Diyarname
Anketek hat belavkirin ku ev anket AKP'ê çêkiriye. Li gor wê anketê BDP bajarên di dest wê de careke din digire û bajarên din lê zêde dike.
Di ev anketa ku li qada tora civakî hat belavkirin, AKP'ê çêkiriye lê veşartiye. Di vê anketê de dengên AKP'ê gelek ketine. Rojnameger Tayfun Talipoglu jî wê rojê di televÎzyonekê de qala anketeke wisa kiribû, lê çavkaniya xwe eşkere nekiribû.
Anket li hemû bajaran hatiye çêkirin.
Li gor anketê BDP hemû bajarên niha di destê wê de ne (Amed, Şirnex, Culemêrg, Wan, Îdir, Dêrsim, Sêrt û Batman) careke din bi dest dixe. Û van bajaran jî bi van rêjeyan bi dest dixe:
- Mêrdîn: BDP 53,70, AKP 25,69
- Çewlig: 40,62, AKP 39,50
- Bedlîs: BDP 48,10, AKP 33,48
- Riha: 43,40, 41,10
Agirî jî BDP digire
Her wiha li gor malpera "Agrininsesi" li Agirî jî ankete hatiye çêkirin. Li gor lêkolîna Rehber Araşrtirma Şîrketî ku li Agirê di navbera 14-17'ê adarê de, bi 1000 kesî re rû bi rû lêkolîn kiriye, BDP sedî 62, AKP sedî 33 û yên din jî sedî 5 dengan digirin.