YRA'yê xelat da rojnamegeran
Diyarname
Yekîtiya Rojnamegerên Azad (YRA) ku navenda wê li Rojava ye ji bo Roja Rojnamegeriya Kurdî xelat da rojnamegeran.
Li gor nûçeya ANHA'yê merasima xelatkirinê li Xwaringeha Merry Land a li QamiÅŸloyê bi beÅŸdariya nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi dehan rojnamegeran hat lidarxistin.
Di ÅŸahiyê de hevserokê YRA'yê Dilyar Cizîrî axivî û Roja Rojnamevaniya Kurdî li tevahî rojnamegeran pîroz kir.
Cizîrî revandina rojnameger û edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ÅŸermezar kir û bang li aliyên têkildarî û rêxistinên parastina rojnamegeran kir ku ji bêdengiya xwe ya li dijî rojnamegeran derkevin.
Endamê YRA'yê Refîq Îbrahîm jî axivî. Îbrahîm bang li tevahî rojnamegeran kir ku têkoÅŸîna xwe ji bo pêkanîna azadî, edalet û demokrasiyê bilind bikin û got: "Em bi hêvî ne Roja Rojnamevaniya Kurdî bibe gaveke nû ber bi ragihandina pîÅŸeyî ve û em layiqî baweriya hevalên me yên ÅŸehîd ji me re hiÅŸtine, bin."
Di ÅŸahiyê de Koma Yekpar, hunermend Bêrîvan Botan û koma Cûdî stranên xwe pêÅŸkêÅŸ kirin.
YRA'yê ji radyoyaya Star FM'ê Rîham Ebdullah, pêÅŸkêÅŸvanê Kanala Rojava TV Åžerîf Mihemed, rojnamegera Ronahî TV Bêrîvan Xelîl, ji kanala Ronahî TV Ciwana Cuma, ji JIN TV Delîla Egîd dîsa ji JIN TV Loristana DerwêÅŸ xelat kirin. Li aliyê din rojnameger û edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed ê ku ev 181 rojan li BaÅŸûr binçavkiriye jî hat xelatkirin; li ser navê wî, xelata wî Îlham El Meclîcî girt.