Zanîngeha Kobanî amadekariya derçûna xwendekaran dike
KOBANÎ
Zanîngeha Kobanî tevî kêmbûna derfet û alavan, di sala 2017`an de bi zimanê kurdî hate vekirin. Bi dehan xwendekar ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di zanîngehê de hatin qebûlkirin û piþtî 4 salan ji xwendinê xwendekarên beþa yekemîn amadekariyên derçûnê dikin.
Di zanîngehê de gelek beþ hene, fîzîk, kîmya, wêjeya kurdî, wêjeya erebî, beþa zanista perwerdeyê, erdnîgarî, mamostetiya refê, peymangeha birêvebirina kar û qanûnê, peymangeha mekanîk û kehreba, peymangeha tenduristiyê, beþa benckirinê, hemþîre û labaratûar.
28'Ê MEHÊ ZANÎNGEH KUTA DIKIN
640 xwendekarên zanîngehê hene. Piþtî 4 salên xwendinê roja 28`ê kewçêrê 30 jê xwendina xwe ya li zanîngehê bi serketî bi dawî dikin.
Têkildarî mijarê Hevseroka Zanîngeha Kobanî Þêrîn Muslim wiha got: "Piþtî þerê ku li bajarê Kobanî qewimî, Kobanî ji nû ve rabû ser xwe. Di gelek aliyan de bi pêþ ket. Di sala 2017`an de Zanîngeha Kobanî vekir û ev yek ji wan pêþketinan bû."
Þêrîn Muslim wiha domand: "Di demeke pêwîst de û cara yekemîn bi zimanê kurdî, zanîngeh hate vekirin."
JI 40'Î HETA SEDAN XWENDEKARAN
Muslim di axaftina xwe de behsa zehmetiyên ku destpêkê rastî kadroyê zanîngehê hatine, kir û wiha axivî: "Di destpêkê de hejmara mamosteyan û alavên pêwîst kêm bûn. Zanîngeh li ser du beþan hate vekirin, zanista xwezayî (fîzîk û kîmya) û beþa wêje. Di wê demê de hejmara mamosteyan nêzî 10`an bû û 40 jî xwendekar bûn. Lê piþtî 4 salan Zanîngha Kobanê hejmareke mezintir ji xwendekaran di nava her 9 beþên xwe de pêþwazî kir."
Þêrîn Muslim got, îro nêzî 100 mamoste di zanîngehê de hene û li gorî rêbaza akademîk û zanistî xwendekaran perwerde dikin.
DI NAVA SAZIYAN DE DÊ BIXEBITIN
Xwendekara bi navê Dîlan Hecî Mehmûd ku beþa labaratuarê (mexbera tibî) dixwîne ev tiþt anî ziman: "Vekirina zanîngehê bi zimanê dayikê gaveke baþ bû da ku em tê de dest bi xwendina xwe bikin. Xwendekara bi navê Dîlan Hecî Mehmûd ku beþa labaratuarê (mexbera tibî) dixwîne ev tiþt anî ziman: "Vekirina zanîngehê bi zimanê dayikê gaveke baþ bû da ku em tê de dest bi xwendina xwe bikin. Dîlan Hecî destnîþan kir ku ew li ser daxwaz û hezkirina xwe derbasî zanîngehê beþa mexberî bûye, di destpêka xwendinê de ji aliyê ziman û kêmbûna alavan rastî zehemtiyan hatiye, lê bi demê re derbas kiriye. Dîlan Hecî got niha amadekariyên xwe dikin da ku xwendina xwe bi dawî bikin, di nava saziyan de bixebitin û encamên keda xwe bidest bixin. PEYDARIKINA KAR Her wiha mamosteyê beþa kîmya di zanîngehê de Cemal Walî jî destnîþan kir ku vekirina zanîngehê rêyên dirêj ji bo çûyîna herêmên din li pêþiya xwendekarên herêmê girt da ku xwendina xwe li herêmên xwe temam bikin.
Cemal Walî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Piþtî ku xwendekar xwendina xwe bi dawî bikin dê derfetên kar di nava saziyên Rêveberiya Xweser de li gorî beþên ku xwendine, were peydakirin."
Hevseroka Zanîngeha Kobanî Þêrîn Muslim dibêje destpêkê 9 mamoste hebûn niha nêzî 100 mamosteyî li zanîngehê dersê didin.
**
Nûçeya roja vekirina zanîngehê:
- Ev nûçeyeke xweþ e: Zanîngeha Kobanî vebû