logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  4. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  5. Va ye bernameyê sê rojan; tîmên bajarên kurdan dilîzin

Cemil Oguz

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Cemil Oguz

Cemil Oguz

Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises

  • Dîrok: 15/10/2005

Berî her tiştî ez bêjim: ez ji Şivan Perwer û Îbrahîm Tatlises hez dikim. Di nav hemû hunermendên kurd û yên ne kurd de, herî zêde ez ji wan hez dikim. Vê hezkirinê kir ku ez lêkolînek li ser wan bikim. Min kir... Gelek taybetiyên wan ên wekî hev derketin holê... Hûn dixwazin em bi hev re lê binêrin...


Ev nivîs di dema konsera Îbrahîm Tatlises a ku tevî Orkestraya Senfoniyê dabû di binê bîra mêjiyê min de wekî ava ku xwe bavêje derve, derket holê. Min li gelek berhemên Tatlises guhdarî kiribû, lê bi awayekî zindî nebûbû qismet ku ez lê temaşe bikim, biçim konsereke wî. Ez çûm û bingeha vê nivîsê derket holê. Min hê bi awayekî zindî li Şivan Perwer guhdarî nekiriye, ez hêvî dikim rojekê ezê li wî jî guhdarî bikim.

Niha em vegerin ser nivîsa xwe.

Piştî ku ev fikir derket holê, û bêşik ji ber hezkirina min a li hemberî hunera her duyan, min dest bi lêkolînê kir û min dît ku gelek taybetiyên wan wekî hev in.

Fermo ji we re çend xal:

1- Her du hunermend jî li Rihayê hatine dinê, ji ava wir vexwarine, bi navê wir têne nasîn, ewder jî êdî bi navê wan...

2- Her duyan jî di zarokatiya xwe de dest bi lêdana tembûrê kiriye. Dema Şivan Perwer yekem car tembûr biriye mal bavê wî hêrs bûye û gotiye, "Tuyê bibî mirtib?".
"Mirtib" ku di nav çavê kurdên wan deran de di asta biçûk de bûn; Îbrahîm Tatlises jî bi çavekî din, di nav civakê de biçûk hatiye dîtin.

3- Her du jî gelek caran evîndar bûne.
Li ser vê Perwer qet xeber nade. Di pirtûka "Bir dunya ozani Şivan Perwer (Nivîskar: Salihê Kevirbirî, Weşanên Elma)" nivîskar dibêje; "Şivan Perwer di jiyana xwe de gelek caran evîndar bûye, lê qal nake. Vê wekî magazînê dibîne."  (Der barê hezkirina Şivan Perwer de, di berhemê navborî de agahî hene. C.O)
Tatlises jî gelek caran evîndar bûye, lê ji ber ku ew her li ber çavan e û çapemenî her li dû ye, ev yek zêdetir xwe nîşan dide.

4- Jinên her du hunermendan ên yekem ji Rihayê ne û her duyan jî dev ji jinên xwe yên yekem berdane û jinên duyem anîne.

5- Her duyan jî li bajarên xerîb dest bi hunermendiya profesyonel kiriye û her du jî li bajarên xerîb (yanê ne bajarê kurdan) bûne navdar.

6- Her duyan bi tirkî dest bi hunermendî kiriye, Şivan bi temamî vegeriyaye ser kurdî, Îbo carinan bi kurdî dibêje...

7- Her du jî bi kurtenavê xwe têne nasîn. Li cihekê dema mesele muzîk be û yek bêje, "Şivan" tê fêmkirin ku qala Şivan Perwer tê kirin. Dema yek bêje, "Îbo" tê fêmkirin mesele Îbrahim Tatlises e.

8- Her duyan jî bi têra xwe li hunermendên herêmî guhdarî kirine û dikin. Şivan Perwer, ji Mihemed Arifê Cizrawî bigire heta Kawis Axa li dengbêj û stranbêjên kurdan ên klasîk guhdarî kiriye, ji wan gelek tişt girtiye; Îbrahîm Tatlises jî gelek li hunermendên herêmî yên wekî Kazanci Bedih û yên din guhdarî kiriye û ji wan gelek tişt girtiye.

9- Her duyan jî deng daye kîjan stranê, ew staran bi nav û deng bûye û ketiye nav dilê guhdaran. Û êdî ew wekî strana wan di nav civatê de hatine nasîn; Ew û stran bûne yek.

10- Yê her duyan jî stranên wan ên klasîk hene, piştî salan her ku ew wê stranê distrên, careke din guhdar dixwazin guhdarî bikin. Wekî "Kîne em", "Xezal", "Nazê" û hwd. yên Şivan Perwer, yê Îbrahîm Tatlises jî yên wekî "Ayaginda Kundura (Her çiqas straneke kurdî be û ji bo tirkî hatibe wergerandin jî, bila be, bi tirkîtî navê stranê derket)", "Sabuha" û hwd.

11- Her duyan jî heman stran xwendine di nav hunermendiya xwe de û ji her duyan jî hatine hezkirin; lê yekî bi kurdî, yê din bi tîrkî xwendiye. Wekî mînak: "Canê Canê", "Yek mûmek (Bir mumdur)...

12- Di nav terîmên muzîkê de ji bo pîvana deng "oktav" tê gotin. Nehatiye pîvan ku oktava dengê wan çend e, lê li gor gelek kesên ku dibêjin û li gor çavdêriya me pîvana dengê her duyan yek e.

