Weþangerên kurd: Divê nivîskar werin berdan
AMED
Însiyatîfa Weþangerên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî xwest nivîskarên kurd ku hatine girtin bên berdan.
Înîsiyatîfa Weþangerên Kurd derbarê girtina nivîskar û weþangerên kurd Azad, Zal, Nesrîn Navdar û Adil Qazî ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de hatin girtin de daxuyaniyeke nivîskî weþand. Însiyatifê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku kirin û polîtîkayên serdest û zordestan nîþan didin ku helwesta tunekirina ziman û çanda kurdî her ku diçe kûrtir dibe û wiha hat gotin: "Bi van polîtîkayan tê xwestin ku sazî û dezgehên kurdan bên krîmînalîzekirin. Gelek nivîskar û weþanger bi van kirin û polîtîkayan rastî tawanbariyeke giran tên. Em baþ dizanin ku astengkirina xebatên zimanî û çandî ya ji aliyê serdestan ve her dem hebû û niha jî heman hiþmendî li ser kar e."
Li gor daxuyaniya însiyatîfê di salên dawî de ev kes rastî ceza û zordariyan hatine: Feratê Dengizî 10 sal cezayê girtîgehê lê hat birin. Bahadîn Robar 8 sal cezayê girtîgehê lê hat birin. Mîrza Ronî 7 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Adil Baþaran 7 sal cezayê girtîgehê lê hat birin. Azad Zal (Mehmet Gungormuþ) hat girtin. Nesrîn Navdar (Nesrîn Þanli) hat girtin. Adil Qazî (Adil Ercan) hat girtin. Birahîm Xelîl Taþ, Mehmet Devîren, Subhî Îzol hat binçavkirin û tê darizandin. Her wiha rojnameger Ayþe Kara jî hat binçavkirin û tê darizandin.
Înîsiyatîfê destnîþan kir ku weþanxaneyên kurd niha nikarin karên xwe bi asayî bidomînin û got: “Ev yek di tawanbarkirina Weþanxaneya J&J û girtina hevalê me Azad Zal (Mehmet Gungormuþ) de hat dîtin. Em dibêjin ku rayedar demildest ji van kirin û polîtîkayên zext û zordariyê vegerin. Banga me ew e ku hevalên me serbest bên berdan û astengiyên li ber ziman û çanda kurdî werin sekinandin."
Weþanên ku di nava Însîyatîfa Weþangerên Kurd de cih digirin ev in: Weþanên Ar, Aram, Aryen, Azad, Dara, Ekîn, J&J, Kurdistan, M, Morî, Na, Ronak, Rosana, Sîtav, Sor, Tevn û Wardozê.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Weþanger û nivîskar Azad Zal hat girtin