Diyarname
57'emîn Festîvala San Sebastian îsal di navbera 18-26'ê rezberê de li dar dikeve. Fîlmê kurdî jî beşdarî festîvalê dibe.
57'emîn Festîvala San Sebastian meha rezberê li Spanyayê li dar dikeve. Fîlmê derhêner Miraz Bezar ê bi navê "Min Dît" û filmê Behmen Qubadî yê bi nû yê bi navê "Kasî Az Gorbehaye Îranî Khabar Nadareh" (Kes qala pisîkên Îranê nake)" jî beşdarî festîvalê dibe.
Fîlmê "Min dît" ku li Amedê hatiye kişandin li ser jiyana du zarokên ku dê û bavên wan di dema pevçûnê de winda bûne. Fîlmê bi kurdî di beşa "New Directors Award" (Derhênerê/a Herî Serketî yê/a Nû) a festîvalê de bê nîşandayîn û ji bo xelatê bikeve pêşbaziyê.
Filmê derhêner Miraz Beraz ku li Amedê hatiye kişandin muzîka wê Mustafa Bîber çêkiriye. Fîlm di beşa pêşbaziyê de dê bê nîşandayîn.
"Min dît" di heman demê de dê li Festîvala Fîlman a Hamburgê de jî bê nîşandayîn.
Fîlmê Qubadî ku li Cannesê xelat girtî bû jî di festîvalê de dê bê nîşandayîn.
Her wiha di festîvalê de ji Tirkiyeyê fîlmê Pelin Esmer "11'e 10 kala" (Ji 11'an de 10 mabe) jî beşdarî festîvalê dibe.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
**
Nûçeyên eleqedar: