Arjen Arî
Bo ‘fillehê dawî yê Dêrikê’
Dêrik e, xweş Dêrik e (2)
ji Kevirşînê (3) xuya dike Dêra Metîna (4)
bi me man dahlên zeytûna
titûna min diqediya, min jê deyn dikir
me li hev bida bi kevir û bivir
Xweda jê razî, em ê cîran bûn.
qibla me ne yek bû:
berê min li Mihemed bû, yê wî li Îsa
me qîz nedan hev, lê bêlê dîsa
Xweda zane ku, em kirîvan bûn.
sersebebno, mala we hilweşe!
û ya we fitnekaran
û ya we çavnebaran…
misilmantî ev bû?
kesekî navcîtî nekir:
-yabo ferman e-
ne deynekî me li hev bû
ne xwînek, ne sersinorek..
kirîvê min di qeflê de çû!
li wî gelî, pepûkê xwend…û xwend!
kê da, kê kir ew fermana gewend?
van rêyan dît: şikestin… û çûn
û em kurdên misilman bûn.
kirîvantî li nik me nan bû:
bide xatirê xîzaniyê
Kirîvo em nezan bûn!
1- Kevo Demirciyan
2- Dêrika Çiyayê Mazî
3- Li herêma Metîna gundek
4- Li heman herêmê navê gundekî
Ramûsan min veşartin li geliyekî, Arjen Arî,Wş.Avesta,2000
Sersaxiyê didim malbata Kêvo: Kek Serop, Hayik, Metîn û endamên malbatê yên din…û ji Xwedayê rehman û dilovan daxwazê dikim ku Kêvo; bi gotina Enwer Karahan ‘filehê dawî yê Dêrikê’ bi rehma xwe ya pir û bêsînor şa bike.