Li Rojava yekemîn Enstîtuya Tenduristiyê vebû
HESEKÊ
Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro Peymangeheke Tenduristiyê (Health Institute) li Hesekê bi merasîmekê vekir. Li Rojava ev yekemîn peymangeha tenduristiyê ye ku tê vekirin. Peymangeh ji bo gihandina xebatkarên tenduristiyê dê dersê bide û di 2 salan de wan mezûn bike.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa, berdevka Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Hesekê Sîham Mele Elî, hevserokatiya meclisa kantona Hesekê Xebat Silêman û Semer Abdullah û bi dehan malbatên þehîdan, endamên saziyan û navendên sivîl ên bajêr tevî kadro û xwendekarên peymangehê di merasîma vekirinê de hazir bûn. Peymangeh ji aliyê dayika þehîd Qehraman Çîçek Sultana Ehmed ve hat vekirin.
Têkildarî mijarê hevserokê Desteya Tenduristiyê Ciwan Mistefa ji bo ANHA'yê axivî û got ku peymangeh bi armanca pêþxistina warê tenduristiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hat vekirin.
ERWERDEHIYA 2 SALAN
Ciwan Mistefa piþtrast kir ku xwendekar dê 2 salan di peymangehê de perwerde bibin. Desteya Tenduristiyê 7`ê Îlonê/rezber îsal serîlêdana qebûlkirina xwendekaran ragihandibû û 20'ê mehê de serîlêdana xwendekaran temam bûbû. 11'ê vê mehê ezmûn hat çêkirin û ji xwendekarên serî lê dane 35 jê ji bo Peymangehê Tenduristiyê hatin qebûlkirin.
BEÞÊN DIN JÎ DÊ BÊN VEKIRIN
Li bernameya perwerdehiya peymangehê xwendekar dê 2 salan waneyên teorîk û pratîk hem di peymangehê de û hem di laboratuar û nexweþxaneyan de bibînin. Di pêþerojê de dê beþên mîna texdîr (anestezî), dermannasî, eþîa û laboratuar werin vekirin.