Diyarname
Şaneşîn Performans ku li Mêrdînê ji sala 2022'yan ve xebatên xwe yên çandî didomîne. Niha di nav zehmetiya aboriyê de ye û banga "Bilêteke din" kiriye.
Şaneşîn Performans heta niha li ser şanoyê gelek xebat kir, lîstik derxistin ser dikê û pêşkêş kirin. Ligel vê yekê di sehneya xwe de cih da lîstik û xebatên din ên çandî jî.
Şaneşîn Performans niha di nav zehmetiyên aboriyê de ye û dixwaze alîkariya wê bê kirin, ev sehne neyê girtin. Şaneşînê ji bo vê yekê daxuyaniyeke belav kir û têde dibêje, "Îro, ne tenê qadeke lîstikê; ji bo ku dengê kedê, çîrok û bîranînên me yên hevpar neyên qutkirin, em careke din dengê xwe digihînin temaşevanên xwe."
Ew dibêjen di nav serdemeke herî giran a aboriyê e ne û wisa dibêjin, "Barê kirê yê giran, deynên ku li dû hev kom bûne û lêçûnên rojane mixabin Şaneşînê dixin ber metirsiya girtinê. Em li ber xwe didin da ku ronahiya sehnê neyên girtin, ken, çepik û çîrokên ku vê sahneyê tijî dikin nîvco nemînin. Lê belê em nikarin vê têkoşînê bi tenê bidominin; lewma em kampanyaya 'Bilêteke Din' didin destpêkirin."
Serdema nû ya şanoyê vê mehê dest pê dike. 8'yê mehê dê lîstina "Sera Pîra" li dika wan bê lîstin û yên bilêtê bikirin dikarin li vê lîstikê temaşe bikin. Di daxuyaniyê de wisa hatiye gotin, "Hûn dikarin bêteke bidin hevalê xwe û vê piştgiriya hevpar mezintir bikin. Yan jî heke hûn nikaribin amade bin jî, tenê ji bo piştevaniya Şaneşînê û zindîhiştina sahneya me, hûn dikarin bilêteke piştgiriyê bikirin. Her bilêta ku hûn bikirin wê bibe hêzeke mezin ku em vê astengiya giran bi hev re derbas bikin. Wekî nîşaneya spasiyên xwe; em ê ji hemû dostên ku bilêtê digirin re vexwendnameyekê ji bo listikê û ji bo bîranînê ji diyariyeke biçûk a Şaneşine bidin. Werin, em nehelin perdeyên me werin girtin. Bilêteke din bistînin, em bi hev re sahneyeke zindî bihêlin."


