraniya karkerên ku di şîrketê de dixebitin kurdên bakurê Kurdistanê ne. Karkerên ku nikarin li Tirkiye û bakurê Kurdistanê debara xwe bikin berê xwe dane başûrê Kurdistanê. Ew dibêjin ku ev 5 meh in ew dixebitin lê hê me yek dînar jî wernegirtiye. Karkerekî ku nexwest navê xwe bêje got: “Deşta Buheştê li me bûye dojeh” û da diyarkirin ji ber bêperetî ew nikarin derkevin derve, tenê dixebitin. Karkerên di bin germahiya 45-50 pileyê de dixebitin, bi bîr xistin ku cejna Remezanê jî hat, lê hîn wana pereyê xwe nestendine.
Karkerek din ragihand ku divê ew ji bo cejnê vegerin malê, lê ji ber ku pereyên wan tune ne ew nikarin vegerin. Ji ber nedayîna pereyan gelek caran karker û taşaronan şer kiriye. Taşaron jî didin diyar kirin ku ji ber ku şîrketê pere nedaye wan, ew jî nikarin pereyên karkeran bidin.
Ji ANF'ê hatiye girtin
**
Vaye ew reklama ku Tatlises têde lîstibû: