logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket
  2. 153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e
  3. Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)
  4. Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn
  5. 5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

Nûdem Hezex

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Nûdem Hezex

Nûdem Hezex

Mirina Gur

  • Dîrok: 23/11/2024

Ji bo guhdarîkirinê:
 

 

 

21’ê sermaweza/mijdara 2024’an, saet li derdora 10’an, min reklama kitêbeke nû çapbûyî dît: Gurê Manco, Sadiq Ûskan, Roman, ji Weşanên Wardozê. Hew min dît ez ê helbestekê dinivîsînim.

Mirina Gur
                        -ji bo Yehya-

dibêjin gurekî bitenê miriye

li vir û li wir

bivir bûye das 

das bûye bivir

 

bi tenê dibêjin gurek miriye

gurekî nemir

nabêjin ji ku derê ye ew gur

ha ji vir ha ji wir

 

dibêjin bi tenê gurek miriye

nabêjin li ku derê miriye ew gur

ji bo kevir nebine vir

û vir nebine kevir

 

- Çima te gotiye ji bo Yehya? Yehya kî ye mamoste?

Yehya jê dibim, li dewsa wî, “Ji bo rezan” dinivîsînim.
 

- Îja ji bo rezan çi ye, hema bibêje ji bo Rêzan, ne çêtir e?
- Rêzan kî ye ezbenî?

Naxwazim pirsa xwe bibersivînim û pêl enterê dikim wisa parve dikim. Li saetê dinêrim, saet
10. 44 e. Helbesteke temenê wê 44 deqe... Hin beşên helbestê careke din dixwînim.

dibêjin gurekî bitenê miriye

bi tenê dibêjin gurek miriye

dibêjin bi tenê gurek miriye

 

Wê bibejin, ma wî çi kiriye, dîsa bi peyvan lîstiye û hew. Helbestên wî tev wisa ne. Kesek ji wan jî nabêje “Yaho wateyên her sê rêzikan ne yek e ha.” Li helbestê vedigerim.
 

nabêjin ji ku derê ye ew gur

nabêjin li ku derê miriye

Piştre tê bîra min, em li axaftina xwe ya rojane dema tişteke awarte dibe mirina gur gelekî bi kar tînin. Çimaya wê nizanim. Belkî jî dizanim lê nikarim bibêjim.

- Li ku derê gurek miriye, Reîsê Guran dibêje kurd birayên me ne.
- Îro gurek miriye, Jan, li twîta xwe “min” bi kar neaniye.
- Ew gur li ku miriye Xecê vê carê heqê çayê da.

Çima endamên gelê me her bûyereke awarte bi mirina gurekî ve gire didin? Çima nabêjin “şêrek miriye”, “çêlekek miriye”, “elokek miriye” an “hirçek miriye”. Miheqeq sedemeke wî gurî heye yê her roj dimire û tu caran jî bi mirinê tune nabe. Term, belesebeb nakevine nava zimanan, miheqeq çîrokeke wî gurî  heye. Çima gur nêr e her tim, ne mê ye, pirseke din a bi gelek bersiv... Li ser çimaya zayenda ajalan demekê xebitîbûm, ew tê bîra min.

Li googleyê Mirina Gur dinivîsînim, belkî rastî hin tiştên balkêş werim. Tişteke balkêş naxuye. Bi tirkî dinivîsînim “Kurdun Olumu” Aha navê helbestekê!  Alfred De Vigny Helbesteke namdar… Çawa min, heya îro ev helbest nexwendiye? Difikirim gelo navê helbesta xwe biguherînim, bibêjim Gurê Mirinê? Piştre dibêjim na, Mirina Gur ne hemayeke bi teybetî ye û piştre çar rêzikên li serê helbestê werdigerînime kurdî.


Mirina Gur

dibezîn ewr li ser heyva şewtê lêdayî
çawa bibeze duman  li ser êgir wisa dibezin
ripûreş bûn devî ji hêlekê heya hêla din
em bê his û deng li ser giyayên şil dimeşîn


Helbesteke dirêj e. Piştî xwendina helbestê, demekê li ser pirsa “Çima ev helbest ev qasî namdar bûye?” diponijim, li nava helbestê li bersivan digerim û hin bersiv li hişê min zelal dibin.