13- Di nav kuçeyan (hema hûn kîjan kuçeyê dibêjin) de dema dengê ji wan yekî were, miheqeq kurd guh lê bel dikin. Ger karê wan nîn be, miheqeq li benda dawîlêhatina stranê disekinin, ger kar hebe jî, miheqeq bi stranê re çarînek wê dibêjin, bi vî awayî dimeşin.

14- Her du jî mirov nizane piştgirê kîjan partiyê ne...  Navê her duyan jî di nav gelek partiyan de hatiye qalkirin ku beşdarî wan partiyan dibin, lê beşdarî yekê jî nebûne û kes nizane niha ew ji kîjan partiyê hez dikin. Lê rastiyeke wisa heye: Ji her partiyê hezkiriyê wan hene; Ji her partiyê yên ku ji wan nefret dikin jî hene.

15- Her du jî xwe bi ser partiyan re dibînin... Her du di gotinê de, dixwazin hunera wan li pêş be.

16- Performansa wan a li ser dikê, ya konserên zindî mikemel e. Min Îbrahîm Tatlises bi zindî, di konserê de lê temaşe kiriye û performansa wî ez têr kirime, lê yê Şivan Perwer min tenê di televîzyonê de bi zindî lê temaşe kiriye, ez dikarim bêjim, ez di nav heman hestê de bûm. (Ji bo Şivan Perwer, ez dikarim konsera wî ya li Yewnanistanê ku di televîzyonê de zindî hat weşandin, mînak dibim).

Belê... Ez ji her du yan hez dikim, ez hêvî dikim, ewê rojekê di konserekê de bi hev re bi kurdî û tirkî Canê Canê bistrên û ezê jî li wan guhdarî bikim. Ewê bi hev "Kîne em" bibêjin û ezê jî beşdarî wan bibim ji nav guhdarên ku niha ez tenê xeyal dikim...

Ez ji organîzatorên me rica dikim rojeke wisa pêşkêşî me bikin.

Û ez hêvî dikim her du jî wê temenekî gelek, gelek dirêj bijîn.

cemilo@diyarname.com

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Emê li Batmanê bin

  • 04 Rezber 2008

 Roja 10'ê mehê, saet di navbera 13-18'an de emê li Batmanê bin. Li ber Mala Gel a Musa Anter emê bên cem hev.Ji bo xwe emê bên cem hev, ji bo zimanê xwe. Emê di...

Îsmaîl Beşîkçî û kurd

  • 21 Rêbendan 2006

Di nav jiyana kurdên Bakur de Îsmaîl Beşîkçî xwedî ciheke taybet e. Ji bo min jî ew keseke cihê ye. Ez dikarim bibêjim ez bi xwendina pirtûkên wî...

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • 25 Avrêl 2026

Îro 22'yê Avrêla 2026'an e; roja salvegera Rojnamegeriya Kurdî ye. Vê nivîsê jî îro dinivîsim.  Pêşî pêşgotin: Di vê nivîsê de ezê hin navên kes û saziyan bidin lê bila bê zanîn ku tu derdeke şexsî...

Hemû Nivîsen Cemil Oguz

Cemil Oguz kî ye?

Cemil Oguz di sala 1975’an de li gundê Zengê ya Licêya Amedê hat dinê. Oguz di 4’ê tîrmeha 1998’an di rojnameya Azadiya Welat de dest bi xebatê kir û heta 12’yê tîrmeha 2003’yan di rojnameyê de karê nûçegîhanî, edîtorî û gerînendetiya weşanê girt ser milên xwe.

Heta niha di gelek rojname, kovar û malperên înternetê de nûçe û nivîsên Oguz hatin weşandin. Oguz digel karê xwe yê rojnamegerî, bi belgefîlman re jî eleqedar e û vê xebata xwe jî didomîne.

Oguz demek di ajansên kurdî de xebitî, her wiha edîtoriya kovara Tîroj û kovara Dîwarê kir.

Cemil Oguz ji 21.04.2005'an ve edîtoriya malpereke bi navê Diyarname.comê dike ku ev karê wî hê didome. Ew di heman demê de di Diyarnameyê de quncekên "Diyarê Me" û "Dewey Ma”, li aliyê din ji bo rojnameya Xwebûnê jî quncik dinivîse.

Pirtûkên wî

- Rojnamegerî û pîvanên wê yên sereke (Rojnamegerî, berfanbar 2002, Weşanên Pêrî)

- Qurtek Evîn (Çîrok, reşemî 2005, Weşanên Pêrî)

- Sako / Gogol / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrokek dirêj, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Duzimanî (Gotar, Tevî Dawud Rêbiwar amade kiriye, Weşanên Hîvda, reşemî 2008)

- Dengê Doyê / Ferîd Edgu / Wergera ji bo kurdî Cemil Oguz (Çîrok, Weşanên Evrensel, rezber 2011)

Belgefîlmên wî

- Rewşen (2011)

- Mazgal (2013)

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

DBP'ê li ser kayyûmê serî li Dadgeha Bilind da

ad

Li Dêrsimê DTP bi ser ket

ad

Ji Weşanên Lîs pirtûkên roman, çîrok û lêkolînî yên nû

ad

Hejmara pirtûkên hatine çapkirin kêmbûye

ad

Şêx Seîd li Deriyê Çiyê hat bibîranîn

ad

Kampên li Başûr tên girtin, şengalî vedigerin warên xwe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname