Diyarname
Navenda Çanda Mezopotmayayê (NÇM) barnameyeke konseran a taybet ji bo cejnê amade kir.
NÇM ku her cejnê bernameya taybet amade dike di vê cejnê de jî barnameyeke taybet amade kir. Di cejnê de sê konserên navdar dê li dar bikevin û dûre jî dê lîstikên şanoyê bên pêşkêşkirin, lîstek reqê li dar bikeve.
Di bernameya NÇM’ê de 30’ê mehê roja yekem a cejnê dê Îbrahîm Rojhilat konsereke pêşkêş bike. Dûre roja diduyan Rojda, roja sisêyan jî Koma Agirê Jiyan dê konserê pêşkêş bike.
Li gor bernameya meha rezberê ya NÇM’ê, 4’ê rezberê dê lîstikvanên şanoyê yên jin ên NÇM’ê lîstika “Em hene” yekem car pêşkêş bikin.
Lîstikvanên Teatra Bakur Rûgeş Kirici, Rojbîn Elban û Dîlber Koçeroglu dê lîstika “Em hene” a Dairo Fo – Franca Rame ku Cemil Oguz û Hemîd Dilbihar wergerandine kurdî derxin ser dikê.
Di bernameyê de roja 5’ê mehê jî Teatra Jiyana Nû dê lîstika “Navê vê lîstikê çi ye” pêşkêş bikin.
Her wiha 12’ê mehê î Koma Dansê ya NÇM’ê dê lîstika reqsê “Sînor” bilîzin.