1. Helbesteçîrok e yan jî çîrokehelbest.
2. Bi ser nêçîra ajalan têla dilê mirovan dijenîne.

 

Di hinavê her mirovî de gurek heye. Nola sêvên kurmên xwe xwedî dikin em jî wî gurê har ê di hinavê xwe de xwedî dikin-belkî jî kedî dikin-. Carcaran dikujin, hin caran birîndar dikin û gelek caran jî nîn dihesibînin; Na, na em nikarin birçî bihêlin wî gurê nêr. Helbestbêjekî xwenenas wiha gotiye:

- Tişta tu bixwî te xwedî dike, tişta tu xwedî bikî, te dixwe.  
 Gelek taybetmendiyên guran hene. Mînak: Nola mirovan bi malbatî dijîn; dê, bav û tejik bi hev re, ne wekî psîkan bi serê xwe û beredayî ne. Têkiliyên ensest nakin bi endamên malbata xwe re nola hin mirovan. Eger gurekî ne ji malbatê nebînin ji bo têkiliya zayendî heya mirinê jî wî karî nakin. Mînakeke din: Gur, bi tenê bi qijikan re hevaltiyê û dostaniyê dikin. Belê, belê bi tenê bi qijikan re. Xenîmetên xwe bi wan re parve dikin. Ma mirov jî ne wisa ne? Dema menfeat hebe “mirovên gur” bi “mirovên qijik” re nabine dost?
Li mîtolojiya  Skandinav sê qarekterên guran hene yên namdar; Fenrisulfr, Skoll û Hati. Li Almanyayê gur sembolên xerabiyê ne li çîrokan; lêbelê li Romaya Antîk, avakarê bajarê Romayê ne, şîrdarê
Romulus û Remus in. Li baweriya tirkan Asena heye, qehremanekî wan ê mîtolojîk e... Em kurd? Gelo sembola çi ye gur, ji bo me? Bi tenê tirsandina zarokan?
Piştî vê pirsê navê romana nû çapbûyî Gurê Manco tê bîra min. Li derheqê Gurê Manco hin agahiyan dizanim lê dîsa jî hewce ye vekolînekê bikim. Rastî stranekê têm û şaşwaz dibim. Beriya neh salan stranbêjekî bi navê
Apojan, straneke bi navê Gurê Manco parve kiriye. Mixabin min guhdarî nekiriye. Bi/ji/li xwe dixeyidim “Çawa te ev stran nedîtiye lawo!” Ji hêlekê ve stranê guhdarî dikim ji hêla din ve jî li gotinên wê dinêrim. Belkî jî min guhdarî kiriye û nola gelek tiştan ji bîr kiriye.

Emrê min li min

Bi pêl û pêl vedigere

Kanî ew rojên ez im ez

Rojên benda çîroka

Çîrok li ser çîroka

Lîz lîza çîrokê bi tirsê di guhê min de

Ê hat hat gurê manco hat

Xewên ji şeva direviya

Xewên di tengala denga

Di dengê xwe difetisî

Êrê yadê Erê

Şîrê xwe li ser çîrokên min biherikîne

Bi festên çîrokên min

Li ser dengê xwe

Xewên min aj bike

Xewên min şiyar bike


Strana Mamê Gur tê bîra min û li vîdeoyan temaşe dikim. Rojda Şenses stran zaf giran kiriye û hewayeke popê daye stranê. Qet kêfa min jê re nehat. Emin Erbanî reqandiye dîsa, hop mamê gur, mamê gur û Koma Rozerîn jî nêzî eslê stranê qeyd kirine. Bi texmîna min li folklorê navê cureyeke govendekê ye Mamê Gur, wisa tê bîra min.
 Mame Gur zaf in li her derên jiyanê. Hin nav li qada edebiyatê jî hene. Na, na, behsa wan nekim çêtir e. Behs bikim edîtorê malperê, vê nivîsarê çap neke, wê bibêje heqaret heye li hin kesan. Li Mamê gur vedigerim. Li gotinan bala min dikêşe: Mamê gir, mamê gur.

Ha gurê gurane mamê gir mamê gur
Ha gurê goranê şênê gir cenewir
Gur tê nêrî ye mamê gir mamê gur
Gur tê nêrî ye şene gir cenewir
Çavê gur mî ye mamê gir mamê gur
Çavê gur mî ye şene gir cenewir
Miya rîspiye mamê gir mamê gur
Miya rîspiye şene gir cenewir

 

Gur tê bileze mamê gir mamê gur
Gur tê bileze şene gir cenewir
Çavê gur li pez e mamê gir mamê gur
Çavê gur li pez e şene gir cenewir
Pezka çirkeze mamê…

Gur tê bizare mamê…
Şêne gir cenewir
Çavê gur kare mamê…
şêne gir cenewir
Karka muxtar e mamê…
Şêne gir cenewir


Gurê Manco sembola tirsê ye li kurdî. Nizanim eleqeya vî gurî bi mankurta tirkan re heye an na, lê ez bibêjim heye çêtir e.
Dema bixwazin kesekî bikin mankurt, pora wî diqusînin û serê wî dikine nava postê deweyekî nû hatî eyarkirin. Dest û pêyên wî girê didin û wî didine ber tavê. Ew post bi çermê serê wî ve dizeliqe û nahêle bi jor de here, xwe bide der. Ew mûyên porê ber bi qaqota serî de bi paş de dizîvirin. Ji bo ew kesê bûyî mankurt ji êşa serê xwe hişê xwe winda bike û bi gotina xwediyê xwe bike.
Li pirtûka “Urfa Efsanelerî” rastî Î.Halîl Baran hatim, berhevkarî kiriye li nivîseke li ser “Efsaneya Gurê Manco.” Werdigerînime kurdî.

Me navê keçikê li qolinca 7 kulekan pispisî lê kesî nebihîst. Kesî navê wê keçikê neda me. Zaf spehî bû keçik. Te digot qey çemek diherike ji pora wê û bi şev hemû stêrk wî çemî temaşe dikin.
 …
Piştre wehşên reş hatine wê axa ronak hemû xanî û kon dane ber êgir. Me navê wê keçikê ji tu kesî re negot, eger me gotibe jî derew e. Brayên wê li ber çavên wê yên kor ser jê kirin. Wê nedîtibe jî çawa pora wê bi carekê spî bûbû 7 koran, 7 kulekan, 7 şikeftan û 7 stêrkan bihîst. Gurek hat ew jî xwarin. Navê wî gurî, Manco bû.

 

Dilê min ji min sar bûye van rojan, hengî li ber xwe dikevim. Dema dikevime binê bîra xwe wê sarbûnê bi çavên serê xwe dibînim. Nizanim belkî jî gurê di hinavê min de hemû hestên min ên germ xwarine loma dicemidim. Reng tev li ber guhên min sar in, dengan tev sar dibînim. Nizanim, belkî gelek mirovên li derdora min bûne Gurê Manco, belkî jî ez li ber çavên wan dost û hevalên xwe bûme “Mame gir” an “Mamê gur”

- Çima te li binê helbestê gotiye ji bo Rêzan? Dilê te ji Rêzanan şikestiye?
- Dil, ne dar in ezbenî, bîst caran naşkin, ew carekê dişkin nola caman. Rêzan, sembolek e; sembola kesên tu dibêjî ji min gelekî hez dikin û dibînî ji te qet hez nakin. Belkî jî sedem ne hezkirin e, belkî jî mirov kesê jê hez dike zêdetir diêşînin.
- Dilê xwe neşkîne mamoste dinya boş e heyat xwoş e lo!
- Erê, rast e dinya boş e heyat xwoş e; lêbelê tu nizanî dema gur bi tenê bimîne, dimre; nola dengbêjan, nola nivîsbêjan, nola şiîrbêjan…
- Ne ji bo tu şil î baran dibare mamoste, ji bo baran dibarê tu şil î.
- Min fam nekir tu çi dibêjî ezbenî lê min fam kir tu çi nabêjî.
- Dizanim, ji zû de ye gur namirin li dinyaya te.

 

 

 

Hin Nivîsen Nivîskar

Helbestên Fatma Savcî Û…

  • 31 Rêbendan 2024

Dosyayeke berfireh a min berî çend salan li ser helbestkariya jinên kurd nivîsî li ber min e, lêbelê dikim-nakim nikarim ji wê dosyayê nivîsekê patalojîk a...

d e s t a n a destan

  • 18 Berfanbar 2023

piştre bi sê awiran li pênivîska xwe ya tijî çîrok mêzand a li navbera rûpelên nîşenivîska virtûvala ji xîzaniyêtariyeke zilqemirî...

MaSîMûSa

  • 20 Sermawez 2023

Ava hemû çeman piştî rêwîtiyekê li deryayê digihijîne hev.masiyên çîrokan jî heneçîrokên masiyan jîçîrokeke...

Hemû Nivîsen Nûdem Hezex

Nûdem Hezex kî ye?

Nûdem Hezex di sala 1964'an de li Hezexê hatiye dinyayê, heya biçe Zanîngeha Gazîyê ya li Enqereyê li Hezexê mezin bûye. Piştî zanîngehê 28 salan li Mersînê mamosteyî kiriye. Niha teqewît bûye. 17 stranên wî yên gotin û muzîkên wan nivîsî li nav gelek albuman cih girtine. 
Pirtûkên wî yên ku heta niha derketine ev in:
- Belalûk, roman, 2014, Do
- Lîlîstan, helbest, 2016, Sinirsiz 
- Mahser, helbest, 2017, Sinirsiz 
- Bîr, roman, 2018, Dara 
- Xizêmok, helbesteçîrok, 2019, Sîtav 
- Spîroj, roman, 2020, Payiz 
- Çello, Sonata Mirinê, roman, 2024, Na
 
 

Youtube Me

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Dîmenên li ser sînorê Rojhilat

ad

Ji bo qerta çandî nêzî 115 hezar xwendekarî serî lê da

ad

TEV-DEM: Dixwazin gelê kurd bikişînin nava şerê qirêj

ad

Li gelek cihan Roboskî hat bibîranîn

ad

​​​​​​​Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû hate girtin.  

ad

Her hefte fîlmekî dê bê nîşandayîn

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Samsunspor - Amedspor: Maç xilas Amedspor bi 2-1 bi ser ket

  • 24 10 2026
news

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

  • 24 10 2026
news

Eno tablo bi 50 mîlyon Euro hame rotişî (Xebere bi zazakî-kurmancî ya)

  • 24 10 2026
news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

  • 24 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname