Çîroka hezar û yek þevê ya kurdan: Teyrê Elî
Di derdorên wêjeyî de peyveke bi vî rengî naskirî û belavbûyî heye: Sînema zaroka romanê ye. Heger wisa be, nexwe diya romanê jî çîrok e. Zêdeyî vê yekê, helbest, þano û hemû berhemên hunerî yên nivîsî û dîtbarî tev de zarokên çîrokê ne. Devê hemûyan di çîçikên çîrokê de ne û her jê dimijin û ditamijin.
Dîsa nêrîn û baweriya giþtî ev e ku jêdera çîroka cîhanê “çîrokên hezar û þevekê” ye ku ev çîrok cara pêþîn li ser erdnîgara Îrana kevin û Mezopotamyayê hatine gotin û li dinyayê belav bûne.
Heger mirov li pirsa çima ev çîrok wekî “çîrokên hezar û þevekê” hatine binavkirin bigere bersiv gelek hêsan û naskirî ye. Lê heger kesên ku nebihîstibin jî dikarin bersivê di çîroka yekem de bibînin.
Tê gotin ku wextekê li Îranê bi navê Þehriyar qralekî hebûye û ev qral her þevê keçeke ciwan û xweþik hildaye qesra xwe, piþtî ku pê re piþtperdeyî bûye ew kuþtiye û dotira rojê, êvarê bi xulam û xizmetkaran keçeke dîtir daye anîn. Demekê wisa, her þev bi yekê re razaye û destê sibê ew kuþtiye.
Rojekê, keçeke bi navê Þehrazat jê re anîne û derbasî odeya wî kirine. Qral wekî þevên borî bi keçikê re dixwe û vedixwe, pê re þadibe û dû re xincerê dide ser pêsîra wê. Lê berî ku qral wê bikuje ew ji qral daxwaz dike ku ew çîrokekê ji wê guhdar bike.
Þehrazat dest bi çîrokê dike û dibêje lê çîroka xwe naqedîne û wisa qral dihêle di mereqê de. Þeva dîtir wê çîrokê diqedîne û dest bi çîrokeke din dike. Bi vî awayî Þehrazat hezar û yek þevî ji qral re çîrokan dibêje. Ji ber ku wextek gelek dirêj di navê re dibore û zarokên wê û qral ji hev du çêdibin qral nema wê dikuje û pê re dizewice.
Belê, ev e çîroka “çîrokên hezar û þevekê”. Lê çîrokeke dîtir jî heye û baþ destnîþan dike ku her çiqas “çîrokên hezar û þevekê” bi “patenta” îraniyan belav bûbin jî di afirandina van çîrokan de bi qasî keda îraniyan û gelên dîtir ên herêmê keda kurdan jî heye û gengaz e ku “xwediyê” gelek ji van çîrokan kurd bin. Lewra, di nava kurdan de jî çîrokek wekî ya Þehrazatê heye ku bûye maka hemû çîrokên kurdan.
Ev “makeçîrok” jî wiha ye ku tê gotin wextekê, li Cizîra Botan xortekî bi navê Elî hebûye. Ev xort nû zewiciye û jina wî jineke gelek bedew û baqil bûye. Lê Elî bi xwe mirovekî xizan û bêkes bûye. Wî debara xwe bi parêzvaniya karwanên riyên dûr kiriye. Dema ku karwanên Cizîrê çûne welatên dûr ên wekî Misir û Hindistanê, xwediyên karwanan ji bo xwe ji keleþ û heramiyan biparêzin ligel xwe xortên çeleng û jêhatî birine.
Çendek piþtî zewaca wî serkarwanekî bangî Elî dike û jê dixwaze ku ew bi karwanê wî re biçe deverek pir dûr. Lê Elî dudilî dike û naxwaze biçe. Lewra pir ji jina xwe hez dike û dilê wî ber wî nade ku jineke ew qas delal û xweþik bi tena serê wê li dû xwe bihêle û biçe. Rastî ev e ku baweriya wî bi jinê nîn e; bi fikar e ku jinik bi dû hinan bikeve û biçe. Li hêlek din jî mecbûrî çûyînê ye çimkî ji bilî parêzvaniya karwanan tu karekî dîtir nekariye bike.
Elî soza çûyînê dide serkarwan û bi rûyekî ziwa û bi dilekî xemgîn tê malê da ku tevdîra rêwîtiyê bike. Li vegerê riya xwe bi bazara bajêr dixe. Dema ku di nava bazarê re dimeþe, dengê telalekî kal tê guhê wî û diqîre: “Yê ku vî teyrî bistîne jî poþman e yê ku nestîne jî poþman e!”
Gava ku Elî serê xwe radike bi alî zilamê kal ve dinêre, bala xwe didiyê ku teyrekî pir xweþik û bêhempe li ser milê wî veniþtî ye. Pê re dilê wî dikeve teyr û wî ji kalê dikire.
Rastî ev e ku Elî wî teyrî ji bo jina xwe distîne. Ji xwe re dibêje dema ku ez ne li mal im bila bibe sebra ber dilê wê.
Çîrok dirêj e. Elqise, Elî vedigere malê, teyr diyarî jine xwe dike, alavên xwe dide hev û xatir ji jinikê dixwaze. Lê berî ku bide riya derî vedigere ser jina xwe û bi lavekarî li nava çavên wê dinêre û wiha dibêje:
- Divê tu soz bidî min ku tu yê li benda min bî, heger ez wextek pir zêde ji dûriyê vegerim jî divê tu dernekevî nava bajêr û tu kesek te nebîne.
Jinik, “erê, soz” dibêje û Elî bi rê dike, jinik vedigere odeya xwe.
Di navê re çend roj û þev derbas dibin, bêhna xanima me teng dibe û her ku diçe soza ku dabû Elî ji bîr dike. Bi rûtirþî li nava çavên teyrê ku Elî jê re li ser dîwarê hember qefesek çêkiribû dinêre û teyr jî li nava çavên wê dinêre. Êvarekî, jinik boxçeya xwe dide hev û qesta çûyîna nava bajêr dike. Dema ku jinik derê odeyê vedike û lingekî xwe bi ser þêmûgê re diqelibîne alî derve teyr ji paþ ve bang dikê:
- Tu yê biçî ku xanim?
Xanim bi tirs û þaþwaziyekê dizîve ser teyr. Piþt re têdigihêje ku ev teyrekî biz iman e. “Ezê biçim nava xasbaxçeyên bajêr û seyranê bikim û…” dibêje.
Teyrê xerîb peyvê ji gewriya xanimê hildide û naxwaze xanim zêde dirêj bike û wiha dibêjê:
- Tu diçe biçe, oxira te ya xêrê be, lê nebî tu mîna Têlîsiltana qîza mîrê Ereban bikî.
Xanim pê re dikeve mereqê û jê dipirse:
- Ma Têlîsiltana Qîza mîrê ereban çi kiriye?
Teyr lê vedigerîne:
- Heger tu dixwazî bizanibî ku wê çi kiriye divê tu werî li ser mînderê rûnê û qehweya xwe bidî ber xwe û ji dil li min guhdarî bikî. Piyek te li viyalî þêmûgê ye û yê din jî li wiyalî þêmûgê. Ka ezê çawa ji te re behsa çîroka Têlîsiltanê bikim!
Xanim vedigere. Fincana qehweyê dide ber xwe û li miqabilî teyr rûdine. Û teyr dest bi çîrokê dike. Heta ku çîroka wî xelas dibe sibe bi ser xanimê de tê û xanim ji bo çûyîna nava xasbaxçeyên bajêr dimîne li benda êvarê. Lê her ku xanim haziriya xwe dike ku derkeve devre teyrê me wê þîreta xwe dubare dike:
- Tu diçî biçe lê neke mîna Bedran û Huznîcanê. Tu diçî biçe lê neke mîna Xerîb û Þaxsenemê. Tu diçî biçe, lê neke mîna Ker û Kulik… Siyabend û Xecê… Dêwê Guhpalas… Mîrzamihemed… Xezal û Reþît Paþa…
Her carê ku wisa dibêje meraq bi jinikê dikeve û jinik tê li ber rûdine û guhdarî dike. Bi vî awayî, teyrê Elî çiqas çîrokên ku îro di nava kurdan de belav bûne hene tev de ji xanimê re dibêje bêyî ku bihêle ew derkeve û bi derekê de biçe; ta ku hezar û yek þevên wî diqedin û ta ku Elî vedigere mala xwe.