LUQMAN GULDIVÊ
Jocelyne Socier, romannûseke ji Kanadayê ye ku bi fransî dinivîse. Min tenê yek romana wê xwendiye, navê wê "il pleuvait des oiseaux (Çivîk dibariyan)“; sala 2011´ê der çûbû. Ji ber ku êdî gelek roman û nivîskarên wan xwe li awayên nû ên sêwirandinê û vegotinê diceribînin, xwendina vê romanê pêşî bi min ecêb hat. Ecêb bi xwe ecêb bû, lewma di rastiyê de besîtbûna hevokan, vegotinê, terîfkirina kesan, hawîrdorê, detayên di nava resmê wê kêliya romanê de diviya bi min ecêb nehata.
Sedema wê ew bû ku di rastiyê de mirovî dikarî pirr bi hêsanî xwe bi gotinên Joceliyne Socier ber nava serpêhatiya sê zilamên kal ku "bi xwe mirina xwe bijartine û ji ber wê jî azad in“. Ne bi tenê ev her sê kalên ku xwe ji bajaran vedizîne, û yek ji wan jî veguheriye qehremanê destanekê ji wan destanên li ser kesên ji şewatên mezin ên destpêka sedsala 20´an ên li Bakurê Emerîkayê filitîne; di heman de mê de hotelvanekî di nava daristanê de bi wan hersê kalan re li hev kirî jî bi wê besîtbûna vegotinê û kronolojiya dîrokî li pêşberî me ne. Jixwe wênegira jin yek ji bêjerên sereke ye. Kesekî ku bi hotêlvan û 2´yan ji kalan re lihevkirî jî tevî metika xwe ya ku ji 15 saliya xwe heta 81 saliya xwe di nexweşxaneyeka dînan de hatiye ragirtin jî xwe ji bajar vedidizin.
Serpêhatî wiha dest pê dike ku ji xwe yek ji sê kalan mirî ye, lê timî bi vegotina wênegir, herdu kalên din û kesên din ên di nava romanê de behsa serpêhatiya wî tê kirin. Jixwe, navê pirtûkê ji serpêhatiya wî ye; di şewateke mezin a sala 1916´an de daristan bi wî rengî dişewitin, bajar û navçe û gund wiha li wan tê ku agir li wan bigere, hingê di nava germ û duxanê de şewat ji ezmanan jî oksîjenê didize, û teyr û tilûrên li ezmên bi ser hev de dikevin ber lingê yekê ji wan şahidan ku di dema şewatê de sax filitiye; ha ew şahid li parkeke bajêr li ser bankekî rûniştî nan dide kevokan.
Besîtbûna vegotinê û kronolojîkbûna pêdeçûna vegotinê, ne delîlên wê yekê ne ku serpêhatî bi serê xwe besît be. Sê kalên ji bajêr û ji qeydîbûna fermî direvin, dixwazin bi dilê xwe bimirin, lê didu ji wan ji ber ku ditrsin bên dîtin, nasnameyên qelp ji xwe re çêkirine û bi hotelvanî re li hev kirine berê xelkê ji wan bide aliyên din; vê rehetiya wan metika wî ciwanê bi wan re têkiliyeke hevaltiyê û tîcareteke qedexe danî jî xera dike. Bi ser de jî wênegir dixwaze li nava wê daristana li dora golekê de illeh her du hevalên wî kalê efsane ku êdî miriye, bide axaftin û wêneyên wan bigire.
Ha di nava vê vegotinê de mirin dibe jiyan, dibe hevrê, dibe henek, dibe êş, dibe kêf… Hîna mirin li kêm cihan evqasî bûbû mêvanê vegotinekê ku li ser aramiyeke xapînok, di nava hêdîbûna dinyadîtîtiya kal û pîran de bi gewde bûye.
Di rastiyê de ez lê mikur bêm, ew aramiya hiznê û azadiyê ku di zik hev de ne, mîna ku mirov zikîqûnî hev di xew re çûbin, parçeyên hev bin ku caran ji hin filman di bîra min de hatibû verotin, bi vê romanê xwe ji nû ve dan der. Nexasim jî Theo Angelopoulos û ew dîmenên ji filma wî Merga Digirî (The weeping Meadow) xwe ha ha didin dîwarên wê perdeya bîra min. Bi her halî, xwendina vê romanê bi hevok û vegotina xwe ya besît û rehet bi bîra min xist ku xwendina vegotineke besît mîna sohbetekê ye. Ew sohbeta me bi Kurdî nikarî ji bo Şewata Sînema Amûdê bikin, ew sohbeta ku ji bîra me û bi bîra me re diviya hinekî be jî birîna me ya 57 salî bikewîne, me ew nekir di warê wêjeyî de. Ji bo wê, ne lazim e em fitlan bidin xwe, yekser û besît ji bo sohbeteke ji dil, em dikarin behsa wan çivîkên xwe bikin, wan beytikên me ku hîna bi firê neketibûn û ji ber wê jî ji hêlîna xwe weke perengên sor ketin ser dilên dayik û bavên xwe.
guldive@yahoo.fr
13.11.2017, Yenî Ozgur Polîtîka