Nivîskariya kurdî û derdê ‘Ax piþtê!’
Omer Dilsoz
Wekî milet zimanê me gelekî li ‘gil û gazinan’ vekiriye. Helbet ev rewþa me dibe ku wekî ‘encama psîkolojiya bindestiyê’ bê dîtin. Heta derekê ev yek rast e jî. Bindest, wekî awayî derbirînê mimkûn e serî li rêbaza ‘gazinan’ bide; jixwe ji ber vê ye, tê gotin, yê serdest bi rê ve dibe, yê bindest gazinan dike.
Helbet gava mijar miletek be, nabe ku mirov nivîskarên wî gelî jê veder bike. Helbet, ew jî ji nava wê civakê rabûne û bi karakterê wê civakê jî bûne xwedan karakter. Ango ew jî her ‘neferên’ wê civakê ne û ‘heke ji vê garanê yek rîxo be navê garanê pê diherime.’
Psîkolojiya ‘garankî’ di civakê de bindest û nesaz de, - belkî ji ber þertên dijwar ên jiyanê ên sosyo-polîtîk- ji civakên ‘normal’ gelekî li pêþtir e. Ji ber vê jî, di vê civaka bindest de, ‘xetên sor’, katagoriyên wekî; ‘qenc-xerab’, ‘xayîn-cangorî’, ‘reþ –spî’, ‘ji me, ne ji me’ gelekî hene û civak ji bo birbiranê û dubendiyê gelekî musaîd e.
Ev giþ encamên bindestiya civakê ne û ji nebûna ‘aîdiyeteke neteweyî ku hemû sinifên civakê vegire’ peyda dibe.
Em dikarin vana wekî ‘êþên navberê’ pênase bikin.
Gava em berê xwe bidine dîroka xwe, di van kategoriyan de, mirov dikare du profîlên nivîskaran (rewþenbîr-aliman) bibîne. Li aliyekî mirov di dîroka me de, Melayê Cizîrî yê ku ‘bê mîr venedixwar þîr’ û li aliyê dîtir Feqiyê Teyranê ku ji ber zilma mîran ‘nediçû dêrê û ne jî mizgeftê’ jî bibîne.
Yek, encama xwedanhelwestiyê, ya din jî encama ‘zanayê qesrê’ ye. Belkî jî derdê wan gelekî ji hev cuda bûye.
Di hemû dîrokê de, li rex Feqî yên wekî Sokrates, Sartre û hwd peyda bûne û li rexê din jî, nivîskarên nefsmezin ên dostê îktidar û desthilatê jî her dem rexê din ê terazûya dîrokê dagirtine.
Di encama vê de, lîteratûra me bi têgihên ‘hem ji dêrê bû hem ji mizgeftê’, ‘heke teref nebî dê berteref bibî’ hatine dariþtin û hinekan jî ev yek wekî ‘êþa piþtê’ binav kiriye.
Di vê çarçoveyê de heke em awirekê bidine rewþa nivîskariya kurdî ya îro, em ê gelek baþtir bi mesela êþa piþtê bihesin.
Dîmena nivîsa kurdî ya îro dîmeneke gelekî zelal û ronak nîn e. Nexasim nivîskarên kurd ji bo ku bikaribe bibe xudangotin mecbûr tê hiþtin ku ji bejna peyva xwe pirtir, ji bo domandina ‘hebûna xwe’ pala xwe bide palpiþtekê û bide dûv þopa garanekê nexwe dê pir bi hêsanî ‘berteref’ bibe – a rast dê bê berterefkirin.
Hûn hemû mesela ‘êþa piþtê’ dizanin ji bo wê jî hewce nîne dubare li vê derê binivîsim. Lê ji bo mebesta min bê fêmkirin ez dixwazim digel we senaryoyekê vehûnim.
----
Nivîskarek behsa serpêhatiya xwe dike:
(...) Ez nivîskarekî kurd im. Heta niha çend romanên min hatine weþandin. Ez behsa sergêjiya wê pêvajoyê nakim, lê baþ dizanim ku berhemhênan li asta gerdûnî ne tiþtekî pir jirêzê û hemahema ye. Hayê min jê heye ku li cîhana normal a azad, gava nivîskarek xwedan berhemên edebî yên baþ be, -heke dibistana seretayî tenê xwendibe jî- dikare bi referansa berhema xwe di zanîngehên cîhanê de dersdariyê bike...
Welhasil, ez, niha ji bo ku bikaribim debara xwe bikim, sibê heta êvarê bêhna devê xelkê dikêþim. Binêrin çi hate serê min: Ez çûm ba komên siyasî, min behsa nivîsandinên xwe kir, bêyî ku guhê xwe bidinê ji min re gotin; îdeolojiya te çi ye, çûme ba xwendekaran, pirsa lîsansa min kirin, çûme ba gundiyan pirsa binemala min kirin, çûme nik memûran pirsa meaþê min kirin...
Welhasil, ez, çûm kî derê li heman striyan aliqîm û ez her bi êþa piþta xwe hesiyam. Çu kesê pirsa “ka te çi nivîsandiye?” nekir, her kesê got, “Ka te piþta xwe daye kê?”...
Erê min piþta xwe daye tiþtekî bi tenê: dengê dilê xwe û asoya mejiyê xwe...
---
Ez bawer dikim, vê senaryoyê hûn bi rastiyekê serwext kirin, ez dibêjim qey hûn jî niha di pencereya xwe re li ser vê yekê hin hizran dikin.
A rast hûn dizanin pirsa me ya serî çi ye; em dikarin hemû cîhanê di nava xwe de bihewînin, lê em nikarin li zanayekî xwe xwedîtiyê bikin, em dikarin hemû cîhanê li ber dilêriya xwe bilerzînin lê em nikarin ‘feqî’yekî xwe li dêr û mizgefta xwe daniþînin, erê, em dikarin bi hezaran cangoriyan ji dergûþa diya xwe hilînin lê em nikarin rêzanekî li serê dîwana xwe dabînin...
Ji vê pirsa me êþ û jan davêjin parsûyên me û em her dem dinalin: “Ax piþta min ax piþtê!”