Diyarname
Hebîbe Baban yek ji jinên rojnameger ên herî kevin e li Herêma Kurdistanê ku kariyera wê ya medyayî digihîje 30 salan. Wê qala 30 salên xwe yên li nav çapemeniya kurdî kir.
'HESTEKE MIN A BÊ HEMPA JI BO RADYOYÊ HEBÛ'
Rojnameger Hebîbe Baran ji bo Rojnewsê axiviye û dibêje ku dema sala 1994'an de dest bi kar kiriye berevajî roja îro, serdemek ku karê medyayê ji ber rewşa siyasî û nebûna teknolojiya pêşketî tijî zehmetî û dijwarî bû. Di wê demê de, hejmara kanal û ajansan li gor niha pir kêm bû. Baran wisa dom kiriye; “Ez destpêkê tenê guhdareke dilsoz ya radyoyê bûm. Tevî ku temenê min biçûk jî bû, lê daxwaz û hesteke min a bêhempa ji bo karê radyoyê hebû. Di wê serdemê de Radyoya Bexdayê bi bernameyên civakî û radyoya Dengê Gelê Kurdistan jî bi sîrûd û bernameyên siyasî, çavkaniya sereke ya rewşenbîriya min ya ragihandinê bû.”
LI RADYOYA MALBENDA 8'Ê DEST PÊ DIKE
Xala werçerxê di jiyana Hebîbe Babanê de vekirina radyoya Malbenda 8 ya Raperînê bû ku wekî yekem jina li wê deverê bi awayek wêrek kete nav xebatên ragihandinê. Ev radyo ji aliyê Celal Talabanî ve tê avakirin û ew jî têde cih digire. Hebîbe dibêje xwesteka wê ya ji bo karê ragihandine hişt ku her tiştê ji wê dihat xwestin, bêyî ku ferq cudahiyê bixe nav cureyên kar de, bike.
XEBATA WÊ YA LI TELEVÎZYONÊ
Piştî ku Raperîn TV dest bi weşanê dike, Hebîbe Baran bernameyeke li ser jinan amade dike, paşê bernameyeke meydanî ya bi navê “Şiney Ladê” amade dike. Ev bernameya ku berê tenê ji aliyê mêran ve dihate pêşkeşkirin, ev yek karê wê ya rojnamegeriyê de ji bo wê bû qonaxeke girîng.
'JI BO JINEK ZEHMET BÛ HERE GUNDAN'
Armanca Hebîbe Baban ya karê vê bernameyê tenê pêşkeşkarî nebû, belkî wê wekî rojnamegereke meydanî xebitî da ku projeyên xizmetguzariya hikumetê bişopîne, kêmasiyên heyî eşkere bike, çand û awayên jiyanê yên kevin vejîne, her wiha zehmetiyên berê eşkere bike. Baran wiha didomîne; “Di wan rojan de ji bo jinekê pir zehmet bû ku biçe gundan û rûmalên meydanî çêbike, heta dabînkirina otomobîlekê jî pirsgirêk bû. Lê belê xwestek û armancên min ji van astengiyan pir mezintir bûn.
'HÊZA HUNDIRÊ MIN DIGOT QEYDAN BIŞKÎNE'
Hebîbe Baban bi eşkereyî behsa dijwariyên ku ew wekî jinek pê re rûbirû maye dike. Li gorî wê, di her qonaxê de dijwarî û zehmetiyên kar hene, lê ev zehmetî ji bo jinan du qat ji ya mêran zêdetir e û wiha got; “Di wê demê de, civak bi xwe astengiya herî mezin bû û nêrînên li ser xebata jinan di medyayê de pir teng bûn. Astengiyan pir caran rê li ber min digirtin. Lê hêzêke veşartî di hindirê min de hebû ku digot têkoşîna xwe ya ji bo kar bidomîne, qeyd û bendên li pêşiya xwe bişkîne.”
BARAN DI SIYASETÊ DE TÊK DIÇE LÊ VÊ JÎ WEKÎ TECRUBE BI NAV DIKE
Hebîbe Baban li ser ezmûna xwe ya berbijêrkirina ji bo postên siyasî û ne wergirtina dengên têr xwedî nêrînek erênî û felsefî ye. Ew bawer dike ku her gavek ezmûnek e û ne hewce ye ku her armanc demildest were bidestxistin. Di dawiyê de dibêje; “Têkçûn beşek girîng ya serkeftinê ye. Lê belê, min ezmûnek dewlemend bi dest xist ku ezê wekî tecrube ji bo qonaxên pêşerojê yên jiyana xwe bikar bînim.”
