Zimanê dayîka me bi qasî dayîka me şêrîn û bi qasî xwezaya welatê me dewlemend e. Her çiqas dayîk û welat bindest bin jî ji bindestiyê tiştên mîna dims, bastêq, meşlûr, mewîj, kax û hêjîrê hişkkirî dertên. Hin tişt jî mîna cûr in (tiriyê tirş lê tehmxweş). Ev hemû di devê meriv de tehmekê xweş dihêlin. Ji vê sedemê kurd berî razanê tînin dixwin ku ew tehm di devê wan de bimîne heta sibe.
Di nava salekê de çend pirtûkên kurdî yên helbestan derketin. Dema ku helbestên xweş dixwînim ji wî zimanê ku pê hatî nivîsîn hez dikim. Bawerim her kes wisa ye. Ew estetîk û rîtma di nav peyvan de tê honandin di mêjiyê min de xaniyê xweşiyê ava dike.
Pirtûka helbesta ya Roşeng Rojbîr di nav xirecira şer de bêhes derket. Bê reklam, pesindayîn û hwd ket nava cîhana kurdî. Roşeng di pirtûka xwe ya duyem de qurretiya helbestê şikandiye û navekî ku em jê re xerîbin lê kiriye. “Ev Ne Pif e Tif e”. Dema ku çavê min bi vî navî ket, min tu tiştekî jê fêm nekir. A rast bêjim, min di dilê xwe de go ev çi navek ecêb e, qet nav nema bû ku li dîwaneke were dayîn. Heta hatim nîvî min hê fehm kir ku çima ev nav lê hatiye danîn. Serê pêşî di devê min de tehma cûrê ku tu çawa gez dikî ji tirşiyê av bi çavê te dikeve lê bi cûtinê re hêdî hêdî tehma devê te xweş dike ma. Di serê pirtûkê de zargotinek bikar aniye ku meriv pirtûkê deyne û nexwîne. “tirş im tahl im, jehriya mar im”. Me ev zargotin li Farqînê di hin lîstikan de digot ku kes ber bi me de neyê. Bi nav û zargotinek wiha ketim fikarê lê dîsa jî pê de çûm û hey çûm.
Di helbestek ji du rêzikan pêk tê de dîroka me kurdan radixe ber çavan an jî bi zorê di çavê me de diçikilîne.
“30
29 carî serî bikêl î, ku tu min nejmêrî
bila tev de nelê bin, ku ez û tu yek bin”
Tu qederek disekinî, li xwe mikur têyî û serê te ji şerma dikeve ber te.
Di helbesta Roşeng de hemû evîn û kêfxweşî bi bindestiya welat reşxemilandî dibin. Tu her dibînî qala evînek kiriye, tu her dibînî ku evîn ji sedema bindestiya welat têkçûye an mehkûmê têkçûnê ye.
Di helbesta “en-el welat” de;
“…
jenê sûra srafîl im, navê te dilîrînim
navê te, ku li çepera gerdûnê lefandiye, têm li pey te
navê te, ku newaya heşir û mehşerê ye, nebe nabe
9 deng û 3 kîte
-bêwelatiya min li te
-sobe
…”
Helbesta ku ji sergêjiya welatekî pekiyaye, di destên nivîskar de hatiye honandin û gihîştiye ber destê me.
“…
berî goçkirinê bi çend çirkî
me bi şewba mirovahiyê xistin
dengê me yê lerizî, bi ser yê lawirên şevdêrî ket
di pey de, pirr di pey de
piştî me ew têk birin û vir ve
goştê wan li zikê me, çermê me li ser milê me anîn
ji roja ku me dest bi hevduxwarinê kiriye û vir ve ye
cureyek ji me şah, yê din mat e
ev e, çaryeka çîroka di guhê me de
…”
Şair di ber xwe de dimilmile, bi xwe re, bi bindestiya welatê xwe û bi xwezilahiya mirovên bextewar re şer dike. Em jî dixwînin û tê de xwe dibînin. Geh fedî dikin, geh dihesidin, geh diêşin, geh bi halê xwe dikenin.
Pirtûk ji Weşanên Evrenselê derçûye. Niha ev weşanxane bi hinceta OHAL’ê hatiye morkirin. Kes nizane wê rewş çawa be. Belkî vebibe, belkî qet venebe. Di van şert û mercên dijwar de cihê kêfxweşiyê ye ku berhem dertên û digihîjin ber destên me. Helbet wê tim şert û merc ne wiha bin. Her av ji xwe re rêyekê herikînê dibîne û dimeşe. Bi hêviya ku kaniya peyvên me yên lihevhatî û pehtî ziwa nebe û nifş bi nifş olan bide dengê peyvên xweş.