Diyarname
Destar Tiyatro ku li Stenbolê xebata xwe ya şanoyê dike bi lîstika xwe "Dîsko 5 Nolu" diçe Îngilistanê.
"Dîsko 5 Nolu" ku Mîrza Metîn nivîsandiye û lîstiye, derHêneriya wê Berfîn Zenderlioglu kiriye. Lîstik pêşî di 24.11.2011'an de di 16'emîn Festîvala Şanoyê ya Navneteweyî ya Enqereyê de hate lîstin û neha li gelek navçe û bajaran derket pêşberî temaşevanan. Li derveyî Tirkiyeyê jî lîstik li Basel, Kopenhag û Stockholm hatibû lîstin. Lîstika ku li ser girtîgeha Amedê hatiye amade kirin vê carê diçe Îngilistanê.
Lîstik15 û 16'ê mehê li Îngilistanê bê lîstin.
Ji bo têkiliyên berfirehtir: 0741 355 93 99 Zet Production


