Diyarname
Egitim-Sena Amedê îsal 15'emîn Pêşbaziya Çîrokan a Abdullah Duran dide dest pê kirin. Yên bixwazin heta 31'ê berfanbara 2026'an dikarin berhemên xwe bişînin.
Egîtîm-Sena Amedê ji bo biranîna Abdullah Duranî ev 15 sal in vê pêşbaziyê li dar dixe. Pêşbazî bi zimanên kurdî û tirkî ye ku di nav kurdî de kurmancî û kirmanckî (zazakî9 jî heye.
Di daxuyaniya îsal de Egîtîm-Senê gotiye, "Pêşbazî ji bo çîrokên orîjînal ên bi Tirkî, Kurmancî û Kirdkî (Zazakî) hatine nivîsandin vekirî ye. Bi taybetî nivîskar, mamoste, xebatkarên perwerdeyê û hemû kesên ku di warê edebiyata zarokan û nivîsandina çîrokan de berhem didin, dikarin beşdar bibin."
Berhemên yekemîn bi 25, duyemîn bi 20 û sêyemîn jî bi 15 hezar TL'yî dê bêne xelatkirin.
Encamên pêşbaziyê wê roja 22'yê adara 2027'an bê eşkere kirin û 27'ê adara 2027'an de bi merasimek wê xelat bên ebelavkirin.
Endamên juriyê yên îsal ev kes in:
Beşa Kurdî/Kurmancî: Mizgîn Ronak, Rojbîn Perîşan, Mîna Acer, Îsmaîl Dîndar, Hamît Baydu, Ferhadê Mihemed
Beşa Kurdî/Kirmanckî: Stran Şev, Haci Ozkal, Abdullah Aren Çelik, Enwer Yilmaz, Mihemed Kurdî, Cafer Yamiş
Beşa Tirkî: Eylem Ata, Nurhan Suerdem, Kerem Bakici, Davut Elçi, Ayşegül Tozoren, Ayşen Işik
Ji bo têkilî:
abdullahduranoyku@hotmail.com
0505 482 30 50 - 0507 181 66 02


