logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

Welat Dilken

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Welat Dilken

Welat Dilken

Pirtûka bêsiûd!

  • Dîrok: 10/10/2021
Ez ew pirtûka bêsiûd im; pirtûka bi destê wî nivîskarê entîke hatime nivîsandin! Heqê xwe nexwim, nebêjin çi pesnê xwe dide, çi qure û pozbilindiyê dike; bi naveroka xwe ger ji min bipirsin, ez pirtûka hezar salê me; nivîskarê min jî wisa difikirî!
Bê henek dibêjim, pirtûkeke xwedî naverokeke baş im, û heqê wî jî nexwe im; bo min binivîse nivîskarê min jî gelek ked da, hewl da heqê min de derê; geriya, lêkola, xwend, êşiya, bêxew ma, bi min de ket, ceriband ceriband û dîsa ceriband heta dilê xwe li min rehet kir; helbet ji eleqeya wî nîşanî min daye gelek gelek memnûn im.
Lê hûn ji min bipirsin, ji naveroka xwe dinêrim ji nivîskarê xwe dinêrim, dibêm xwezî wî ez nenivîsandima; xwezî etarekî ez binivîsandima, xwezî reklamçakekî ez binivîsandima, xwezî heweskarekî ez binivîsandima, xwezî şivan an gundiyekî ez binivîsandima lê bila wî ez nenivîsandima! Hûn ê bêjin çima? Min got ez bi naveroka xwe pirtûkeke hezar salê me lê nivîskarê min entîkeyeke,  romantîkî bi serê xwe ye!
Erê, ez pirtûkeke naverok baş im lê pirtûkeke bêsiûd im ku rabû wî naveroka min zevt kir û ez nivîsandim ne kesekî din…Dibêjim heke ne wî, ji ew ên li jor yekî ez binivîsandima niha bûme çîroka ser zimanan lê wan nenivîsand, bêsiûdiya min e ev ê entîke ez nivîsandim.
Hûn ê bêjin qure ye, na, hûn ê bêjin pozbilind e, na, hûn ê bêjin jixwe razî ye, na, hûn ê bêjin ser xwe re kesî nas nake, wele ew jî na!!!
Lê çi? Nizan e, şena ke, ne etra e ne jî reklamçak e, ne aktîrîst e, ne jî bazirgan, mamoste, endezyar, parêzer e! Ê çi! Min gote we, entîke ye entîke...
Dibêje naveroka te baş e, min jî di nivîsandinê de çi ji destê min hat min kir û gotin dimîne yên bixwînin re; tu û bextê xwe, yanê min karê xwe qedand û gotin a yên din e!...
Dibêjimê na bavê min na! Te karê xwe neqedand; ka bêje min, li derdora te du nivîskarên di hesabên xwe de behsa te dikin tu behsa wan dikî hene? Na! Çend xwendeyên xama yên keç-law yên heweskar ku bi şev û roj nexwin venexwin behsa te bikin hene? Na! 
Xoşbêşa te bi weşangeran re germ e? Na! Dostikeke xwe ya bêje,‘î me ev nivîsandiye’ jî tune.
Di sosyal medyayê de sifir e, bi lîjneyên wêjeyî yên bûrjûvayî re danûstendina xwe tune ne; yanê tu ne endamê çeteyekî wêjeyî yî, têkîliyek te bi pirtûkfiroşekî re tune, bi rojnamegerekî re tune, tu mirîdên ku te bifirînin tune ne, ê ez ê çawa wek pirtûka hezar salê bêm zanîn û xwendin? Heke ne etar-bazirganekî çak bûyî  te çima ez nivîsandim bavê min, çima?..
Min go ya nezan e, entîkeyek e; nizane li kîjan civakê  ye, li kîjan zemanî ye!!!
Dema ez birim dam weşanxaneyê weşanger jê pirsîbû: “dixwazî bi vê dosyeyê çi pêk bînî”?  Wî bi kubarî ez danîbûm ser çongên xwe, bi dengekî bixwe bawer li weşanger vegerandibû: “dixwazim textê Ehmedê Xanî birûxînim”! Weşanger jî gotibûyê; “tu kurdan nas dikî”???
Tevî ez bi naveroka xwe ji ‘çîrokên nivîsandinê’ yên kurdî cûda me jî min kurd nas kirin lê wî nas nekirin, nake jî…
Nas nekir! Ji dewsa bikeve nav hewldanên lobiyî, kûlîs û dîplomasiya derdora wêjeyê da behsa min were kirin rabû bi salan xwe da xeyaleke nedurûst, ku li cihê avê yê herî kûr xeyalê bi QELEŞÎ ew di piştê de kêr kir(!) Min bi bîrêxistina ‘çîrokeke kurdan a navdar’ ew hişyar kiribû lê guh nedabû min..
Hê jî ji ya xwe danaxe, radibe dibêje li cîhanê karê wêjeyê wihakî wihakî dibe û nizanim çi… Tew mala min ê tew… Nizane ku ev der rojhilatê navrast e û li vir; di navbera girseyên diçin banga siyasiyan, ên diçin banga meleyan, ên diçin banga serbêz û yên diçin dîtina nivîskêr de tu cadahî tune û entîkeyê min hê bi vê nizane; li vê erdnîgariyê ne berhem nivîskar tên ecibandin; pirtûk bo xwedatiya nivîskêr bes navgîneke kaxizî ye...
Min got ez pirtûkeke bêsiûd im, nivîskarê min jî entîkeyekî romantîk; heyfa min ku yekî din ez nenivîsandim, belkî jî divê nivîskarê min ez bi tirkî binivîsandima, kurdan dê hêngê em bifirandina esmanan; niha dewran dewrana min û wî bû…   
  
 
 

Hin Nivîsen Nivîskar

Kenêrk

  • 07 Gulan 2017

Hemû civakên ku ji nirxên bi zexm û kêrhatî hatî pê, tevî tiştên kêrnehatî û beredayî jî hebûna xwe ya li ser vê cîhana...

Nivîsa dawî, xatirxwestin

  • 28 Pûşper 2017

Gotine ‘ peyv diçe nivîs dimîne’. Li ku? Li bêndera bîrê, di nav rûpelên kaxizê de… Bêguman, her peyv ne ew ên dibin wekî...

Kurdên tirkan!

  • 09 Gulan 2021

Wextekê dema rêya kesekî ji bakur bi başûr diket başûriyan jê re digot kurdê tirkan! Çend caran rêya min jî bi wir ket, ji min re jî gotin kurdê tirka,...

Hemû Nivîsen Welat Dilken

Welat Dilken kî ye?

Welat Dilken di bihara 1975'an de li gundê Dolê ya Semsûrê hatiye dinê. Nivîs û helbestên wî di kovarên wekî Tîroj, Çirûsk, W û di malperan de hatine weşandin. Wî demek di rojnameya Ewropres nivîsî. Demek dirêj e di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike. Di pêşbaziyên Huseyîn Çelebî û Feqî Huseyîn Sagniç de helbestên wî xelat girtine.
Pirtûkên wî ev in:
- Ken deyndarê giriyê ne, Helbest, Weşanên Belkî, 2006
- Sî bi rojê xweşik e, Helbest, Weşanên Lîs, 2009
- Şeva dawî, Roman, Weşanên Lîs, 2012
- 29 kul, 29 gul, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Siya derizî, Helbest, Weşanên Ronahî, 2012
- Neynik û hinek, Helbest, Weşanên Ronahî, 2013
- Stêrka xuricî Ferat, Roman, Weşanên Peywend, 2016
- Me Herî pir ji helbestkaran bawer kir, Ozgur Doga (wergera ji tirkî Welat Dilken), Weşanên Lîs, 2016
- Kevir û tiştên din, Helbest, Weşanên J&J, 2017
- Orîjîn, Çîrokên Mînînal, Weşanên Avesta, 2019

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

“Elfabêya Kurdî” a Bedirxan ji nû ve çap bû

ad

Li Almanyayê piştî 30 salan gireva herî mezin

ad

Li Edeneyê 'Nasîpse Adayiz' û 'Bîlmemek' bi ser ketin

ad

Kovara The Times pêveka "Kurdistan" belav kir

ad

Ji bo hefteyekê fîlmên kurdî li Berlînê ne

ad

Xelata Karagozê Zêrîn “Artîst”ê girt

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname