logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê

Çorê ARDA

  • Rûpela Pêşî -
  • Hemû Nivîsên Quncîkan
Çorê ARDA

Çorê ARDA

HELBESTÊN CEMIDÎ Û REŞBÎN

  • Dîrok: 21/01/2021
Helbestên pirtûka helbestvan Sebrî Vûral a bi navê “ Wesyetên Qefilî “meriv dikare bike du beşan beşek jê mijara wan piranî li ser civaka me ya bindest, bûyer û trajediyên hatine serê wan bi hubreke dijît pijiqandiye ser rûyê erdnîgara kaxizê, beşa me ya din jî piranî hestên şexsî yên hundirîn e û piranî gopalê pîrbûnê, bîranîn û raboriya xwe ya zarokatiyê di tabloyekê de xêzandiye. Her wiha di pirtûka me de helbestên li ser Alan Kurdî, Cemîla û dayika Taybet hwd bi şêwazeke têrtîr û bi têrwateyîneke dijît hatiye verêsandin. Di helbestan de têgehên weke “ hêvî, tenêbûn, pîrbûn, zarokatî, bîranîn û birîn” zêdeyî xwe hatibû şixulandin loma jî em dikarin bêjin van têgehan hinekî jî mifteya helbestê diteyisîne. Di helbestên şexsî de helbestvan piranî li xwe mikur tê û dibêje ez kal bûme, vê kalbûna xwe jî him bi helbestên xwe û him jî bi awayekî metaforîk destnîşanî me dike, piranî vê kalbûna xwe bi metafora û biresera gopal diteyisîne. Her wiha helbestvan di beşa xwe ya din de behsa bûyerên li Cizirî û li yê heremên din qewimîne bi awayekî wêjeyî di helbestê xwe de bi şêwazeke pirwateyîn û reşxemilandinî teyisandiye,  belê helbestvan di helbestê xwe de bi şêwazeke reşbîn bûyerên qewimîne bi dijîtiyeke pirwatedar vehûnaye loma jî di geleperiya helbestan de reşbîniyeke bêhêvî serdest e. Helbet li hember zordestiyê û van trajediyên qewimine normal e ku bêjeyên û hevokên  helbestvan û hubra wî reşbîn biherike.... Bi kurtasî em dikarin bêjin mijara helbestê helbestvanê me bîranîn, zarokatî û kalbûn û bindestî û serdestî ye. Taliyê de du  mijar hatine vehûnandin hin mînak ji helbestên me:
ÊDî KAL IM
Êdî ez ne heyveroneke ciwan im
Ez kalekî bi hêvîya gavên bi gopal im.
Dema em li vê risteyê dinêrin helbestvan rastiya jiyanê a ku li pêşberî me gişan destnîşan dike. Lêpirsîna heyatê bi saya şexsê xwe rastiya jiyanê vehûnaye. Çimkî dibêje êdî ne heyveroneke ciwan im. Yanê xwe êdî kal dibîne û ciwaniyê û kaltiyê destnîşanê me dike. Asas jiyanê watekirin dide, wateya jiyanê û jiyînê li moxila hişî de werdide û xwe digihêje vê encamê. Ji serenavê helbestê de jî diyar dibe helbestvan li xwe mikur tê û vê mikurhatina xwe jî bi şêwazeke vekirî û eşkere teyisandiye..
*
ÇIMA
Pêxemberek
Li bin sîya kirasê xwe radizê
Dilewitin zikir û jiyan
Ji ber sofîyên rihgemar
Û
Pêjna potînên neşûştî
Çima
Li hinda tahtê sincirî 
Evîneke cemidî maye
Melayê Cizîrî...
Di vê helbestê de nivıskar têgehên ehleqê û estetîkê li ber çavên me dirêsîne. Çimkî behsa ehleqa gemar û ehleqa sixte dike û dixwaze estetîka jiyanê a paqij û heqîqî destnîşanî me bike. Çimkî di helbestê de dibêje Sofiyê rihgemar û pêxemberek li bin sîya kirasê xwe radizê yanê heke pêxemberek li bin sîya kirasê xwe razê ev tê wê wateyê ku pêxemberekî sixte û hişê wî tenê ji bo binê kirasê wî dişixule û sofiyê rihgemarî jî heman wateyê hema hema diteyisîne. Loma jî nivîskar asas behsa ol û oldar û sofiyên sixte yên xwînmij dike, di binê kirasê ol û oldariyê de hertiştî dikin û loma helbestvan ehleq û estetîk rapirsiye û li pê şopa heqîqeta ehleq û estetîka bê berjewend ketiye loma jî heqîqet û estetîk û ehleq di hiş de ye û ne di binê kiras û rihgemaran de ye. Helbet helbestvan di vê risteya xwe de hinekî bi wateyeke mecazî û dijayetî bikaraniye. 
*
WELATO
Ka êdî nizanim
Ez ê gulîyên çend helbestan 
Li ser cendekê van bajaran 
Biqusînim
Û
Termê kizirî di hemêza kîjan çiyayî de hênik bikim
Êdî nizanim
Çermê çend zarokan wê ji te re bibe kefen
Û 
Dilê te wê hê çend qêrînên têkçûyî hilgire 
WELATO...
Ev helbest helbesteke dîrokî û bîrdozî ye lê bêtir helbesteke trajîk e. Çimkî ev helbest heyamekê destnîşan dike. Helbesta bindestiyê ye, helbesteke trajîk a reşbîn e. Weke em dizanin helbestvan û romannûs û çîroknûs hwd talî pênûsa wan em bivêûnevê gelê xwe diteyisîne loma jî helbestvan di vê helbesta xwe de êş û trajediya ku pêk hatiye bi şêwazeke reşbîn vehûnaye. Em dikarin bêjin helbestên helbestvanê me bi qasî şexsî ne ewqasî jî civakî ye. Yanê hubra xwe him ji bo xwe rijandiye û him jî ji bo civaka xwe rijandiye. Her wiha di piraniya helbestan de têkiliya di navbera bêje û hevokan û risteyan de wateya wan, têkiliyên wan, girêdana wan û vehûnandina wan de carinan bêtêkilî û girêdaneke beloq xwe dida dest, yanê têkiliya di navbera bêje, hevok, riste û temamiya helbestê de girêdaneke ne bi aheng û bêarmonî xwe dida dest, lê di helbesta em dikarin bêjin helbestvan zêdeyî xwe pirwateyîn û têrtîr hevok û riste vehûnaye. Her wiha helbestên me de têra xwe metafor, wate û bêhna gotinên watedar yên felsefîk jî serdest bû. Taliyê de helbestvanê me helbestên xwe piranî bi şêwazeke hestetîr û hestên pirwatedar û metaforîk nivîsandiye....


Hin Nivîsen Nivîskar

ÇÎROKÊN DERSJÊDERXISTINÊ

  • 20 Berfanbar 2019

Pirtûka çîroknûs Hesen Qizilcî ji 14 çîrokan pêk tê û her çîrokek bi serê xwe taybet û girîng e. Piraniya çîrokên...

NAVDARÊN ASÛSÊ

  • 02 Gulan 2020

“Ji bo Yekê Gulanê û hemû jinên tehdedîtine û hatine ricimandin"Pirtûka Mehmet Dicle a bi navê “Asûs”ê ji deh çîrokan pêk...

DERBÊN GUHLIVÎN

  • 22 Adar 2020

Çîrokên pirtûka Bahoz Baran  ya bi nave "Derb" ji heşt çîrokan pêk tê. Ji nav çîrokan ya herî bi baldar çîroka "Eliyê...

Hemû Nivîsen Çorê ARDA

Çorê ARDA kî ye?

Çorê Arda di sala 1979'an de li Heramya taxa Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdinê hatiye dinê. Dibistana seretayî û navîn û lîse li Dêrikê xwendiye. Wî Zanîngela Dîcleyê beşa wênesaziyê qedandiye. Ew niha li Dêrikê mamostetî dike. Heta niha gelek nivîs û çîrokên wî di kovarên wekî Çirûsk, Heterotopîa, Felsefevan, Axa Sor, Dilopê de derketine. Arda ji destpêka 2019'an ve di Diyarnameyê de qunciknivîskarî dike.

Pirtûkên wî:

- 496, Weşanên Belkî, 2016, Roman

- Roman, Weşanên Belkî, 2017, Roman

- Rexne û Rexnegirî, Weşanên Belkî, 2021, Teorî

- Mêşo, Weşanên Payîz, 2021, Çîrok

- Rexne û Rexnegirî II, 2024, Rexne

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hejmara cesedên hatin dîtin derket 26'an

ad

Çevîk: Bila kurd tifaqa xwe çêbikin

ad

Festîvala Cazê 300 hunermendî dike mêvan

ad

Hişkî nîşana zimanên mirî ye

ad

Putînî par 132 hezar dolar kar kir

ad

Demirtaş: Têkoşîn nebe tu tiştek pêknayê

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname