logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû
  2. Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin
  3. Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû
  4. Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket
  5. 'Artakalan' û yên din

Dilşêr Bêwar

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dîrok: 02/11/2026

Ji bo guhdarîkirinê:

 

Te go zarok?
Ha du nêviyên te yên lawîn hene, bi navê Dilşad Serhad û Erez Ehmed.

Çima du nav?

Giş di rûyê te de. Ma halê te yê wexta te ez û Elîşêr birin nifûsê ji bo nasnameya me derînî nayê bîra te? Tu dikarî ji bîr bikî lê ez na. Hê jî li bîra min e. Wexta te telik ji serê xwe derdianî û bi zipikên xwîdanê ji odeyên wan segbavan derdiketî...  Erê wan du nav ji me dizî lê min çar li şûnê danî. Loma wê sîstem navê te bi bilêvkirina kurmancî her û her bitehmîne. Qedir û qîmet û heyfhilîn wiha bêdeng xweş e bavkê min. Erê nav min bi xwe danîn. Her du zarok jî payizê bûn. Ji şansê min re her du caran kapê min mîr lêxistibû. Mezin li gund bûn. Ne mîna berê ye. Niha çawa zarok ji nexweşxaneyê derdikeve divê nasname were derxistin. Loma min di heman rojê de nasnameyên wan derdixistin. Erê min tîp bi tîp nav nivîsî wan jî girtin bin qeydê. Piştî vê kirina min êdî mezin nema qarişî navê kesî bûn.

Wexta xebera nebixêr hat Îzmîra ku em lê bi cî bûbûn, hişê min rastiya heyî red dikir. Her bi îtîraz bûm. Piştî tu hatî û me ji nû ve tehlîlên te li Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê bi lezgînî da çêkirin, hişê min teze rastî qebûl kir. Wekî bi te jî eyan bû min xeber bi xwînsarî pêşwazî kir. Ew xwînsarî jî bi xêra Apê Evselam di rihê min de rûnişt. Ger ew neba Xwedê dizane wê halê min li hember ew qas êşên ku mîna goga berfê li hev zêde dibûn wê çawa ba nizanim.

Evselamê sip û sax berî wefat bike ji nişke ve guherî. Her carê bi bahaneyek ez ji kargehê derdixistim dibirim digerandim. Wekî ku merû bi destê zarokek bigre û heyatê ravê wî bide tevdigeriya. Carna digo ka em herin ser û guhê xwe bikin. Piştî me kinc ji min re dikirî min digo:

- Îja dora te ye.

Te destê xwe diavêt bêrika xwe digo:

- Pere têrê nake carek din.

Paşê ez bi xuyê wî hesiyam ku her tiştî bi pîlan dike. Ne ku pere tune bûn, di bêrikek din de vedişart ji bo ez ferq nekim, an na, ne mimkûn bû ji nav destê min bifilitiya. Ji wir em diçûn me xwarin dixwar bi dilê xwe. Wexta min dipirsî "ka te go pere tune li ser min?" Bi ken digo "tu bi şans î, ji cêva din de derket." Carna têl dikir cîhên ku hay û baya min narê tarîf dikir mi kar berdida diçûm cem. Em li qehweyan rûdiştin digeriyan û me dixwar û vedixwar... Piştre heqdesta hemî karkeran û lazimiyên me û fatûreyan teslîmî min dikir, ew diçû karê xwe, ez li kargehê vedigeriyam. Her bi sohbet bû ez dipijandim li hember heyatê... Bi tevî ku Elîşêr xweş dizanî ku apê Evselam cudahî nedikir navbera me birazî û birayên xwe jî, vê dawiyê bi ken digo:

- Dizanî Evselam ji te re torpîl dike...

Ji xwe mehek, çil roj dûre wefat kir di wî emrê xwe yê terecan de. Erê ew ap, tu bavê min bûyî, lê êşa di şeş mehên dû mirina wî re min kişand di wefata te de nekişand. Hiş bi min dilîst mirina wî qebûl nedikir. Gelek caran ji xewê bidengek fetisî qilî ser xwe dibûm...

Prefesor piştî tu ji odeyê derxistî li me vegeriya û tiştên divê bê kirin yeko yeko li ber me raxist. Li ser pêşniyara wî me berê xwe da Nexweşxaneya Yeşilyurtê... Heta tu ji emeliyetê derketî jî te nizanibû wê mîdeya te ji bin ve bigrin û ji rûviyê qalind mîdeyek nû ji te re çêbikin. Roja berî emeliyetê min kincên xwe yên ji "qeşayê" li xwe kirin û me bi malbatî berê xwe da nexweşxaneyê. Malbat heta êvarê li cem te ma û vegeriyan malê... Piştî saet dozdehê şevê te qurta dawî ya avê vexwar. Min jî berê xwe da derve. Li kantînê min rahişt qehweyek û berê xwe da nava tariya şevê. Bi qehweyê re min çend cixare şûşî rih û bedena xwe kirin. Hêdî hêdî hatim odeya tu lê yî. Mi dî tu di nav nivînan de diqilîqilî. Mi go, "tu raneketî?", te go:

- Na, xewa min nayê.

Min dizanî canê te şîrîn û nazik e loma dilê te li sohbetê ye. Lê pêdiviya te ne bi min lê bi xewê hebû da ku bedenê li ber xwe bida. Loma min go xewa min tê û li ser wî kursiyê hişk xwe da xewê. Ma xew mimkûn bû? Na lê diviya te bêxemiya min bitehmiya da ku bi xwe re mijûl nebûyayî. Destê sibê em hatin şiyar kirin. Ez çûm min taştê xwar. Diya min, bira û zarûyên te hatin em bi hev re derketin cem te. Hêdî hêdî haziriya emeliyetê kirin. Berî te bibin te û malbatê helalî da hev. Ez bi te re daketim cihê emeliyatê.

Nizam çi bû, çi qewimî ez jî bi te re birim wî cîhê ku nexweşan ji emeliyatê dertînin û yên din haziriya wan li wir dikin. Qederê bîst deqeyan ez li wir li cem te mam. Belê min berî te carek emeliyatxane tehmijandibû lê ev cîh zêde zêde bi saw bû. Di wî cihê roniya wê kêm de qasî lodek çarşevên bi xwîn avêtibûn serhev. Qey te digo ne nexweşxane lê selexane ye. Serê deqê nexweşek ji bin kêrê derdixistin di ber me re dibirin. Her cara nexweş bi xweşî difilitî dengê doxtor û hemşîreyan wekî ku li hêwanek fûtbolê bin bi çoş bilind dibû. Wê çoşê hem kêf hem jî xof dixist canê min...

Tu girtin emeliyatxaneyê ez jî hêdî hêdî bi gavê sistok derketim der. Dizanî tiştek qasî bendewariya li benda kesê di emeliyeteke giran de be ne zor e. Erê min bi xwînsarî di nav malbatê de nav dabû lê bawerim kes qasî min ne tirsonek e. Min tirsonekiya xwe nedida der. Di rewşên wiha de dibim qeşa. Loma dikarim xwe kontrol bikim. Îja navê min kiribûn ambûlans. Serê kê biêşiya Dilo hazir û nazir dibû/dikirin. Nexweşên sivik ne xem bûn û tirs jî hewce nedikir. Min bi kêfxweşî dibir û dianîn. Di wê bendewariyê de min hema ji çend deqeyan carê ji neçarî çelqimeya hazir a şor di ser xwe de berdida. Tansiyonê min ji tirsa diketin lê haya kesî jê nedibû.
Axir tu derketî û min di asansorê de tu zeft kirî. Qablo û xortimên li bedena te pêçabûn nedihat hesêb. Di wan kêliyan de ji hebûna te diketim şikê, gelo kesê niha pêre me tu yî an kesek din e. Piştî tu li odê bi cî kirin û ew qablo û xortim heryek danîn cihek êdî emîn bûm tu yî.

Em çend roj û şevan li nexweşxanê man piştî emeliyatê nizanim. Mîna hêrsa xwe ya dişibe kefa li ser avê: Xwedî bîrek kor im. Kitek kitan zû ji bîr dikim. Lê zanîna dizanim bi kêfxweşî her li ber serê te bûm bi wê hişkiya xwe ya sar û cemidî. Dizanim ez nebama jî wê birayên te û birayên min li şûna min rûniştan li ber serê te bi xweşî. Erê dizanim te pir dixwest bi şev diya min li cem te bimîne. Ji xwe şevek du şeva ma jî. Lê wexta gazînên we yên ji hev li guhê min bûn mêvan nema min destûr da kesek din. Helbet dizanim min bi wêneyek dilsar û dilkevir li hişê we de dûriv girtiye. Ji zarokatiya xwe vir ve min her xwestiye ken li rûyê însên bibînim û lê zêde bikim û min kiriye dikim jî. Tekane motoya heyata min xizmet e. Loma Evselamê ku çav û singê xwe ji gulê nedida alî digot:

- Ez di heyata xwe de ji kesî netirsiyam lê ji vî kafirê ditirsim.

Niha fêm dikim di rojên xwe yên dawî de çima ew qas li dû min digeriya û ez bi xwe re bilî dikirim. Heyat û herikîna wê şanî min dida. Belê dizanim tenê dixwest min ji zalimiya li xwe dikim xilas bike. Lê tişta wî bir nedibir an ne dixwest bi bîr bîne jî ev e: Ez jî vî halê xwe hez dikim. Ma cinaza wî nayê bîra te? Bi peyva yî a "xizmet esas e" re me her du tifalan (min û Elîşêr) cinaza wî bi serbilindî rakir. Me her du tifalan şîn nekir. Em her di nava xizmetê de bûn. Hûn heryek li cîhek bûn. Heta hûn gihîştin cem me, her tişt hazir û nazir bû... Niha dizanim piraniya van xû û xisletan ji te yê bêdeng li rihê min geriyaye loma jî kêfxweş im bi halê xwe tevî hemû êşan.

Bi wî weleyî tu wiha bikî ezê dîsa kilîtê li qutiya dil bixim. Bihêl ji xwe re qise bikim. Qey te biriya diya min kir? Ecela te çi ye ezê qala wê jî bikim wî. Te dî çavên te çi xweş biriqîn. Erê xweş dizanim te çima destê xwe li serê me nedigerand. Yên fêm nekirine û ji te bi gazînin hişê xwe xwarine. Wele rind e te sêwiyên ji kalo mayî bida aliyek li dû me biketayî. Tew mala minê. Te qenc û xweş kir bi Xwedê. Na mi nebihîstiye kes ji te bi gazîn be. Dilmayîna ji te tew mala min. Ma ev dikeve serê te dilê min ji te bimîne? Azadiya te da me kê dida zarokê xwe? Tu kengê tevlî karê me bûyî? Ê canim carna her kes şîmaqek heq dike. Erê dizanim her kes qasî qilêra rûyê xwe sipî ye. Loma tu kes û tu tişt ne pîr û pak e ez jî di nav de. Heyran robot ji hesin û qablo û nizam çi pêk tên ew jî xirab dibin. Xwedê dizane em însan çiqas bi qeyd û bendên ku haya me jê nîn e ve girêdayî ne. Kî dizane em xwedî çi xisarî ne. Em xwedî îrade bin jî ne bawerim hemî benên hayatê di nava lepê me de ne.

Wexta tu ji nexweşxaneyê derketî bedena te ya ter û can veguherîbû zilek zip û ziha. Wekî tayeke di nav avê de dimilmilî li malê vegeriyayî. Te ji xwe û heyatê hez dikir: loma roj bi roj taqet diket çokên te: xweşiya te ji dest dabû hêdî hêdî li te vedigeriya. Ji ber nexweşiyê û mîdeya nû doxtoran nedihişt tu her tiştî bixwî. Axir te yê gelek ji xwarinê hez dikir ji neçarî serî li ber parêzê tevand. Ji bo tu ji me re bimînî me rêze parêz bi dîqet dişopand. Piştî her kontrolê em li xwaringeha nêzî nexweşxanê rûdiniştin. Min dizanî dilê te zêde diçû goştê sor lê doxtoran destûr nedidan. Cara ewil wexta em li xwaringehê rûniştin me bi hev re heman şorbe xwar. Te gelek jê hez kir. Loma em çiqas diçûn: te şorbeya bi şeheriya têl ya bi goştê mirîşkê kefçi dikir, min jî êdî wê gavê dilê min biçûya çi ew dixwar... Dizanî piştî hijdeh salan dîsa rêya min bi wê nexweşxanê ket. Ez çûm li wê xwaringeha teng rûniştim. Ew şorbeya te kefçî dikir, min da ber kefçiyan. Nizam tehm guherîbû, an ez, lê zêde zêde bi min tehmsarkî hat.

Kontrolên ji du hefteyan carek veguherîn mehê, ji mehê veguherî du mehan, dûre bûn şeş meh. Çaxa veguherî şeş mehan bi qasî berê nebe jî têra xwe çokên te şidiyabûn. Loma te û diya min bi kêfxweşî berê xwe dan gund.

Li gund gazin tune bû ji te. Heta ku carê te berê xwe dabû nexweşxaneyê. Dîsa mîrata kansêrê dev li canê te kiribû. Vê gavê dev ji mîdeya nû berda bû û hêlîna xwe di nav rehên kezebê de danîbû. Bi hatina te re me dîsa ling kirin qurbana gewde û berê xwe da heman nexweşxaneyê. Piştî tehlîlan, doxtoran berê me dan nexweşxaneya Zanîngeha Dokuz Eylulê. Wê êdî tedaviya te li wir berdewam bikira...

Biryar hat dayîn ku tu yê dîsa emeliyet bî. Tiştek ji destê me bihata tune bû. Du caran tu ji bo emeliyatê dan hazirkirin lê bi sibê re betal kirin. Nexweşxane gelek ji malê dûr bû. Hatin û çûyîn zehmet bû. Di destê wan sibeyên û şevên ku tu ji bo emeliyatê hazir dikirin bêhn li min diçikiya ji tirsan. Du caran wisa bi min hat ku wê mîdeya min bi xwînê der bibe. Ger berî malbat bigihîje te tu bibirana wê halê min çi ba, nizanim û tirs jî ji vê rewşê diza...

Rewş giran bû. Pismam û zavê te ji gund hatibûn. Her diçû qelebelixiya malbatê zêde dibû. Min, Elîşêr û apê Nihat berê xwe da odeya prefesor. Doxtor ta di derziyê derbas kir. Emeliyat zêde zêde bi rîsk bû, kulê xwe li rehan alandibû. Mimkûn bû tu di nav destê wan de jî bimayî. Bi gotina digot wê herî zêde bikaribana emrê te salek du salan dirêj bikin. Garantiya vê yekê jî tune bû. Belê doxtor xwe ji emeliyatê nedida alî, lê rastiya heyî a tehl jî raste rast got. Ger emeliyat nebûyayî ji herî zêde şeş meh emrê te mabû...

Me berê xwe da nav malbatê. Axir biryar hat girtin, heya li van der û dertûlan di nav destê dixtor de can bidî li mala xwe di nav nivînên xwe re xatir bixwazî çêtir bû. Biryara hat girtin ev bû. Belê te êdî dizanî nexweşiya te pençeşêr e lê ji pêşveçûna wê bêhay bûyî. Ê te navê min danî bû doxtor. Loma derew jî mabû li ser min. Wexta bi wî halê qelebelix em hatin cem te, te go:

- Doxtor, doxtor go çi?

Ez bişirîm, dûre bê ku mû ji rûyê min bileqe ji derewa xwe qayil min go:

- Doxtor dibê bihar e, bila here welat pel û pincar bixwe wê rind bibe. Yên li dor me ji Xwedê heye derewa min xweş pişirandin. Bi wî hawî me mama û bandên êşbir yên bi reçeteyên taybet dihatin çêkirin hazir kirin. Te bi pismam, zava û diya min re berê xwe da gund.

 

***

Ev beşa sisêyan a nivisa “Kilîta Li Qutiya Dil” e. Nîvîs wê bidome.
- Beşa yekem ev e: Kilîta Li Qutiya Dil

- Beşa duyem: Niha hat bîra min

Hin Nivîsen Nivîskar

Toza Kelamê

  • 19 Rezber 2025

Ji bo guhdarîkirinê:   - Bişirîneke ji girî me li keviya şevê.  - Şev keneke dadayî ye li beyabana ro nediyî. - Beyaban di kilameke bi girî de hilnayê - Hilhatin hil nayê di kilamek de - Kilama kelimî...

Navê Aqil Gelo ye!

  • 01 Tebax 2023

Ev nivîs silavek e, li keda Îbrahîm Şahîn û Omer Guneş.Bawer im her kesê ku guh dabê û çav li edebiyata devkî ya ku royî ser kaxetê bûye...

XEWN

  • 20 Kewçêr 2021

Bi zerqa tavê re ji xew rabû. Rahişt misîna avê bi gotina bismillah re derê der vekir. Qederek çavê xwe li ser gund gerand. Li kuncikek rûnişt, derpê xwe heta ser...

Hemû Nivîsen Dilşêr Bêwar

Dilşêr Bêwar kî ye?

Dilşêr Bêwar, di sala 1977'an de li gundê Qelêçî ya girêdayî navçeya Tatosê hatiye dinê. Dilşêr navê wî yê resen e. Wî dibistana seratayî li gund, a navîn li Tatosê û lîse sala yekem li Erziromê, du salên mayîn li Tatosê xwendiye. Ji sala 1997'an heta 2008'an li Îzmîrê jiyaye û pişt re berê xwe daye Stenbolê. Ji wê demê ve li Stenbolê dijî, dixebite, dixwîne û dinivîse. Ew karker û hostayekî înşaatê ye. Heta niha di hin kovar û malperan da helbest, çîrok û rexne/krîtîkên wî hatine weşandin. 
Bi navê "Notên Xwendinê" e-pirtûka wî derketiye.

Youtube Me

Ummu Gulsum...

news

Amedspor çima têk çû? Va ne çend not?

news

Sê pirtûkên Yaşar Kemal bûn bi kurdî

news

Dawîya vê hefteyê çi li ku heye?

news

Helbesta danpêdanî anku helbesta konfesyonel çi ye?

news

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

news

Diyarname:Koma şanoyê ya ji Amedê li Kerkûkê derket ser dikê #Shorts #Diyarname #Kurdi #Çand

news

Roja sisêyan a Derbeyê

news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

news

'Valahiyên' di nav risteyên jiyana me de

news

Kitêbeke Nenivîsandî

news

Fîlmê nû yê Aydin Orak, mihasebeya wijdan

news

Romaneke nû 'Du Xwîn Ji Laşekî' derket

news

Di Festîvala Çandî ya Salane de 'Pêşbaziya tekstên şanoyê'

news

‘Mora Reş’ hêjayî Xelata Taybet a Rûmetê ya Navneteweyî hat dîtin

news

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

news

Ne ev lê tiştek din

news

Niha hat bîra min

news

Romaneke nû 'Huso û Nazê' derket

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Wexta tu hat malê, xwe jî bi xwe re bîne

  • H. Kovan Baqî
news

Çend têbinî û rexneyek li ser romana 'Bazbenda Dayê'

  • Hogir Berbir
news

'Valahiyên'  di nav risteyên jiyana me de

  • Omer Dilsoz
news

Kitêbeke Nenivîsandî

  • Mesûd Qeya
news

Dilşad Serhad, Erez Ehmed; û serboriya emeliyetê

  • Dilşêr Bêwar
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
Ev jî hene
ad

'Xwedê Jin e'

ad

Huda-Par piştgiriyê dide Erdogan

ad

TZPKurdî: Em li benda statuyê nesekinin!

ad

Hûn li kîjan sindoqê deng didin? YSK'ê eşkere kir

ad

Li çîrokan jî doz bê vekirin êdî em nikarin tiştek bibêjin

ad

Dawiya vê hefteye çi li ku heye?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Amedspor ji adara 2025'an ve heta niha cara yekê li mala xwe têk çû

  • 21 11 2026
news

Komeleya Yekîtiya Alîgirên Mezopotamyayê hate damezrandin

  • 21 11 2026
news

Mîhrîcana Fîlman a Rojava bi dawî bû

  • 21 11 2026
news

Pirtûka "Çîrokên Ebexeyê" derket

  • 22 11 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname