Tirkiya lawik û kurmanciya bav
Royê tirêjên xwe bexþî esra dereng kiribû. Fincana qehweyê girt û berê xwe da þaneþînê. Dûyê cixarê û hilmûgulma qehwê tevlihev dibû. Berî derkeve þaneþînê nivîsek di derbarê teknolojiyê de xwendibû û carek din bi çavê serê xwe bûbû þahidê xweþî û nexweþiyên înternetê. Lê kurmê edetî destê wî dîsa bir bêrikê, têlefon deranî, çavek li têlefonê gerand, dîsa têlefon berda bêrika xwe. Ji aciziya dengên hawirdorê, piþta xwe da înþaatên van demên dawî wekî xilt ji bin erdê serî bilind dikirin. Sura bayê li singê wî xist. Ricif ket canê wî. Ji neçarî piþta xwe da tavê. Çavên wî li ser kalê dirfê Afxanî pêdiket aliqîn. Bêwarî û bindestiya xwe ji bîr kir. Kalê piþtî dar þikandin agir bera binê semawerê da. Bi bilindbûna dû re ji ber çavan winda bû. Bavê xwe yê çendin sal in di binê axa sar de dinive bibîr anî. Nefesek kûr kiþand ji cixareya xwe. Qewimînên hefteya borî ên li dibistana lawê wî wekî fîlmekî lê bûn mêvan.
Dîsa cixareya wî di dest de di paþ caxan re li pola lawê xwe dinêrî. Dayik û bavên zarokên pola yekem li benda derketina zarokên xwe bûn. Hêwirzeya wan diþibiya vinginiya mozan. Bi þingîniya zengilê re zarok ji hundir kiþiyan baxçeyê. Dê û bav û zarok û mamoste li hewþa dibistanê rêzbûn... Bi destê xwe delaliyê malê dabû dibistana "zimanê" wî di nav pencê xwe de dihêre. Tîrên êþbar berî dan canê wî. Di xwe de keliya.
Gotina hevalek xwe bi bîr anî "Berî ... dest bi dibistanê bike. Min go bi destê ... bigrim berê xwe û wî bidim "greva birçîbûnê" Lê piþtî fikirîm ez li ku siyaseta me li ku..."
Dengê sirûdê bilind bû, wî xwe topî serhev kir. Dengê tirkek li ber guh kir çinginî.
- Hela li vê mezatê mêzeke em û zarok çi þerpezekirine. Emrê Xweda li ku ma?
Bêdeng biþirî. Sirûd qediya ket hewþa dibistanê. Qederek di nav qelebelixê de çavê xwe li lawik gerand. Wexta kurê xwe dît bi ken çû cem. Destê xwe li serî da. Rahiþt çenteyê lawik avêt milê xwe û meþiyan.Tirkiya lawik û kurmanciya bav kûçe dan ber xwe.