Cemil Oguz
"Mem û Zîn"a Ehmedê Xanî bi kurdiya îro hate weşandin. Kurdiya îro ya pirtûkê Jan Dost amade kiriye.
Nivîskarê malpera me Jan Dost bi kurdiya îro Mem û Zîna Ehmedê Xanî amade kir û pirtûk ji Weşanên Avestayê derket.
Ji bo amadekirina vê pirtûkê Jan Dost kedeke mezin daye. Heta niha ji ber ku klasîkên kurdî bi tîpên erebî bûn em nifşên îro zêde nikarin jê sûde bigirin. Yên bi tîpên latînî jî ji ber ku bi kurdiya kevn in dîsa di sûdgirtinê de zehmetiyeke derdiket holê. Ji ber van zehmetiyan jî xwendevanên îro û klasîkên kurdî hinek dûrî hev diketin. Jan Dost ku Mem û Zîn bi kurdiya îro pêşkêşî xwendevanên îro kir, li ser vê yekê wisa dibêje, "Ji dema Ehmedê Xanî de heta destpêka sedsala 20'an zimanê kurdî yê nivîsandinê zêde nehatibû guhertin. Jixwe herfên latînî hîn nehatibûn meydanê û her kurdekî (di çarçoveya kurmancî de) dikaribû Mem û Zînê bixwîne û kêm zêde jê fam bike. Lê piştî tevgera kulturî ya ku li ser destê Bedirxaniyan û xeyrî wan dest pê kir êdî hêdî hêdî kurd dûrî klasîkên xwe çûn û her ku çû ji mîratê xwe yê wêjeyî qut bûn. Bi taybetî kurdên bakur ku têkiliyan wan bi car de ji herfên erebî qut bûn."
Berhem jî ji bo vê qutbûnê ji holê ra bike, careke din xwendevanên kurdî yên bi tîpên latînî bigihîne klasîkan hatiye amadekirin. Ev destpêkek e. Pêdivî bi berhemên klasîk ên kurdan ên din jî hene ku bi kurdiya îro bêne amadekirin û xwendevanên îro bi awayekî xweşik jê sûde bigirin. Baş e, lê dema ji bo kurdiya îro bê amadekirin çi ji orjînala xwe winda dike?
Bila bi hêsanî Mem û Zîn li ser zimana bigere
Li ser vê yekê jî nivîskar Jan Dost wisa dibêje: "Tiştê ku ez dixwazim bibêjim û pir pêwîst dibînim ew e ku Mem û Zîna ku min bi kurdiya îro amade kiriye hîç bi tu rengî nakeve şûna Mem û Zîna Ehmedê Xanî, ango nabe alternatîfa ji bo orjînalê. Teksta Mem û Zîn berî her tiştî ziman e. Zimanê wê taybet e û pîroziyeke wê heye, helbest ne pîroziyeke dînî. ev xebat ji bo ku Mem û Zîn bi hêsanî li ser zimanan bigere û bîr û bawerî û hizrên Mem û Zînê zindî bimînin hatiye meydanê."
Jan Dost berê Mem û Zîn bi erebî şirove kiribû û ew şiroveya wî heta niha li Şam, Bêrûd û Dihokê hate çapkirin. Ji ber ku ev bi dehan salan e nivîskar Dost li ser Mem û Zînê dixebite bi hemû kend û kospên wê dizane, hema bêje her kîte ji ber kiriye. Dema Weşanên Avestayê pêşniyaza ji bo kurdiya îro ya Mem û Zînê kiriye jî kêfa wî hatiye û ev zanîn jî bûye alîkarê wî. Jan Dost pêşî wekî pexşanê li ser Mem û Zînê xebitiye û xwestiye bi vî awayî bike kurdiya îro lê nebûye. Berdewama wê em ji Dost guhdarî bikin: "Bi wekî pexşan wergerandinê ez jê hay bûm ku sedî nodê çêja Mem û Zînê û muzîka wê ya xweş û rewan diçe. Min got ka hela ez biciribînim û bi helbestî wergerînim dê çawa be. Çend malik çûn min dît ku êdî Mem û Zîn ji xweber bi zimanê me yê îro diherike. Ez wisa pê dihesiyam ku ez bi xwe Mem û Zînê dinivîsim. Bi rastî min xwe wekî xwediyê vê Mem û Zîna li ber dest we hîs kir."
Bêşik wergera wê jî ne hêsan bûye. Gelek peyv hebûne ku dê çawa bikira? Hevokên ku ji bo kurdiya îro bihata wergerandin dê çawa ji wateya xwe, ji herikbarî û çêja xwe tişteke winda nekira?
Bila xebat bibe pirek di navbera me û Xanî de
Jan Dost mînakekî dide û wisa dibêje, "Mînak, Xanî wisa gotiye, 'Herçendî ji bo me esl û bîx in/ Hercar-i ji bo me axişîx in'. Di vir de Xanî behsa çar elementên ku bingeha hebûnê ne kiriye. Yanî agir û av û ba û ax. Ji bo van elemantan di ferhenga farisî de gotina Axşîg yan axşîc heye. Xanî ew bi formeke xerîb (Axşîx) bikar aniye. Min maneya axşîx naskiriye lê eynî peyvê ne mimkûn e ku di wergera wê de yan di kurdiya îro de hebe. Min rabû tenê wateya peyvê derbasî wergera xwe kir û wisa nivîsî: 'Çar bihgeh in bo me kok in herçar/ Makên me ne, ax ba, av û hem ar'."
Her wiha Dost ji bo çawa werger kiriye wekî vê mînakê mînakên din jî pêşkêş dike.
Di dawiyê de Dost hêviya xwe ya li ser berhemê jî wisa tîne ziman: "Ev hêvî dikim ev xebat dê bibe pireke xurt di navbera me kurdên îro û Ehmedê Xanî û berhema wî ya hêja de."
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçeyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçeyên Diyarnameyê qedexe ye.


