Konseya Ewropayê ji bo Demîrtaþ û Kavala dem da Tirkiyeyê
ENQERE
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) ji Tirkiyeyê xwest ku doza Selahattin Demîrtaþ û Osman Kavala bê betalkirin û ew bê berdan. Ji bo vê yekê jî heta 30'ê mehê dem da Tirkiyeyê. KE dixwaze heta 30'yê mehê Tirkiye plana ka dê çawa bike bide wan. Parêzer Benan Bolu ji ser hesabê xwe yê twittirê re agahiyên li ser meseleyê belav kirin.
Komîteya Wezîran a KE'yê ji bo ka biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têne cih yan na li hev civiya. Ligel DMME'yê jî Demirtaþ û Kavala nehatine berdan, loma li ser vê yekê komîteyê biryareke nû stand. Li gor biryarê heta 30'ê mehê dem dane Tirkiyeyê. Berî vê komîteyê heta 22'yê pûþperê plana ka dê Tirkiye çawa bike dabû, lê heta niha Tirkiyeyê tu planeke pêþkêþî komîteyê nekiriye. Loma komîteyê vê carê heta 30'ê mehê dem da Tirkiyeyê.
Komîte careke din dê di navbera 30'ê sermawezê û 2'yê berfanbarê de bicive.