Hurriyet, Milliyet, Posta têne girtin
Diyarname
Îdîayeke mezin: Rojnameyên Hurriyet, Milliyet, Posta dê êdî neyên çap kirin.
Çend sal berê Dogan Medya rojname û televîzyonên xwe firotin Demiroren Medya. Malpera Medyaradar vê êvarkî nûçeyeke balkêþ weþand. Li gor malperê Demiroren Medya biryar daye ku rojnameyên di bin banê wê de Hurriyet, Milliyet û Postayê êdî çap neke û ew dê tenê wekî malperên înternetê weþana xwe bidomînin.
Malper dibêje ji ber buhaya maliyeta kaxiz û li mal xebitîna pergala nû dê rojnameyan dîtîtalîze bikin.
Li aliyên din Gerînendeyê Weþanê yê Hurriyetê Ahmet Hakan ji ser twittera xwe re peyamek weþand û got tiþtek wisa nîn e. Lê diyar e li piþt perdeyê tiþtin têne nîqaþkirin.
Di salên 2000'î de li Tirkiyeyê Hurriyet û Posta rojnameyên herî zêde dihatin firotin bûn. Rojane tîraja Hurriyetê digiha mîlyonek hebî. Van hefteyên dawî tîroja Hurriyetê heta 178, yê Milliyetê 123 hezar û yê Postayê jî heta 113 hezarî ketibû.