logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin
news-details

Ji Cîhan Roj du pirtûkên nû

Yek jê ya helbestan yek jî ya çîrokan du pirtûkên nivîskar Cîhan Roj bi hev re ji Weşanên Do derketin.

  • Dîrok: 09/09/2008
  • Beş: Berhem

 

Diyarname
Yek jê ya helbestan yek jî ya çîrokan du pirtûkên nivîskar Cîhan Roj bi hev re ji Weşanên Do derketin.

Cîhan Roj ji salên nodî ve bi nivîsê re eleqedar e û heta niha li gelek rojname, kovar û malperan nivîsên wî hatine weşandin. Roj, ku niha di malpera me Diyarnameyê de qunciknivîkarê dike yekem car pirtûkeke wî ya helbestan derketibû û dûre jî pirtûka wî ya çîrokan. Cîhan Roj niha bi du pirtûkên xwe derket pêşberî xwendevanên xwe: “Derîyê Çîrokê” û “Aqil Diçe Sewda Dimîne”.

Fermo: Deriyê Çîrokan vebû

Pirtûka “Deriyê Çîrokan” duyemîn pirtûka çîrokan a Cîhan Roj e. Di pirtûkê de gelek çîrok bi mijarên balkêş cih digirin. Her yek bi awayekî balkêşiya xwe nîşan dide.

"Deriyê çîrokê" ku navê xwe daye pirtûkê bi balkêşiya xwe hêjayî xwendiye; "Teqîna debo" henekên xwe bi cerdevan dike, cerdevanên ku di halê henekiyê de ne.
"Şevîndar" çîrokeke dilşewat e, çîroka keçikek ku bavê wê dixwaze bide kalek û întîxara wê keçikê bi marekê... Çîroka dengbêjekî, yan jî dengbêjan e "Deng û xaç" û "Du resim, du dayik", du hest, du jiyan... Çîroka dayikek ku kurê wê li leşkeriyê, û yê dayika din jî li çiyê ye, de were safî bike.
Di pirtûkê de bi navê “Deriyê Çîrokê”, “Dîwar û Dara Hejîrê”, “Teqîna Debo”, “Marya”, “Berf û Gotinên Mê”, “Çîk! Kî me ez?”, “Delal”, “Benê Daliqandinê”, “Firotina Çîkolatayê”, “Ehmedê Delal”, “Çeqmaqçî an jî Akîneton Pirtûk”, “Şevînda”, “Bajarokê bi du çarşî”, “Deng û Xaç”, “Mala Matê”, “Du resim du dayik” çîrok hene.

Dema Aqil Biçe Sewda Dimîne

Piştî "Ratîka"yê pirtûka duyem helbestan a Cîhan Roj jî “Aqil Diçe Sewda Dimîne” ye. Di pirtûkê de nêzî 50 helbestî hene. Redaksiyona pirtûkê Kawa Nemir kiriye. Nemir wisa dibêje li ser pirtûkê, “Helbesta helbestkar Cîhan Roj -û êdî çîroknûs- ji dîwana wî ya pêşîn a bi navê Ratîkayê heya vê dîwanê, li ser pergala dengê wî yê navxweyî yê xweserî wî, bigirin ji yeka ku em bibêjin hewldide helbestên ku bergeh û kêliyên biçûk, lê têrtijî, hildidin binê qeftê, heya helbestên ku xemên wî yên civakî di takekesitiya wî re dadiqalinin û tînin mexderê, gilî dike. Lewma reng e mirov bibêje risteyên wî dişibin 'tamatêzên kal ên ku di binê kayê de sor dibin" û bi dengekî naîf jî, gotineke durist dike, dibêje: Ey şeva bêkiras/mirovên ku jê hez dikim/ ne bextewar in!”

Cîhan Roj kî ye?

Nivîskar Cîhan Roj di sala 1965'an de li gundê Înaqe ya Vartoyê hatiye dinê. Zanîngeha Behra Reş a Teknîkî Beşa Mamostetî qedandiye. Di sala 1993'yan de dest bi nivîsa bi kurdî kiriye û ji wê rojê de heta niha di gelek kovar, rojnameyan de nivîsên wî hatine weşandin. Cîhan Roj ku niha di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike, heta niha ev berhemên wî derketine:
Ratîka, helbest, Weşanên Sî, 2002
Meyman, çîrok, Weşanên Lîs, 2006
Aqil Diçe Sewda Dimîne, helbest, Weşanên Do, 2008
Deriyê Çîrokê, çîrok, Weşanên Do, 2008

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 21 10 2026

Pirtûkeke nû, 'Şebrona' hat

news
  • 15 10 2026

'Dengê Helbesta Kurdî' derket

news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Li Silêmanî Grûba ji bo Aştiyê hat damezirandin

ad

Werger

ad

Metna edebî û xwendevan

ad

Kazakistan derbasî Alfabeya Latînî dibe

ad

Me Hemîd Dilbihar ji bîr kir?

ad

Heyva Sor a Kurdistanê di salekê de çiqas alîkariya Rojava kir?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname