Stenbol
Bi çek êrîşê Komeleya Pêşveberina Zimanê Kurdî ku li Tekîrdaxê ye kirin. Kesek hat binçavkirin
Îşev kes an hin kesan bi çek êrîşê komeleyê kirine. Du gule li camên komeleyê ketine. Hat gotin ku îro ji ber vê yekê kesek hatiye binçavkirin, lê hê agahiyên berfireh nehatine.
Komeleya Pêşveberina Zimanê Kurdî di sala 2024'an de li Çerkezkoya Tekîrdaga Tirkiyeyê hate vekirin. Komeleyê piştî vekirinê dest bi qursên ziman jî kiribû.
MA



