Rojnivîskên dojehê*
Îlhamî Sîdar
Zarokek di tenhayiya şevê ve pêçayî, di navbera dengên circirok û çirûskên lajiwerdî ya di şevê de diçe û tê, jiyanê dikole, gerdûna bêdawî, pirsên dijwar di mêjî de xwe dide der û hiş jixweber dest bi berhevkirina xeyalan dike.
Demek şûnde li qiraxa kaşikekî rûdine, kevirên biçûk ên di dest de yek bi yek diavêje avê, xelekên ku her diçe pêl bi pêl berfireh dibe, wê ber bi kûrahiya xwe ve vedikêşe, jiyaneke nû dibişkive di nav xelekan de; ev ne ew jiyana ku ew tê de dijî ye, jiyaneke der asayî û dojehiye ku, hê bixwe tu hay jê nîn e, hay jê nîn e ku, jê û pêve êdî di navbera wî û di qedera wî de peymanek ji pêtên agirê pêk hatiye. Hay jê nîn e ku li wê qiraxê kirasekî mişt bisitire bi xwe ve kiriye...
Li avê mêze dike, ava şilo (dibe ku bîraninên ku di hiş de cih girtine lewma îro baş zelal xuya nakin).
Jixwe, her bihar ev kaşik ji berf û baranê komek av digire, goleke biçûk jê pêk tê û her bihar rex vê kaşikê ji xwe re cih û şûnwar digire. Jê kirî okyanûseke bêdawî li pêşberî wî vebûye.
Li avê mêze dike, ava şilo (dibe ku bîraninên ku di hiş de cih girtine lewma îro baş zelal xuya nakin), di nav xelekan de ji xwe re dinyayek ava dike (wekî ku di baweriya xiristiyanan de çawa Xweda jiyanê bi tebeşîrekî di valahiya asîmanan de xêz kiribe), dinyayek mişt xeyal, mecaz û ji hemayan pêk hatî di nav xelekan de xêz dike.
Xwe wekî Xwedayê xwe dihesibîne, jê kirî tenê ji hestên wî aferidiye xweza, xweza tenê ji hestên wî pêk hatiye, dikare her cure tiştinan bixe qalibekî, dikare jixwe re her cure jiyanê biafirîne.
Difikire, kûr...
Û her difikire...
Bê nizane ev daxwaza tund a nivisê di pêşerojê de jiyana wê çawa ê vegehuzine jiyaneke dojehîn, jiyaneke mişt bi êş û jan; bê hay wateya jiyanê rêz bi rêz kom dike.
Û hiş çawa şilo nebe, çawa serobino nebe?
Difikire...
Di xwewneke kûr de.
Zarokane.
Lê yek wekî ji temenê xwe pir mezin.
Sal derbas dibe.
Her diçe zarok mezin dibe.
Û her mezin dibe pê re kesayetiya wî ya veşartî jê dûr dikeve û her diçe nayê zeft kirin, îca baş dibîne ku ji xwe û ji zarokatiya xwe cuda ketiye.
Hey lê bigere, êdî ew jiyana aram qet bi dest nakeve.
Êdî rihekî parçebûyî, jiyaneke nîvcomayî û riziyayî...
Û emrê mayî her û her bi lêgerînekî biboriya, bi lêgerîna jiyana windabûyî
Gelo ê bikaribûya elementên xwe yên ji hev bûyî careke din li hev bianiya.
Kê dizane...
***
Belê ew zarok ez bûm, û hê ji wan çaxan, ji paşerojeke dûr û nepen, dinyayeke pir giran li pişta min hatibû bar kirin
Û ji wê çaxê û wir de di kaosa gerdûnê de diperpitim.
Hey Xwedeyo!
Belê, ew zarok ez bûm
Ji xwe ne ez bûma qet dikaribûm îro wekî nivîskarekî bixwiyama?
***
Belê xwendevanên hêja, min xwest serboriya xwe ya nivisê çi ji destê min hat bi kurtasî ji we re diyar bikim.
Lê îro rûpeleke nû, min di jiyana xwe de vekir, divê bi we re parve bikim: Dibe ku we biryara min a ji îro pêve ezê bi kurdî binivisînim, xwendibe. Û wekî ku hûn dizanin, dîsa rexneyên tûj li min hatin kirin. (Minak: Gelo kevir li serê te ket.. Heta vêga tu li ku derê bûyî û hwd...) Bi rastî jî qet ne xema min e, lê divê ku xwendevanên min ên gelek hêja, ku min ji berhemên min dişopînin, wan bi rastiya xwe agahdar bikim. Ez navêm li ser sedema dûr û dirêj bisekinim, hema bi kurtasî dikarim bêjim ku, şert û mercên derveyî îradeya min ez ji zimanê xwe yê zikmaki dûr xistim û heta qedandina zaningehê jî kurdiya min qet tune bû û ji xwe hûn dizanin em nifşên 12 Rezberê, ne tenê ji zimanê xwe, hema bêje ji her nirxên xwe yên bi rûmet dûr ketibûn, bi ya rastî em ji wan hatibûn sirgûnkirin. Gava ku berî çend salekî pirtûkên kurdî li Tirkiyeyê hatin weşandin û ketine destê min jî, min bi çar lepî xwe li wan girt, ev kurdiya ku wan pirtûkan ez fêr kirim, îro bi wê kurdiyê, ez hestên xwe yên bi coş bi we re par ve dikim. Hûn li min biborin herhal min zehf dirêj kir.
Belê ez îro pir bi coş û heyecan im, wekî zarokekî ku ji xwe re kapeke zêrîn bidestxistibe ez kêfxweş im.
Ev nivîs, yekem nivîsa min a bi kurdî ye û ez ji dil dibêjim, di jiyana min de mîladek e ev.
Û ji vê pê ve her nivîsên min dê li ser vê tecrubeyê ava bibe.
Dibe ku kurdiya min hê jî têr neke û serê we jî bieşîne, biborin lê êdî baweriya min bi min heye û tu şik nîn e ku ezê her li ser zêde bikim.
Û êdî heta ji destê min were ezê ji bo pêşvebirina zimanê xwe yê şêrîn hewl bidim.
Bimînin di xweşiyê de.
ilhamisidar@hotmail.com
***
Têbiniya Diyarnameyê: Nivîskarê kurd Îlhamî Sîdar heta niha bi tirkî nivîsandiye. Bi rehetî em dikarin bibêjin ku çend heb pirtûkên wî yên hêja hene ku bi tirkî ne. Îlhamî Sîdar îro ev nivîsa bi sernavê "Rojnivîskên dojehê" bi kurdî şand û biryar daye ku ji niha û pêde bi kurdî binivîse.
Em wekî Diyarname du caran bi vê biryara Sîdar dilgeş bûn. Ya yekem wî biryar daye ku êdî dê bi kurdî binivîse. Û ya duyem jî yekemîn nivîsa xwe ya bi kurdî ji bo Diyarnameyê şandiye û em diweşînin.
Em ji hevalê xwe Îlhamî Sîdar re dibêjin tu bi xêra hatî Diyarê me, diyarê kurdî.
Îlhamî Sîdar kî ye?
Îlhamî Sîdar di sala 1965'an de li gundê Têlan a Misirca Sêrtê hatiye dinê. Di sala 1987'an de li Zanîngeha Enqereyê di beşa Ziman û Wêjeya Tirkî de xwendina xwe temam kiriye. Di zarokatiya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Ew digel helbestan romanan jî dinivîse.
Pirtûkên wî yên ku derketine ev in:
- Sozlerim Yalazinda, Helbest, 1999
- Bir Cudî Soylencesi: Bedirxan, Roman, 2003
- Alişkin Huzunler, Helbest, 2003
- Meleklerde Olur, Roman, 2005
- Dagli, Roman, 2007
- Yol, Roman, 2009